ÊLIH - Qeyûmên li Şaredariya Êlihê hatin tayînkirin, li gel rakirina vebijêrka zimanê kurdî her wiha bi tayînên derusûlî, îhaleyên pêşkeşî alîgirên xwe kirin, firotina neguhêzbaran û bi polîtîkayên xwe yên li dijî xwezayê her ti rojevê de bûn.
Qeyûmên ku AKP’ê di salên 2016 û 2019’an de li şaredariyên Êlihê tayîn kirî, hema hema tevahiya çavkaniyên bajar pêşkeşî alîgirên xwe kir. Yek ji van şaredariyan jî Şaredariya Êlihê ye ku ji sala 2016’an ve di bin rêveberiya qeyûm de ye. Di 23’yê adara 2020’an de cara duyemîn li şaredariyê qeyûm hate tayînkirin. Qeyûm, tevahiya çavkaniyên bajar tune kir û şaredarî xist bin deynekî pir giran de. Qeyûm Hulusî Şahîn ku waliyê bajar bû û ji hêla Wezareta Karên Hundir ve weke qeyûm hate tayînkirin, li şûna meclisa şaredariyê ya hilbijartî bi îmzeyên memûran her biryarekê dide dayîn. Di serdema qeyûm de tu sînorên nelirêtî, rant û qedexe û astengiyên li dijî kurdî û sepanên keyfî nehatin naskirin. Ber bi hilbijartina rêveberiyên herêmî yên 31’ê adarê ve me pratîkên qeyûmê Êlihê raxist ber çavan.
DIJMINATIYA LI KURDÎ
Yek ji xebatên ewil ên qeyûm ew bû ku di 29’ê adara 2020’an de vebijêrka zimanê kurdî ya li ser navnîşana webê ya şaredariyê rakir. Dijminatiya qeyûm a li dijî kurdî tenê bi vê bisînor nema. Her wiha hişyariyên bi kurdî yên “Pêşî peya” hatin jêbirin. Peykerê helbestvanê kurd Cegerxwîn ku di sala 2007’an de li Parka Kîne Em a li Taxa Fatîhê hatibû danîn, di 21’ê hezîrana 2022’yan de hate rakirin. Sînemeya Yilmaz Guney ji hêla qeyûm ve hate girtin û piştre hate şewitandin. Wesfa vê sînemayê jî hate guherandin û kir park. Bi fermana qeyûm re di 9’ê adara par de çalakiya ciwanan a muzîka kurdî ku formayên Amedsporê li xwe kiribûn û li ser Cadeya Gulistanê stran digotin, ji hêla zabiteyan ve hate astengkirin.
TAYÎNÊN DERUSÛLÎ
Tayînên derusûlî yên di serdema qeyûm de jî her tim di rojevê de bûn. Serokê Baskê Ciwanan a AKP’a Sêrtê Îbrahîm Hamît Beduk di 30’ê hezîrana 2021’an de weke Midûrê Nivîsgeha Taybet a Şaredariya Êlihê hate tayînkirin. Di 22’yê cotmeha 2021’an de ji bo ku di bin sîwana Şîrketa Anonîm a Personelan a Şaredariya Êlihê de bixebitin agahdarî hatibû kirin. Gelek kesan ji bo karê ewlehiyê serlêdan kiribûn. 20 kes di mulakatê de serkeftî derketin lê negirtin kar. Li ser vê yekê ev kes bi sedema ku neheqî li wan hatiye kirin û “torpîl” hatiye kirin, çûn pêşiya walîtiyê. Cîgirê qeyûm Adnan Yoruk, di çileya 2021’ê de keça xwe Sena Yoruk girt kar.
Hevjîna Adîle Gurbuz ku di sala 2015’an de ji bo parlamenteriyê bûbû bernamzeta AKP’ê û demekî cîgirtiya Serokatiya AKP’ê ya Êlihê jî kiribû yê bi navê Metîn Gurbuz, bêyî ezmûnan girtin kar. Demekî kin piştre jî bû cîgirê qeyûm. Gurbuz ê ku ji mirina karkerê bi navê Nûrî Aydin berpirsyar tê dîtin, hêj jî li ser karê xwe ye.
ÎHALE DAN ALÎGIRÊN XWE
Ji 77 îhaleyên di navbera adara 2020’an û çileya 2021’an de hatine kirin ji sedî 40 jê bi rêya 21 f-21 b (usûlê bazariyê) hatin kirin. Di nav 5 mehên ewil ên sala 2021’an de bi giştî 93 îhale hatin kirin. Ji van îhaleyan 62 jê vekirî û 31 jî bi usûlê 21 f- 21 b hatin kirin. Di sala 2022’yan de jî 69 îhale bi usûlê bazariyê û 85 jî bi usûlê îhaleya vekirî hatin kirin.
Bêusûliyên di îhaleyên derî armanc û xizmetê li bajar rê li ber nîqaşan vekir. Di 3’yê kanûna sala 2021’an de ji bo karê ronîkirina daran a ên li ser Cadeya Diyarbakirê 2 milyon û 361 hezar TL hatin xerckirin. Ji bo tabelaya ketina bajar a bi nivîsa “Bajarê modern ê xakên qedîm Êlih” jî di 22’yê îlona 2021’an de bi usûlê bazariyê 690 hezar TL hatin xerckirin. Di mehên kanûn û sibata 2022’yan de qeyûm ji bo ala, poster û flamayan milyonek û 550 hezat TL xerc kir. Qeyûmê ku Şaredariya Êlihê di bin deynan de hişt, di nava 2 salan de 3 îhale dan şîrketa BTM Gurmeyê ku bi bedela wê 34 milyon û 340 hezar TL bû.
11 NEGUHÊZBAR DA BER FIROTINÊ
Di gulana 2021’an de ji bo xebata îmajê 825 hezar TL hatin xerckirin û vîdeoyên spot weke “nûçe” pêşkeşî TV’yên alîgir hatin kirin. Di meha Remezanê ya sala 2021’an de ku ji ber pandemiyê qedexeya derketina derve hebû, di bi navê “çalakiyan” de ji qasaya şaredariyê 500 hezat TL hatin xerckirin. Qeyûm, li gel 11 neguhêzbaran her wiha rêya aydê cemaweriyê jî da ber firotinê. Di nava neguhêzbarên dabû ber firotinê de herêma ku Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji bo kreş, qadên lîstikan ên zarokan, pirtûkxane, navenda etûtan, mêvanxaneya jinan, mala sihbetê ya pîran û hwd. veqetandî jî hebû. Qeyûm, Bazara Genim a ku 116 esnaf lê diman jî da ber firotinê. Lê ji ber ku tu kes tev li îhaleyê nebû, nehat firotin.
Batman Park AVM ku mezintirîn neguhêzbara şaredariyê bû û Yekitiya Odeyan a Endezyar û Avahîsazên Tirk (TMMOB) digot bihayê wê 635 milyon û 375 hezar TL ye, bi 150 milyon TL’an firot Şîrketa Anonîm a Golden Parkê ku Serokê AKP’ê yê Êlihê Akîf Gur di rêveberiya wê de cih digire. Piştî bertekên hatin nîşandan, biryara hate betalkirin.
BÛDÇE JI BO SAZIYÊN DIN HATE XERCKIRIN
Qeyûmên hatine tayînkirin, lêçûnên saziyên weke Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê, Qonaxa Midûriyeta Emniyetê, Avahiya Qeymeqamtiya Qûbînê, MÎT, Peyzajên Midûriyeta Hawirdor û Bajarvaniyê û rêyên hundir ên komandoyan û payerêyan wan ku ji hêla wezaretê ve tên pêşwazîkirin jî ji qasaya şaredariyê pêşwazî kir. Di heman demê de qeyûm çêkirina Avahiya Xizmetê ya Zêdek a Midûriyeta Emniyetê jî bi 6 milyon û 283 TL’an da du şîrketên alîgirên xwe.
RANTA ÎMARÊ HATE AVAKIRIN
Qeyûm di 6’ê kanûna 2022’yan de biryarek da û qadeke berfireh a ku bajarokê Girêsîra, gundê Selivê, Taxa Girbereşk û Çemê Êlihê jî digire nav xwe li ber îmarê vekir. Di çarçoveya biryara “Meclisa Şaredariyê” ya ji tayînkiriyan pêk tê de, biryar hate dayîn ku li kêleka Çemê Êlihê Herêma Organîze ya Pêşesaziyê (OSB) bê avakirin. Çendek roj berê ji bo avakirina OSB’ê xebat hatin destpêkirin. Çemê ku pêdiviya av û oksîjenê ya bajar pêşwazî dike, kete bin talûkeyeke mezin.
Ji ber ku qenala avê ya li nêzî qada avahiyan a li Taxa Seyîtlerê bi betonê hatibû girtin, di 19’ê mijdara par de ji ber barîna barana zêde lehî rabû û gelek mal di bin avê de man. Ji ber vê terkexemiyê, welatiyên bi navên Lalîhan Guner (54) û neviyên wê Asenat (1), Îsrafîl (5) û Bîrgul Guner (9) jiyana xwe ji dest dan.
MA / Fethî Balaman