Li gorî gel sedema qrîza aborî pêvajoya şer e

img
STENBOL – Welatiyên ku diyar kir ku qrîza aboriyê ya li welat encama polîtîkayên şer ên ku li welat û derveyî welat tên meşandin û bang vegera li pêvajoya çareseriyê kirin. 
 
Li Tirkiyeyê, her roja ku diçe ji ber polîtîkayên şer ku li welat û derveyî welat tên meşandin, qrîza aborî mezintir û kûrtir dibe. Ev jî dibe sedem ku bihayên xurek zêde bibin û heqdesta kirêyan derkevin 2 qatan. Qrîza aborî xwe di zemên ku li av, ceyran û veguhastinê tên kirin de baş xwe dide der. 
 
CIVAK PERÎŞAN BÛYE 
 
Welatiyên ku me li Stenbolê mîqrefonê dirêjî wan kir, diyar kirin ku sedema bingehîn a qrîza aborî pêvajoya şer ku demeke dirêj e tê meşandine.  Welatiyê bi navê Alî Yavûz, diyar kir ku li Tirkiyeyê qrîzeke pir mezin tê jiyîn û wiha got: “Bi karkeran re êdî karsaz jî nikarin debara xwe bikin. Tevahiya civakê perîşan bûye. Em zêrzewat û fikiyê herî erzan dixwin. Mesî û goşt jixwe qedexe ye.”
 
BINGEHA QRÎZÊ ŞER E
 
Yavuz, destnîşan kir ku sedema bingehîn a qrîzê polîtîkayên şer ên ku li welat û derveyî welat tên meşandine û ev tişt anî ziman: “Dema pêvajoya çareseriyê rewşa aboriyê baş bû. Rewşa aboriyê li gorî hewaya siyasetê diyar dibe. Weke pirsgirêkên din di bingeha qrîza aboriyê de jî Pirsgirêka Kurd û şerê kirêt heye.  Ji bo qedandin kurdan her roj top û tankan dikirî. Pereyê ku li şer tê xerckirin heke li sererastkirina aboriyê bê xerckirin dê tu pirsgirêk nemîne.”
 
 2 KÎLO BELÎCAN NAYÊ KIRÎN 
 
Welatiya bi navê Emîne Kavci jî bal kişand ser zemên ku tên kirin û derbarê mijarê de ev tişt gotin: “Ne kar heye ne hêz. Mirov nikarin debara xwe bikin. Tu nikarî 2 kîlo belîcan jî bikirî. Gundê me şewitandin em hatin di van deran de derketin. Ji ber ku em kurd bûn malên me şewitandin. Heta ku ev pirsgirêk neyên çareserkirin em ê wiha xîzan bin. Hê jî dewlet tê binçav dike û dikuje. Kes jî nabêje ev zilm û neheqî ye. Em aştiyê dixwazin.”
 
ISRARA ŞER 
 
Hazan Bozan, got ku qrîza encama şer e û ev tişt anîn ziman: “Çiqas em dibêjin aştî û demokrasî ew ewqas dibêjin şer. Ew xwişk û biratî, aştî û wekheviyê naxwazin. Heke aştî pê were wê aborî baş bibe. Em di rêya rast, xwişk û biratî û wekheviyê de ne. Banga min li gelê tirk; bila ev pirsgirêk îro bê çareserkirin ji sibê re nemîne. Heke çareser bibe, wê pirsgirêkên aborî û pirsgirêkên din jî çareser bibin. Heke bê çareserkirin wê azadî û wekhevî çêbibe. Her tişt wê baş bibe.”
 
‘EM NIHA ÇARESER BIKIN’
 
Welatiyê bi navê Hecî Huseyîn Çetîn, bi lêv kir ku qrîza xwe li her qada jiyanê dide der û wiha got: “Bêkarî dibe sedema kûrbûna qrîzê. Hatim wê rewşê nikarim dermanê xwe yê ku divê her me bigirim bikirim. Sedema bingehîn a qrîzê xerckirinên leşkerî ne. Her roj ji bo bidawîbûna şer diayan dikim. Bila biqede da ku ev xizanî jî biqede û herkes kêfxweş bibe. Ne zarokên wan zarokên xîzanan dimirin. Di pêvajoya aştiyê de kes nemir. Divê ku tirk jî li kûçeyê îttîrazî vê rewşê bikin. Divê bibêjin bila zarokên me nemirin qrîza aborî çênebe. Ne saet şûnde divê niha çareser bibe.”
 
‘EM Ê LI SER SINDOQÊ BÊN DIYARÎ HEV’
 
Allatîn Ûgûrlû jî da zanîn ku êdî li malan xwarin çênabe û derbarê rewşa aboriya Tirkiyeyê ev tişt anîn ziman: “Zeman serê xwe girtiye û diçin. Me perîşan bûn. Li aliyê din mûçeyan kêm kirin. Sîxorta tuneye. Serokkomar nabîne? Em digirin 2 hezar TL mûçe, em ê bi vî kire bidin, heqê av û gaza sirûştî razînin? Em ê qet tiştekî nexwin? Pêlava min qetiyaye ez bi vî awayî pê digerim. Çima? Ew vê rewşê nabînin? Me perîşan in. Em diziyê bikin? Em ê li ser sindoqê bên diyarî hev.”
 
MA / Mehmet Aslan - Nacî Kaya