Bertek nîşanî girtina Hevseroka Giştî ya SES’ê Atabey dan

img
AMED - Şaxa SES’ê ya Amedê bertek nîşanî girtina Hevseroka Giştî yê SES’ê Selma Atabey da.
 
Şaxa Sendîkaya Tenduristî û Xizmetên Civakî (SES) ya Amedê têkildarî girtina Hevseroka Giştî ya SES’ê Selma Atabey daxuyanî da. Daxuyanî li Şaxa SES’ê ya Amedê hate dayîn û pankarta “Binçavkirin, zext û girtin nikarin me têk bibin” hatibû vekirin. Di daxuyaniyê de Sekretera Darayî ya Şaxa SES a Amedê Gulhan Tekîn da zanîn ku darizandinên heyî ji ber xebatên sendîkayî, têkoşîna jinan û demokrasiyê ne. 
 
Tekîn, da zanîn ku Hevseroka Giştî ya SES’ê ya Berê Gonul Erden niha girtî ye û wiha got: “Desthilatdariya siyasî, bi doza heyî re têkoşîna sendîkayî kiriye hinceta sûc. Di vê danişînê de ji bo hevseroka me ya giştî Selma Atabey biryara girtinê dan. Desthilatdarî ji bo veşartina têkçûna xwe, êrişî jin û hemû saziyên demokratîk dike û darizandina girtî weke rêbazekî cezakirinê bi kar tîne. Bi îdiayên bêbingeh hewl didin sendîkaya me bêzar bikin lê em ê têkoşîna xwe bênavber bidomînin. Heta ku her du hevserokên me tên berdan jî em dev ji daxwaza azadiya wan bernedin.”