Ji Rênas Jiyan berhemeke nû: Êvar Încas in Şev Kersele

img
AMED - Pirtûka helbestan a Rênas Jiyan a bi navê "Êvar Încas in Şev Kersele" ji Weşanxaneya Belkiyê derket. Rênas Jiyan bi berhema xwe ya nû, hestên dayikên dilbikeser bi ser dilê xwe ve, hestên xwe jî bi ser dilên xwîneran ve diwerivîne.
 
Rênas Jiyan ku weke avakarê ekola hunerî û ramanî ya "Çirûskîzm" hate nasîn û bi pirtûka helbestan a pêşî Janya di dil û mejiyê wêjehezan di cihê xwe girtibû, bi berhemeke nû derkete pêşberî xwînerên xwe. Pirtûka Rênas Jiyan a bi navê "Êvar Încas in Şev Kersele" ya helbestan ji Weşanxaneya Belkiyê derket. Pirtûk ji neh beşan pêk tê. Helbestên beşa yekemîn ku ji êş û kulên civakê werivîne di bin serenavê "Roj-name" de cih girtine. 
 
"genimê me,
kenê me,
temenê me,
ava me,
ezmanê me,
darên me,
wê dîsa şîn bibin…
lê hûn…
ên ku ruhê we qurm e…
hêza we,
navê we,
dewleta we,
xulamên we,
payetiya we,
çekên we,
xezeba we,
her tiştê we…
hûn ê hişk bibin..."
 
Helbestên di bin serenavê beşa "Roj-name" de cih girtine ji bo Egît Îpek, Haqan Arslan, Emîne Şenyaşar, Mirad Yûrtgul, Sara, Ronahî, Rojbîn, Mîr, E.Rehman, Evîn, Sêvê, Pakîze, Fatma, Osman Şîban, Serwet Tûrgût, Garîbe Gezer û hemû pakrewanan hatine nivîsîn. Helbesta ku 'ji bo Egît Îpek, Haqan Arslan û hemû hestî-zêr-an' hatiye nivîsîn wiha ye:
 
“çavên diya min
odeyên ku zivistanî sobe lê vênakevin
hêsirên wê
di baranê de
mirîşkên li ser qirşikên şil lûsiyane
dêmên wê du masî ne
dibiriqin ji girî
rûyê diya min bajarekî tarî
ruyê diya min roboskî
ez jê re dibêm: 
hey dilê, hey arî-kilê!
ê di pakêta kargoyê de ne ez im
ez êvarî, çilê zivistanî
di tûrikê destê bavê xwe de berfeke esmer im
nehêle kes pê li berfê bike dûre ez ê biêşim
her kes bi zayîna xwe diya xwe diêşîne
niha di hişê te de her tişt dirize:
xezal dirizin
stêrk wek keriyên kûçikan direyin
zimanê te kincekî di seqemê de
li ber bayê kur hatiye raxistin
dilê te nepixiye
wek pirtûka av bi ser de hatibe rijandin
hestiyên min
di hembêza diya min de
beştên banê welatekî ne
hestiyên min
ji ezmanekî spîboz mohra hîveke şîn e
azadî pê hatiye tesdîqkirin”
 
Rênas Jiyan helbestên din yên pirtûkê di bin serenavên "Marketa Helbestan", "Helbestên ‘Roman’kî", "Belek Belek", "Helbestên Zanistî", "Sînemaname", "Senfoniya Hejariyê", "Bavê Fexriya" û "Xewwerîn" de kom kirine. 
 
“durû bûne çira şîr
ên bêrûmet bûne everest
kevirên depresif
giriyên min dipelçiqînin
ez ê her tim dojeha bêbextan bim.”
 
Rênas Jiyan bi berhema "Êvar Încas in Şev Kersele" hestên dayikên dilbikeser bi ser dilê xwe ve, hestên xwe jî bi ser bi ser dilên xwîneran ve diwerivîne.
 
RÊNAS JIYAN KÎ YE?
 
Rênas Jiyan, di sala 1974’an de li Qosera navçeya Mêrdîne ji dayik bû. Dibistana seretayî, navîn û lîse li Qoserê xwend. Piştre li Zanîngeha Dîcleyê Beşa Mamostetiya Seretayî kuta kir û bû karmendê dewletê. Lê dev ji karmendiya dewletê berda. Kovara Çirûskê derxist û weşanxaneya Belkî’yê ava kir. Heya niha gelek pirtûkên helbestî, şano, kurteçîrok, hevpeyvîn, ceribîn-rexne, teori-felsefe, analiz û roman nivîsîne. 
 
BERHEMÊN WÎ
 
* Janya (helbest) 1999
* Koleksiyona Çirûskan Mexzena Xwînê (helbest) 2003
* Di Tuwaletê De (şano) 2006
* Ji Şevê Re Çend Têgehên Dera Hanê (ceribîn) 2008
* Çirûskîzm: Li Ser Goşt û Agir û Hunerê Lêkolîneke Fenomenolojîk (teori-felsefe) 2012
* Diêşiya (helbest) 2013
* Wêjeya Kurmancî: Pênûsên Çardederb (analîz) 2015
* Spîtama (roman) 2016
* Ponijîn (ceribîn) 2016
* Dîn û Şîn (helbest) 2016
* Bacanên Pelçikî (roman) 2017
* Stranên Sor Niviştên Mor (roman) 2018
* Bîna Petêxan Ji Hêsirên Min Tê (kurteçîrok) 2019
* Berfwerîn (helbest) 2020
* Kavirên Anarşîst (roman) 2021
* Em Ketin Peyv Me Xwe ji Bîr Kir (hevpeyvîn) 2022
* Êvar Încas in Şev Kersele (helbest) 2023
 
MA / Abdurrahman Gok