Rewşa Bazara Gund ne baş e: Kes nikare tiştekî bikire
- aborî-ked
- 10:12 27/8
Gundiyên ku li Bazara Gund a Erxeniyê berhemên xwe yên xwezayî difiroşin, lê heqê keda xwe bi dest naxin diyar kirin ku divê piştgirya çandinî û sewalvaniyê were kirin.
Gundiyên ku li Bazara Gund a Erxeniyê berhemên xwe yên xwezayî difiroşin, lê heqê keda xwe bi dest naxin diyar kirin ku divê piştgirya çandinî û sewalvaniyê were kirin.
Li navçeya Somayê 70 madenvanên ji ber ji kar hatin dûrxistin çalakî li dar xistin. 70 madenvan jî hatin binçavkirin.
Welatiyê bi navê Coşkûn Onaç ku li navçeya Silopiyayê bi çandiniya fistiqên bin erd debara xwe dike bi lêv kir ku krîza aboriyê bandor li fistiqan jî kiriyê û da zanîn ku ji ber krîza aboriyê gelek cotkaran dev ji çandiniya fistiqên bin erd berdaye.
Jinên karker di bin germahiya 40 dereceyî germê de rojê 14 saet dixebitin û keda ku heq dikin jî nikarin bistînin. Xwediyên zeviyan jî gotin ku cotkar nayên destekkirin û ew bi pirsgirêkanre rû bi rû dimînin.
Li navçeya Westan a Wanê welatiyan destnîşan kir ku ji ber krîza aborî destvala ji çarşî û bazarê vedigerin malê û gotin ku berpirsê vê jî desthilat e.
Li gorî daneyên hêza kar ên TUÎK’ê yên di çaryeka yekem a salê de ragihand; bêkarî ji bo mêran ji sedî 7,3 û ji bo jinan jî ji sedî 11,7 hate tomarkirin.
Jinên karker ku li navçeya Çinarê di bin germa 40 dereceyî de li nav zeviyan dixebitin diyar kirin ku yewmiyeyên wan têr wan nake û keda wan tê xwarin lê alternatîfek wan din nîne.
Serokê Odeya Şîrefiroş û Çerezfiroşan ya Rihayê Ahmet Aslan, anî ziman ku ew dixwazin desteka ji bo findiq û çayê tê dayîn ji bo ji bo fistiqan jî bê dayîn û got ku fistiqên Rihayê bê xwedî hatine hiştin.
Li navçeya Çinara Amedê welatiyên ji bo danûstendinê çûn bazarê, bal kişandin ser debarê. Habîp Kalkan got: "Em tenê dikarin zebze û fêkiyên xerabûyî bikirin."
Serokê Odeya Aşxanevan û Firinvanan ya Wanê Sabrî Işik têkildarî rewşa endamên odeya xwe axivî û anî ziman ku her ku diçe rewşa aborî xerabtir dibe û got: “Di nava salekê de nêzî 400 esnafan dikanên xwe girtin.” Huseyîn Akdag ê karê lokantayê dike jî anî ziman ku ji bo aborî baş bibe hewceyî bi rawestandina şer heye.
Meclisa Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, dê ji bo cotkarên ji şewata Çinarê zirar dîtine 50 ton piştgiriya tovê genim bide.
Zulfu Polat ê 36 sal in li Amedê sedîr ango kursiyên dîwanan çêdike diyar kir ku ji ber krîza aborî karê wan nabe û heke ew bimirin dê karê wan jî bi wan re bimire.
Carek din benzîn hat bihakirin. 85 qirûş li bihayê lîtreya benzînê hat zêdekirin.
Serokê Yekitiya Dikandar û Sinhetkaran a Colemêrgê Mûharrem Tekîn, diyar ku di meha dawî de 50 dikandaran dikanên xw egirtine û got ku ger polîtîkayên qedexeker bidomin dê gelek dikandarên din jî dikanên xwe bigirin.
Waniyên ku ji ber rewşa aborî zor û zehmetiyê dikişînin, gotin: "Aboriya welêt her diçe xirabtir dibe. Êdî tu titş rast nabe, bila bes ji me re çîrokan bibêjin."