Bi hunera xêzê texrîbata şer ji ser xwe davêjin
- çand û huner
- 09:15 19/6/2019
Hevjînên hev Hasna Tahhan û Muhyîddîn El Bedîncîkî ku ji Helebê koçî Dîlokê kirin, niha bi xetatiyê wê texrîbata şerî ya li ser xwe davêjin.
Hevjînên hev Hasna Tahhan û Muhyîddîn El Bedîncîkî ku ji Helebê koçî Dîlokê kirin, niha bi xetatiyê wê texrîbata şerî ya li ser xwe davêjin.
Helbetsvan-nivîskar Ayhan Erkmen ku li ser hesabên xwe yên medyaya civakî çîrokên kurdî vedibêje, diyar kir ku çîrok ruhê mirov baş dike. Ji bo ev çand bidome wê Erkmen gund bi gund bigere û çîrokan vebêje.
Hejmara 3’yemîn a Biçûkêd Kurmancan ku weke “fanzîneke bi rihê şûm û şêwaza rehet derdikeve” tê pênasekirin derçû. Helbestên di fanzînê de bi piranî îronîk û rexneyî, nûjen û ezmûnger in.
Hewldana Jiyankirina Heskîfê xwest projeya Bendava Ilisûyê bê rawestandin û got: “Hêj ku nebûye dereng em li bendê ne ku fikrê însanan û wîjdan bikeve tevgerê.”
Galaya belgefîlma "Xaça Veşartî (Sakli Hac)" a ku qala ermeniyên kirine misilman dike li Eywana Sînemayê ya Navenda Çand û Kongreyê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê hat pêşandan.
Manos Kîtapê li Pirtûkxaneya Lîlav a li Amedê ji bo danasîna pirtûka helbestan a "Geldîm Sana" ya helbestvan Îlhan Samî Çomak ku 25 sal in di girtîgehê de ye bernameyek li dar xist.
Li Nisêbînê, derhênerê ciwan Resûl Kaya, jiyana "dînan" kir belgefîlm. Navê belgefîlma Kaya "Meşa Koran" e.
Habîbe Daşgin peykerên xwe yên ji têlan bi pêşangehekê derxist pêşberî xelkê. Daşgin got: “Têl parçeyekî hunera min e, piştî ku ez şikil didim wê, ew dibe huner, ez bi vî çavî li têlan mêze dikim."
Girtîgeha Tîpa D a Amedê bi hêceta “dê saziyê biçûk bixîne û zirarê bide rûmetê” pirtûka “Kê gurçik xwar? (Bobregî Kîm Yedî?)” ya Ozgur Amed nedan girtî.
Hunermend Sîmla Ûgûr ku feraseta tevna kevşop li nêzikayiya modern disepîne got ku tevn ji bo rêwitiyeke û li hemberî zîhniyeta baviksalar ku jinê dîl digire serhildan e.
Mihrîcana Zarokan a Sûrê ku bi tevkariya 20 saziyan hat lidarxistin, li Kirklar Daxiyê bi şahiya bafirokan bi dawî bû.
Di Mîhrîcana Heskifê ku piştî 3 salan li Heskîfê di çarçoveya bîranîna Îmam Abdullah de tê lidarxistin de banga ku destûr neyê dayîn ku naçveya dîrokî di bin avê de bimîne hat kirin.
20 saziyên Amedê ku di lidarxistina Mîhrîcana Zarokan a Sûrê de cih girtin, Forûma Xebatên Zarokan li dar xistin.
Şaredariya Cizîrê ya HDP'î şahiyeke bi coş a muzikê li dar xist. B sedan kesên ku beşdarî şahiyê bûn, heta saetên dereng ên şevê li ber stranên ji hev xweştir kêf kirin.
Pirtûka “Kurdgalnamek” ku bi farisî hatiye nivîsandin û piştî ku di sala 1943'an de hat ditin li zaravaya soranî hat wergerandin, ji aliyê Weşanxaneya Azad ve li zaravaya kurmancî hat wergerandin.