Dag: Hêza bingehîn a ku dê tecrîdê bi dawî bike ciwan in

  • ciwan
  • 14:01 18 Kanûn 2022
  • |
img

MÊRSÎN - Parlamentera HDP’ê Dersim Dag di konferansa Meclisa Ciwanan a HDP’ê de axivî. Dag, diyar kir ku tecrîda li Îmraliyê û polîtîkayên şerê taybet ên li dijî ciwanan ji hev cuda nînin û wiha got: “Hêza bingehîn a ku tê tecrîdê bi dawî bike ciwan in.” 

 
Meclisa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Mêrsînê, 3’yemîn Konferansa Asayî bi dirûşma “Bi ciwanên rêxistinkirî re ber bi pêşerojeke azad ve” li avahiya partiyê li dar xist. Pankartên “Dê dawî muhteşem be”, “Me bi ciwantî dest pê kir û dê bi ciwantî bi ser kevin”, “Ji bo avakirina pêşerojeke azad em bikevin nava tevgerê” û “Ey zeman an dê serkeftinek bexşî te were kirin an jî dê te weke ku min tu qet nejiya be bihesibînim” li eywana konferansê hatibûn daliqandin. Parlamentera HDP’ê ya Amedê û Berdevka Meclisa Ciwanan Dêrsim Dag, endamên meclisên ciwanan ên Mêrsîn, Edene û Hatayê û rêveberên navend û navçeyan ên HDP’ê jî tev li konferansê bûn. Konferans, piştî hilbijartina dîwanê bi rêzgirtinê dest pê kir. 
 
Piştre jî sînevîzyoneke ku têkoşîna ciwanan vedigot hate pêşandan. Di dema temaşekirina sînevîzyonê de gelek caran çepik hatin lêxistin, tililî hatin avêtin û dirûşma “Bijî Serok Apo” hat berzkirin. 
 
ŞERÊ TAYBET Û TECRÎD 
 
Parlamenter Dersîm Dag di konferansê de axivî û wiha bal kişand ser polîtîkayên şerê taybet ên li bajarên Kurdistanê û Tirkiyeyê li dijî ciwanên kurd tên meşandin: “Hêza bingehîn a civak û şoreşê ciwan in. Dixwazin ciwanan ji têkoşînê dûr bixin û nasname û eslê wan jê bidin bîrkirin. Em dizanin ku hemû polîtîkayên wan ên qirêjî di meriyetê de ne. Lê tiştekî ji bîr dikin; ew jî mîrasa ji ciwanan re mayî ye. Polîtîkayên şerê taybet û tecrîda girankirî ya li ser birêz Abdullah Ocalan ji hev cuda nînin. Polîtîkayeke şer li ser gelê kurd tê meşandin. Êrişeke qirkirinê heye. Ev qirkirin ne tenê ji hêla fîzîkî ve lê ji hêla çandî ve jî tê kirin. Dema vê yekê dikin jî çeka wan a herî mezin şerê taybet e. Çeka herî mezin a şerê taybet jî tecrîd e.” 
 
‘HÊZA BINGEHÎN CIWAN IN’ 
 
Dag, bi domdarî got ku piştî girtina Abdullah Ocalan bi rêya komployeke navneteweyî, polîtîkaya şerê taybet êdî bi awayeke sîstematîk ketiye dewrê û wiha bi dawî kir: “Wê demê dixwestin têkoşîna azadiyê ya gelê kurd tesfiye bikin. Lê bi saya têkoşîna ciwanên kurd, ev polîtîka vala derket. Hêza bingehîn a ku dê tecrîdê bi dawî bike, ciwan in. Sedema êrişên ewqas dijwar ên îktîdarê yên li dijî ciwanan jî bingeha xwe ji vê rastiyê digire. Hêvîdarim ev konferans veguhere têkoşîna birêxistinkirî.” 
 
Piştî axaftina Dag, konferans ji çapemeniyê re girtî berdewam kir.