Li Amedê karker û kedkar diherikin Qada Îstasyonê |
- aborî-ked
- 12:03 01/5/2022
Li Amedê bi hezaran karker û kedkar ref bi ref ji bo pîrozbahiya 1’ê Gulanê dimeşin Qada Îstasyonê.
Li Amedê bi hezaran karker û kedkar ref bi ref ji bo pîrozbahiya 1’ê Gulanê dimeşin Qada Îstasyonê.
Ji Qersê ta Edîrneyê li dehan bajar û navçeyan kedkar û karker li dijî şer û pergala kedxwariyê diherikin qadên 1’ê Gulanê û dibêjin ku dê pergala kedxwariyê hilweşînin. Bi hezaran karker û kedkaran mil dan milên hev û bi dirûşmên yekitî, piştevanî û têkoşînê qadên 1’ê Gulanê dadigirin.
Tevî astengiyan jî gelek karker, kedkar û xwendekaran xwest biçin Qada Taksîmê. Polîsan êrişî kesên xwestin biçin Taksîmê kirin û gelek kesan binçav kirin.
Seroka Giştî ya DÎSK’ê Arzû Çerkezoglu ya ku tacegul danî Qada Taksîmê got: “Qada 1’ê Gulanê, Qada Taksîmê ye.”
Waniyên ku ji bo danûstendina cejnê diçin sûkê û destvala vedigerin malê gotin: "AKP, cejn jî nehiştine."
Cejna Karkeran 1’ê Gulanê dê li gelek navendan bi mitîngan bê pîrozkirin. Amadekariyên mitîngan qediyan û cihên mitîngan diyar bûn.
Welatiyên ku her sal di serê meha Gulanê de pezê xwe dibin zozanan, ji ber operasyonên eskerî yên li herêmê diqilqilin. Hîkmet Dara ku debara xwe bi sewalvaniyê dike got: "Me asteng jî bikin, me bigirin jî û me bikujin jî em mecbûr in biçin zozanan."
Rihayiyan anî ziman ku êdî nikarin ne kulîçeyan ne jî şekirên cejnê bikirin û gotin, wê vê cejnê bê şekir û kulîçe derbas bikin.
Saziyên sivîl ku pêşengiya pîrozbahiya 1’ê Gulanê dikin li Kazanci Yokuş, Şîşhane û Kadikoyê qurbaniyên 1’ê Gulanê bi bîr anîn.
Nûnerên sendîkayan li Amedê ji bo bangawaziya 1’ê Gulanê bi dirûşma “Bijî Kurdistan, bimre îxanet” meşiyan û hemû kes li dijî şer vexwendin mitînga 1’ê Gulanê ku dê li Qada Îstasyonê bê lidarxistin.
Malbata Herman 50 sal in bi firotina şîrînahiyê debara xwe dike. Malbat dibêje ji ber krîza aborî êdî nema ew karê xwe bikin. Malbatê got par 50 kîlo şekir bi 200 lîreyî bû lê îsal derketiye 900 lîreyî.
Nûnerên rêxistinên kedê û karkeran banga tevlibûna mitînga 1’ê Gulanê kirin û xwestin her kes bi têkoşîna hevpar li dijî şer rabe.
Gorkem Ozdal anî ziman ku krîza aborî û polîtîkayên şer sewalvanî qedandiye û çareserî di pergala demokratîk de ye
Konfederasyonên sendîkayan bal kişandin ser bêkarî, xizanî û bêhiqûqiyê û bang li hemû rewşenbîr, hunermend û kesên kedkar, aştîxwaz û azadîxwaz kirin ku di 1’ê Gulanê de li gel wan biherikin qadan.
Nebatên ji hev cuda ku li çiyayên bilind ên navçeya Geverê şîn dibin, li tezgahan cihê xwe girtin.