NAVENDA NÛÇEYAN - Danişîna ewil a aktîvîsta jin Şerîfe Muhammedî ku li Îranê hatibû girtin dê di 14’ê mijdarê de bê lidarxistin.
Danişîna ewil a parastvana mafên jinan Şerîfe Muhammedî ku ji hêla rejîma Îranê ve hatiye girtin dê di 14’ê mijdarê de bê lidarxistin. Parêzeran diyar kirin ku danişîna ewil a piştî xerakirina cezayê wê dê di 14’ê mijdarê de bê lidarxistin.
Şerîfe Muhammedî di sala 2023’yan de li bajarê Reştê bi îdiaya “Propagandaya li dijî dewletê” hatibû girtin û Dadgeha Şoreşê ya Îranê di 4’ê tîrmehê de cezayê darvekirinê lê birî. Di encama îtîrazan de cezayê wê di 12’ê cotmehê de hatibû betalkirin.