Promiyera lîstika 'Tenê Fedê' sibê ye

img
WAN – Promiyera lîstika “Tenê Fedê” ya Şanoya Mencel a Wanê dê bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê sibê derkeve ser dikê. 
 
Şanoger Fatma Şelem a li Şanoya Mencel a Wanê lîstikvaniyê dike lîstika “Tenê Fedê” nivîsand. Lîstik bi kurdî ye. Lîstik bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê sibê derdikeve ser dikê û promiyera xwe pêk tîne. Lîstik dê saet di 15.00’an de li Şanoya Mencel derkeve hemberî şanohezan. Dê jin bêheq li lîstikê temaşe bikin. 
 
Lîstik bi awayek trajedî hatiye amadekirin. Nemazeya vê lîstikê ew e ku ev lîstika duyemîn a jinan e. Lîstik ji aliyê Fatma Şelem û Dilvîn Abî ve lîstin û Bêrîvan Bûdakbeyoglû jî li teknîka lîstikê berpirsiyar e. Derhêneriya lîstikê jî Narjes Esakhr a dramaturga ji Îranê dike. Lîstik qala çîroka trajedîk a Fedê ku hêj 12 salî ye ji bo birayê xwe wek “berdêl” tê zewicandin dike. Her wiha lîstik balê dikişîne ser zewaca di temenê zarokatiyê de ku di roja me ya îro jî di rojevê de ye. 
 
Şanoger Fatma Şelem û derhêner Narjes Esakhr qala lîstika xwe kirin.