Komeleya Çand û Hunera Zimanê Kurdî li Enqereyê hat vekirin

img
ENQERE - Komeleya Çand û Hunerê ya Anka (Anka-Der) ku ji bo parastin û pêşxistina ziman û çanda kurdî wê çalakiyan li dar bixe, hat vekirin.
 
Li Enqereyê Komelaya Ziman Çand û Hûnerê ya Ziman (Anka-Der) ku dê xebatên ziman, çand û hunera Kurdî li dar bixin, li semta Kizilayê avahiya komeleyê vekir.
 
Mebûsê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Bedlîsê Celadet Gaydalı, Hevserokê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) ya Enqereyê Alî Îmran Daşkaya, Hevserokê HDP'ê yê Enqereyê Vezîr Coşkun Parlak, Hevseroka Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Enqereyê Fatîh Kanat, Dayikên Aştiyê, nûnerên rêxistinên sivîl di merasîma vekirinê ya komeleyê amade bûn. Di axaftinên merasîmê de bal kişandin ser girîngiya axaftina bi hemû zaravayên kurdî.
 
Serokê damezrîner ê Anka-Derê Kemal Mûkremîn Barût axivî û bal kişand ser polîtîkayên asîmîlasyonê yên bi sedan sal in li ser zimanê kurdî tê meşandin û diyar kir ku ew ê li Anka-Derê kursên ziman û hunera kurdî li dar bixin.
 
Piştre jî beşdaran li ser polîtîkayên mêtingeriyê yên li ser çanda kurd mînakên jiyana xwe dan û xwestin li dijî vê yekê têkoşîn bê mezinkirin. 
 
Merasîma vekirinê bi xwendina helbest, dengbej û awazên kurdî bi dawî bû.