NAVENDA NÛÇEYAN - Polîsan bi ser avahiya MED-DER'ê ku xebatên zimanê kurdî dike û bi ser avahiya Payîz Pirtûkê ve girtin. Polîsan li Qoserê jî bi ser gelek malan de girt û gelek kes kirin binçavan.
Polîsan vê sibêhê li Amedê bi ser avahiya Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandên Mezopotamyayê (MED-DER) ku xebatên zimanê kurdî bi rê ve dibe û avahiya Payîza Pirtûkê ve girtin. Hat zanîn ku gelek xebatkarên MED-DER'ê hatine binçavkirin. Li avahiya MED-DER'ê û Payîz Pirtûkê lêgerîna polîsan didome.
Ji sala 2017'an vir ve MED-DER li Amedê dersên zimanê kurdî dide.
MÊRDÎN/QOSER
Li navçeya Qoserê ya Mêrdînê jî polîsan bi ser gelek malan de girt. Hat zanîn ku rêveberên HDP'ê yên berê Necla Kaya, Abdulganî Ferîtogûllari û Yasemîn Demîrkaya jî di nav de gelek kes hatin binçavkirin. Hat diyarkirin ku binçavkiriyan birine Fermandariya Cendirmeyan a Bajêr.