Girtiyê lêgerîna nava dev red kirî nayê tedawîkirin

  • rojane
  • 09:41 22 Îlon 2024
  • |
img
RIHA - Girtî Fevzî Arslan ji ber îşkenceya di dema binçavkirinê de lê hatiye kirin, bijîşkan tespîta “mejiyê wî dihele” lê kir û gotin “herî zêde dikare 2 salan bijî.” Arslan, ji ber ku lêgerîna nava dev qebûl nake, sewqî nexweşxaneyê nayê kirin. 
 
Fevzî Arslan (55) li Girtîgeha Tîpa Y a Suluca ya Edeneyê tê ragirtin û di lîsteya girtiyên nexweşiyên wan giran a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) de cih digire. Arslan, ji ber ku lêgerîna nava dev qebûl nake, sewqî nexweşxaneyê nayê kirin. Arslan, di 6’ê hezîrana 2024’an de ji ber serêşiyê çû nexweşxaneyê û bijîşkan tespît kir ku mejiyê Arslan dihele. Parêzerê Arslan, teşhîsa ji bo miwekîlê wî hatiye kirin li nexweşxaneyeke taybet nîşanî bijîşkên pispor da. Bijîşkan, da zanîn ku di encama îşkenceya di sala 2018’an de li Arslan hatiye kirin di mejiyê wî de pixtîbûn çêbûye û ji ber ku di dema xwe de mudaxile nehatiye kirin, adabê girtiye û vê jî rê li ber helîna mejî vekiriye. Arslan ê ku di asteke zêde de ji bîr dike, ev du meh in ji ber ku zexta lêgerîna nava dev qebûl nake, nabin kontrolên rûtîn. 
 
Kurê Arslan, Vedat Arslan diyar kir ku mafê tenduristiyê yê bavê wî tê binpêkirin û ev tişt anî ziman: “Ji encameke nebaş, rêveberiya girtîgehê berpirsyar e. Di dema binçavkirinê de îşkenceyên giran li bavê min kirin. Wê demê çû ATK’ê û yek bi yek hemû kitekitên îşkenceyê jê re got. Piştre jî Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Mehmet Akîf Înan raporek da û got ‘divê were tedawîkirin.’ Tevî vê jî bavê min nehat tedawîkirin û nayê tedawîkirin. Ji ber vê jî di mejiyê wî de heliyan dest pê kir û rewşa wî ya tenduristiyê roj bi roj xerabtir dibe. Dema em diçin hevdîtinê, vê rewşê baş dibînin. Bavê min di hevdîtinan de dibêje ‘ez her tiştekî ji bîr dikim.’ Dermanên wî tune ne. Bi tena serê xwe dimîne. Dema birçî dibe, xwarinê ji bîr dike. Divê avê vexwe lê dema ji bo vexwarina avê radibe ser pêyan,  gelek caran ji bîr dike bê ka ji berçi rabûye.” 
 
‘REWŞA WÎ GIRAN DIBE’
 
Arslan, got ku ji bo bavê wî sewqî nexweşxaneyê were kirin gelek caran daxwazname nivîsandine û wiha domand: “Ji ber îşkenceya lêgerîna nava dev, bavê min çûna nexweşxaneyê red dike û ev du meh in sewqî nexweşxaneyê nakin. Lewma rewşa wî roj bi roj xerabtir dibe. Carnan xwarina xwe didane cihekî û ji bîr dike ku bixwe. Dema radizê heke kesek hişyar neke, bi xwe nikare hişyar bibe. Kesek li cem wî nîne lewma hişyar nabe. Ji bo tedawiyê divê bavê min were berdan. Li girtîgehê derfetên tedawiyê tune ne. Heke tedawî nebe dê bimre û berpirsyarên wê jî rayedarên girtîgehê ne.” 
 
‘BILA JI GIRTÎGEHÊ DARBEST DERNEKEVIN’
 
Arslan, bang li rêxistinên mafên mirovan û hiqûqê kir ku li dijî vê rewşê bihestiyar tevbigerin. Arslan, ev tişt anî ziman: “Divê girtiyên nexweş tavilê bên berdan. Ragirtina wan derhiqûqtî ye. Divê hemû girtiyên nexweş bên berdan. Divê her kes vê bibîne. Daxwaza me ew e ku ji girtîgehan darbest dernekevin. Divê hemû malbat bên gel hev. Girtiyên nexweş roj bi roj nêzî mirinê dibin. Ev yek zilm e. Divê girtiyên nexweş bên tedawîkirin. Divê tavilê îşkenceya lêgerîna nava dev bidawî bikin. Nexwe girtiyan neçarî mirinê dikin.” 
 
DOSYAYA FEVZÎ ARSLAN
 
Fevzî Arslan (55) û birayên wî Omer (36), Mehmet Haşîm (32) û Mehmet Kasim (46) di 18’ê cotmeha 2018’an de li navçeya Pirsûs a Rihayê hatin binçavkirin. Xizmê malbata Arslan, Khlel Khlel (30) di sala 2012’an de ji ber şerê li Sûriyeyê hatibû Rihayê û ji hêla polîsan ve hate binçavkirin. Her 5 kes ji ber îdiaya “îxbara” sûîqestê ya li dijî parlamenterê AKP’ê yê berê Îbrahîm Halîl Yildiz hatin binçavkirin û 11 rojan li Şaxa TEM’ê hatin ragirtin. Di dema binçavkirinê de polîsan xwestin bi darê zorê îfadeyên amade kirine bi binçavkiriyan bidin îmzekirin. Her wiha her 5 kes jî rastî îşkenceyên giran hatin. Îşkenceya 11 rojan hatiye kirin, di rapora ATK’ê ya di 31’ê cotmeha 2019’an de jî cih girt. Di raporê de kitekitên îşkenceyê hatin vegotin. 
 
Her 5 kes 11 roj piştre hatin girtin. Lê belê di îdianameyê de qala îdiaya “suîqestê” ku hinceta binçavkirinê bû, nehate kirin. Gelek bûyerên di dîrokên  cuda de li bajar hatine kirin di îdianameyê de cih girtin. Dadgehê, îfadeyên di îşkenceyê de hatine girtin esas girt û bi îdiaya “Xerakirina yekitî û yekparetiya dewletê, kuştina plankirî” 3 caran cezayê muebbeda girankirî li Fevzî û Mehmet Kasim Arslan û Khlel Khlel birî. Li Omer û Mehmet Haşim Arslan jî bi îdiaya “Bêyî destûrê madeyên xetere li cem xwe gerandiye, hewldana ji bo kuştina plankirî, zirardayina malê cemaweriyê û kirîna guleyên çekên bêrûxset” 28 sal cezayê hefsê li her yekî birî. 
 
Daîreya 18’emîn a Dadgeha Edliyeyê ya Herêmê ya Dîlokê jî di 19’ê sibata 2020’ê de ceza erê kir. Li Dadgeha Bilind îtîraz hate kirin lê wê jî di 17’ê çileya 2024’an de erê kir. Li ser vê yekê parêzeran serî li AYM’ê dan û dosya hêj li wir disekine. 
 
MA / Emrûllah Acar

Sernavên din

11:18 Pevçûnên di navbera Îsraîl û Hîzbullahê de dijwar bûn
10:36 Kana mermeran koçberiyê li şêniyên Dibegûliyê ferz dike
10:18 Li Xorasanê di madena komirê de teqîn çêbû: Gelek kes mirin
10:04 Hejmara nû ya kovara Jinê derket
09:57 Gunay Kubîlay li dijî kelemçeyê derket û neçû nexweşxaneyê
09:55 Ji bo gelek bajaran hişyariya barîna zêde hate kirin
09:41 Girtiyê lêgerîna nava dev red kirî nayê tedawîkirin
09:14 Ji ber nameya ‘fikaredar’ a nehatiye teslîmkirin lêpirsîn dan destpêkirin
09:04 Banga ji bo mîtînga 13'ê Cotmehê: Daxwaza ji bo azadiya Ocalan mafê me yê herî rewa ye
09:01 Girtiyê ku nexweşîna wî dereng hat tespîtkirin bi mirinê re rû bi rû ye!
09:00 Nexweşxaneyê xwest ATK der barê girtiyê di nava ciyan de biryarê bide
09:00 ROJEVA 22’YÊ ÎLONA 2024’AN
08:50 Di Turnuvaya Gulistan Dokuyê de maçên nîvefînalê hatin lîstin
21/09/2024
21:32 'Hûn nikarin Çapemeniya Azad bêdeng bikin’
20:12 Rojnamevan Aykol: Min alayê ji Apê Mûsa girtiye
20:02 Ji bo Rabîa Onverê daxuyanî: Rabîayê ew li ser sûc girtine
19:11 Çalakiya Emîne Şenyaşarê di roja 31’emîn de ye
17:34 Ciwanan kolanê Cizîrê paqij kirin
16:50 MSD: Aştiya rast bi dawî anîna dagirkeriyê mimkûn e
16:43 Hevserokên PYD’ê: Çareserî bi azadkirina xakên dagirkirî pêkan e
16:37 Festîvala Çand û Hunerê ya Navneteweyî ya Kurd: Em tecrîdê û dagirkeriyê rakin
16:17 Birûskê li welatiyên ku çûn giya kom dikirin da: 2 jê giran 5 kes birîndar bûn
16:12 ‘Nûçeya Rabîayê dewlet aciz kir’
15:27 Hatîmogûllari li Edeneyê bi teqawîdan re civiya
15:18 Li sê bajaran ji bo girtiyên nexweş çalakî hatin lidarxistin
15:04 Hatîmogûllari: Mirov nikarin nanekê bibin mala xwe
14:47 Ji Meclisa Jinan a DEM Partiyê daxuyaniya piştevaniya bo rojnamevan Onver
14:22 Ji bo Anter Anter li Sitîlîlê şîn hat danîn
14:14 Îsraîlê dibistana ku filistîniyan xwe spartibûnê bombebaran kir
13:59 Xizmên Windayan li aqûbeta 8 windayan pirsîn û xwestin kujer bên dîtin
13:47 Birayê Huseyîn Morsumbul ê hatiye windakirin: Ez edaletê dixwazim
11:55 Sê welatiyên ku wesayîta wan qelibî qenala avê mirin
11:54 Rojnamevan Rabîa Onver a bi ser mala wê de girtin çima bû hedef?
11:50 Jinek li Mêrdînê bi awayek guman mir
11:48 Biryarên berovajî yên ATK’ê: Nikare li girtîgehê bimîne lê hewceyî bi berdanê nîn e
11:14 Sadik Tan: Heke tiştek were serê min girtîgeh berpirsiyar e
11:11 Keskîn: Armanca me em tecrîdê bikin rojev û meseleya kurd gengeşe bikin
11:03 Sarica: Hişyariya biryara navberê ya Komîteyê ya ji Tirkiyeyê re nîşaneya qonaxeke nû ye
10:33 Biryara Dadgeha Bilind esas nehat girtin: Berdana Çetîn Arkaş 6 mehan hat dirêjkirin
10:29 Heta henaseya xwe ya dawî bû dengê gelê xwe
10:15 Komxebata Jineolojiyê: Armanca me zanistek azad e û azadkirina jinan e
09:46 Der barê Akiş de îdianameyeke din jî hat amadekirin
09:45 Xizmên windayan guh nedan OHAL'a fiîlî jî: Têkoşîna ji bo edaletê didome
09:39 Dîcle Anter: Kekê min deriyê bavê min her tim vekirî hişt
09:05 Xizmê girtî: Em jî tên cezakirin
09:04 Hozan Kazo behsa dîmenê xwe yê bi Apê Mûsa re kir: Ew ji bo me îlham bû
09:00 39 sal in nav û têkoşîna wê nehatiye jibîrkirin
09:00 ROJEVA 21'Ê ÎLONA 2024'AN
20/09/2024
21:45 Li Elbakê ji ber lehiyê mal di bin avê de man
18:56 Li Botanê ciwan civiyan
16:42 Emîne Şenyaşar bû mehek li Meclisê daxwaza edaletê dike
16:34 Doza Necmettîn Fendîk hate taloqkirin
15:47 Ji bo nêçîra pezkoviyan ‘îhale’ hat vekirin
15:42 Der barê rojnamevanê girtî Yalçin de lêpirsîn hat destpêkirin
14:36 Tuncel: Divê em pêşengtiyê ji guherîn û veguherînê re bikin
14:20 Di lêpirsîna Narîn Guranê de li dijî girtinan îtîraz hate kirin
14:14 Girtiyê li Girtîgeha Hejmar 1 a Sulucayê: Em hatine tecrîdkirin
14:08 Anter Anter dê li Zivingê were definkirin
14:04 Komîteya Wezîran Tirkiye hişyar kir: Heke gav neyê avêtin dê biryara navberê bê nîqaşkirin
13:26 Hatîmogûllari: Karesata herî mezin a bi serê vî welatî hatî AKP ye
12:43 Encamnameya Sempozyûma Çandiniyê hat eşkerekirin
12:22 Doza siyasetmedaran ji bo temamkirina parastinan hat taloqkirin
11:46 Kurê Apê Mûsa, Anter Anter jiyana xwe ji dest da
11:27 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:10 Li gorî qeymeqamê Pirsûsê 'guncav' nîne navê ‘Mem û Zînê’ li parqê were kirin
11:06 Apê Mûsa li cihê hatibû qetilkirin hat bibîranîn: Me pênûsa te li erdê nehişt
10:59 Li xizmên xwe yên ku di pevguherandinê de winda kiriye digere
10:29 DSÎ'yê newal paqij nekir û mal di bin avê de man
10:23 Li gelek bajaran dê barîneke zêde bibare
10:03 ‘Dixwazin Tirkiye xwe ji Sûriyeyê vekişîne û li Iraqê qadekî bidin SMO’yê’
10:02 Der barê wêneyên Jîna Emînî û Narîn Guran de lêpirsîn hat destpêkirin
10:00 ‘Em li bendê ne ku di Mitînga Azadiyê de beşdariyeke mîna ya Newrozê çêbibe'
09:46 Li Dîlokê mirina biguman a jinekê
09:44 ATK: Narîn Guran bi xeniqandinê hatiye kuştin
09:39 Metîna hate topbarankirin
09:38 Di Tûrnûvaya Fûtbolê ya Gulistan Dokûyê de 4 tîm derketin nîvefînalê
09:37 32'yemîn Mîhrîcana Çanda Kurdî sibê dest pê dike: Em ê bersivê bidin hemû cîhanê
09:19 'Generalên Biçûk' pênûsa wî li erdê nehiştin
09:00 ROJEVA 20'Ê ÎLONA 2024'AN
19/09/2024
16:56 Bakirhan: Pirsgirêk dê bi şandina îktîdarê çareser bibin
16:52 Bîranîna Jîna Emînî: Li dijî tecawiz û komkujiyan em xwe bi rêxistin bikin
16:40 Doza HDP û HDK’iyan: Parastinên dawî dê sibê bên wergirtin
14:44 Emîne Şenyaşar a çalakiya wê hate astengkirin rakirin nexweşxaneyê
14:35 Komên paramîlîter li Efrînê 10 welatî revandin
14:23 Emîne Şenyaşar li Meclisê hate astengkirin
14:00 Li Stenbolê ji bo mitînga karkeran a mezin bang hate kirin
13:40 Rêveberiya dibistanê ji zarokan heqê klîmayê xwest
13:34 Danişîna ewil a cînayeta Bahar Karabagê hate taloqkirin
13:27 Amedspor dê ji ber xelasnekirina tadîlata sehaya xwe gilî bike
13:26 Li gorî anketa Sarosê DEM Partiyê dengê xwe zêde kiriye
12:01 Girtiyê nexweş Tuzun: Li Girtîgeha Kirşehîrê îşkence li me tê kirin
11:50 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
11:49 Meşa Ciwanan a ‘Ji Ocalan re azadî’ di roja 4’emîn de ye
11:34 Rapora Girtîgeha Karabukê: 17 girtî nayên tehliyekirin
11:11 Apê Mûsa 32 sal berê hate qetilkirin: Kevneşopiya wî didome
11:05 Xizmên girtiyan: Em hemû tên tecrîdkirin
11:02 Li ser pêşniyara herêman modêleke nû ya rêxistinkirinê hat pêşxistin
10:00 Ji bo Şahîn a polîsekî ew qetil kir, têkoşîna edaletê didome
09:58 Fatma Sumelî ya ku bi tirkî nizanibû nehat tedawîkirin
09:55 Balafirên şer gundên Qendîlê bombebaran kirin