Bandora qeyûman a li ser çand û hunerê nîqaşkirin
- çand û huner
- 21:13 22/2/2020
Kovara Zrîngê bi deng û awazên hunermendên kurd banga xwedî derketinê û abonetiya kovarê kir. Kovar dîmenê banga hunermendan li ser Twîtterê belav kir.
Lîstikvana Şanoya Mencelê Dilvîn Abî, di hunerê de bal kişand bikaranîna zimanê kurdî û got: "Ê gelekî li ser piya dihêle û hêzê dide gel ziman e." Abî, destnîşan kir ku zimanê qadên jiyanê hemûyan bi kurdî be.
Kovara Derûnnasiyê Psychology Kurdî 4 sal li pey xwe hişt. Hejmara 10’emîn a kovarê derket. Kovar di vê hejmarê de balê dikişîne ser mijarên wek “Zayendî û civak.”
Endamê Desteya Rêveber ê Tora Ziman û Çanda Kurdî Parêzer Mehmet Emîn Aktar, diyar kir ku beriya her tiştî divê hiqûqnas di nava xwe de bi zimanê xwe biaxivin û got: “Divê zimanê Kurdî di jiyana me de cihekî bigire. Di têkiliyên me de dema em meseleyên xwe niqaş dikin em zimanê kurdî biaxivin û nivîsên xwe jî bi kurdî binivîsin.”
Bi rasthatina 21'ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî yê Navnetewî dê li gelek bajaran sazî û dezgehên kurdan çalakiyên ji bo ziman li dar bixin.
Lîstika "Xewna Şevek Havînê" ya Şanoya Bajar a Amedê, dê li Enqereyê bê pêşandan.
Serledanên qûrsên zaravayên kurmancî, kirmanckî û soranî yên Komeleya Lêkolînên Kurdî yên sedema biharê dest pê kirin.
Li Amedê nivîskarên kurd Komeleya Wêjekarên Kurd vekir. Di dema vekirina komeleyê de Hevseroka Komeleyê Sûltan Yaray diyar kir ku dê bi hev re wêjeyê xurt bikin û pêşve bibin.
Pîrên elewiyan ji bo meha Xizirê diyar kirin ku Xizir di warê bawerî, çand û civakiyî de daxilî qadên jiyanê hemyan bûye.
Hunermend Mîkaîl Aslan, destnîşan kir ku muzîka kurdî ku li dijî polîtîkayên asîmlasiyonê têdikoşe, di heman wextê de ji ber sektora zewqî jî serê wê di belayê de ye û got, piştgiriya hunermendên muzîka kurdî pêş ve dixin nayê kirin.
Li Ziyareta Duzgun Baba ya li navçeya Qislê, ji ber şertên zivistanê piştî 50 salan Cema Xizir hat kirin.
Wêjegeh Amed li ser folklora kurdî û çanda dengbêjiyê panelek li dar xist. Li ser berhevkirina folklor û dengbêjiyê axaftin hatin kirin. Dengbêjan jî kilam gotin.
Tembûr hemû êş, hezkirin û azarên civakê tîne ziman. Bi taybetî ji bo elewiyan xwedî cihek girîng e. Hosteyê tembûran Dogan Koşan got ji bo ew vê çandê nede jibîrkirin têdikoşe.
Hunermend Agît Işik piştî albûma xwe ya yekem a bi navê “Lorîna Sibê”, niha jî bi albûma xwe ya duyem “Hez” li pêşberî mûzîkhezan e.