Dema hişkirina zebzeyan dest pê kir
- aborî-ked
- 09:11 19/7/2019
Li Dîlokê, piştî germahî tam dest pê kir hişkirina îsot, bacanên reş, xirtik û ecûran jî dest pê kir.
Li Dîlokê, piştî germahî tam dest pê kir hişkirina îsot, bacanên reş, xirtik û ecûran jî dest pê kir.
Zozanên Kahniya Sûlavê, Tamzûrê û Embarê ku nêzî 14 hezar pez lê tên çêrandin, niha hindik mane hişk bibin. Gundiyan, bilêv kir ku ji ber li van deran baran pir nebariyaye giha şîn nehatiye û ji niha ve ketina etra çêrandina pezên xwe.
Li Acibadem a Kadikoyê karkerên 2 mehin meaşên xwe nagirin dest ji kar berdan û çalakî li dar xistin.
Li gorî danayên TUÎK'ê yên meha Hezîranê, li gorî sala çûyî firotina xaniyan pir kêm bûye û ketiye bin ji sedî 48.6'an.
Li Westanê, cotkarên ku fasûle danîne diyar kirin ku heqê keda wan jî bi dest wan nakeve. Cotkaran, bilêv kir ku navbeynkar kîloya fasûleyan bi lîreyekê dikirin û bi 6 lîreyan difiroşin.
Li Wanê, ajokarên li nav bajêr rêwiyan dibin û tînin, ji ber krîza aborî nikarin debara xwe bikin. Ajokaran, destnîşan kir ku sedema sereke ya krîzê şer e û got: "Bi perê me operasyon tên lidarxistin. Ji bo ev pirsgirêk ji holê bên rakirin pêdivî bi aştiyê heye."
Cevher Ozdemîr ê bi salan serokatiya Komeleya Piştevahiya Karkeran a betal kirin kir, da zanîn ku di serî de li Tûrgûtlû li Herêma Ege tu pirsgirêkên karkarên çandiyê nayin çareser kirin û got: “Êdî ji sedî 90 jin din çandiniyê de dixebitin. Dinava van de jî herî zêde zarokên keç û kurin.”
Gelek kesên ji bo debara malbata xwe bikin û heqê dibistana xwe derxînin ji warên xwe berê xwe dan Bodrûmê, ji şert û mercên bêewle û giran ên karî nerazî ne. Karkerên, di qawîşên 10-15 kesî de dimînin bilêv kirin ku di cejnê de jî nikarin biçin cem malbatên xwe.
Li herêma çandiniyê Bismilê, cotkar ji ber zemên tên kirin nizanin dê çi bikin. Cotkaran, bi lêv kir ku berê wan bi 15 donima debara xwe dikir, lê belê niha nikarin bi 250 donimî jî debara xwe bikin.
Li Înegolê karker Îsmaîl Albayrak ku piyê xwe kir nav ava valahiya asansorê, bi ceryana qaçax ve zeliqî û jiyana xwe ji dest da.
Serokê Turk-Îş'ê Ergun Atalay diyar kir ku hikûmetê ji bo karkerên cemaweriyê pêşniyara zema ji sedî 5 kiriye û wiha got: "Tu aliyekê vê pêşniyarê yê bi axaftin tuneye. Em ê ya li ser meseyê li hev bikin an jî em ê biçin grevê."
Esnafên Bazara Ûris a Îdirê, destnîşan kir ku berpirsiyarê krîza aborî hikûmet e û gotin, êdî nikarin deynên xwe jî bidin û eger wisa dewam bike ew ê dikanên xwe bigirin.
Karkerên jin ên pelên mêweyan berhev dikin, bal kişandin ser şert û mercên giran ên karî. Kadriye Karaçay, got: "Tiştê bi dest me dikeve ancax têra pêdiviyên me dike. Di çandiniyê de tim ên zêde dixebitin karker in, lê ên qezenc dikin jî hin kesên din in."
Bavê 2 zarokan Mehmet Karataş ê 25 salî ku li Santrala Enerejiyê ya Biyokutle ya Dêrika Mêrdînê kar dikir, dema pûşê garis davêt makîneya hêrandinê, ket nava diranên makînê û jiyana xwe ji dest da.
Esnafên pîşesaziya wesayîtan diyar kirin ku ji ber krîza aborî hindik mane top bavêjin û gotin, êdî nikarin heqê xebatkarên xwe jî bidin.