Ji bo nasname, ehliyet û pasaportê zem hatin kirin
- aborî-ked
- 11:15 28/12/2023
Ji bo bihayê belgenameyên nasname, pasaport û ehliyetê zem hate kirin.
Ji bo bihayê belgenameyên nasname, pasaport û ehliyetê zem hate kirin.
Serokê Giştî yê KESK’ê Mehmet Bozgeyîk, bûdçeya hatiye qebûlkirin weke “bûdçeya hilbijartinê” pênase kir û wiha got: “Divê em li dijî vê bûdçeya AKP’ê û polîtîkayên wê yên zextê bi hev re têbikoşin.”
Seroka Giştî ya DÎSK’ê Arzû Çerkezoglû ya di daxuyaniya bi daxwaza “mûçeyeke ku bikarin weke mirovan pê bijîn” hate dayîn de axivî wiha got: “Heke çîna karkeran hebe hêvî heye. Em ê Tirkiyeyeke kedê ku demokrasî lê heye ava bikin.”
Karkerên kurd ên li ofîsa Endezyariya B Planê dixebitin beriya heqdestê wan were dayîn ji kar hatin derxistin. Karkerên ku bi çekê gef lê hatiye xwarin, giliyê xwediyên şîrketê kirin.
Welatiyên Îzmîrê bertek nîşanî krîza aborî dan û gotin ku ew bi halekî perîşan dikevin sala nû.
Welatiyên Wanê bertek nîşanî bihabûna her tiştî dan û gotin ku ji bo ku tiştên erzan peyda bikin neçar dimînin ku dikan bi dikan bigerin.
Li gorî daneyên ÎSÎG’ê di nava 10 salan de 364 karkerên tekstîlê di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dan.
Yekitiya Baroyên Tirkiyeyê piştgiriya karkerên Ozakê ku çalakiya xwe ya dest ji kar berdanê di roja 22’yemîn de didomînin kir. TBB’ê diyar kir ku amirên mulkî û meqamên edlî maf û azadiyên bingehîn binpêkiriye. Karkerên Ozak Tekstîlê ya li 1'emîn Herêma Pîşesaziya Organîze (OSB) ya Rihayê li dijî zext, mobbîng, gef û derxistinên ji kar çalakiya dest ji berdana kar dabûn destpêkirin. Çalakiya karkeran di roja 22’yemîn de berdewam dike. Ji ber ketina OSB’ê bi bariyerên cendermeyan girtî bû, karkeran li parka li rex ketine çalakiya xwe dane destpêkirin. Piştî daxuyaniya çapemeniyê ya li vir hate dayîn bi dirûşmeya “Em ê bi berxwedanê serbikevin” çalakiya rûniştinê berdewam kir.
Platforma Şaxan a KESK’a Enqereyê pişgirî da karkerên Ozak Tekstîlê yên dev ji kar berdan.
Bi biryara di Rojnameya Fermî de hatiye weşandin re ji 25’ê kanûnê ve ji bo bihayê tevahiya dermanan ji sedî 25 zem hate kirin.
Nûnerê DÎSK'ê yê Herêma Egeyê Memîş Sari diyar kir ku mûçeyekî ku mirov karibe bi awayekî jiyane pê debara xwe bike li ser maseya muzakereyê tune ye û got ku divê kedkarên bindest û feqîr bên cem hev û ji bo mafên xwe li kolanan bin.
Ji Komîsyona Ked û Polîtîkayên Civakî ya DEM Partiyê Sevtap Akdag Karahali diyar kir ku enflasyona fermî nabe parametreya zêdekirina kêmtirîn mûçeyê û wiha got: “Divê kêmtirîn mûçe herî kêm 25 hezar lîre be.”
Serokê Şaxa Sendîkaya Genel-Îş a Mêrsînê Kemal Goksoy diyar kir ku sendîka û kardêrên xwedî raye yên di nava Komîsyona Tespîtkirina Mûçeya Kêmtirîn de kedkaran temsîl nakin û got: "Ev komîsyon ji karkeran re dibêje 'hikûmet çi bêje em ê wê bikin.'"
Seroka Giştî ya DÎSK’ê Arzû Çerkezoglû diyar kir ku ji bo edaleta di bacê de pêşniyarqanûneke ji 5 xalan pêk tê pêşkeşî Meclisê kirine û wiha got: “Em dixwazin ev teklîf li Meclisê bi piraniya dengan bê qebûlkirin.”
Cendirmeyan êrişê karkerên Ozak Tesktîlê yên li dijî zext, mobîng û ji kar avêtinan ev 17 roj in têdikoşin kirin û 18 karker û nûnerekî sendîkayê binçav kirin.