Meclisa Ciwanan a HDP’ê ji bo konferansê bang kir

  • ciwan
  • 12:14 16 Kanûn 2022
  • |
img
STENBOL - Meclisa Ciwanan a HDP’a Stenbolê bi vîdeoyeke ku li ser medya dîjîtal belav kir de ragihand ku wê bi dirûşmeya “Bi ciwanên birêxistinkirî ber bi pêşeroja azad ve” di 25’ê kanûnê de konferansekê li dar bixin. 
 
Meclisa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi dirûşmeya “Bi ciwanên birêxistinkirî ber bi pêşeroja azad ve” wê di 25’ê kanûnê de li avahiya navçeya Rêxistina HDP’a Bagcilar a Stenbolê saet di 10.00’an de konferansekê li dar bixe. Meclisa Ciwanan a Stenbolê li ser hesaba xwe ya Twîtterê vîdeoyek weşand û ragihand ku wê konferansekê li dar bixin. 
 
Ciwanan di peyama ku weşandin de wiha gotin: “Li dijî sûcên şer, înkarkirina zimanê dayikê, bêesilbûna çandê, tecrîda giran a li girtîgehan, sûcên li dijî mirovahiyê û sûcên giran, qeyûmên darbekar ku vîna gel ji nedîtî ve tê, kuştina jinan û polîtîkayên bêcezahiştinê, zîhniyeta mêtinger a ku xwezayê dişewitîne û tune dike, polîtîkayên şerê taybet, li dijî sîstema ku ciwanan dikişîne nava çiravê tiryak û fihûşê em ê bi dirûşmeya ‘Bi ciwanên birêxistinkirî ber bi pêşeroja azad ve’ di 25’ê kanûnê de konferansekê li dar bixin.”