Bajarê çandiniyê Riha daxilî nav piştgiriya ji bo tovan nehat kirin
- aborî-ked
- 09:09 21/4/2020
Parlementera HDP'ê Ayşe Surucu, anî ziman ku Riha li derveyî bernameya "Pêşxistina Hilberîna Nebatî" hatiye hiştin û got: "Bajarê ku ji sedî 47'ê pembo lê tê çandin çima li derveyî vê bernameyê hatiye hiştin? Di nav hebûnê de tunebûnê li gel ferz dikin."