'Pêşketina wêjeyê girêdayî perwerdehiya bi zimanê zikmakî ye'
- çand û huner
- 09:03 11/1/2023
Nivîskar Sîdar Jîr bilêv kir ku divê wêjeya kurdî bibe milkê dinyayê û got: “Ya girîng divê wêjeya kurdî, erebî, farisî û tirkî baypas bike. Ji ber ku her sê jî zimanên hegemon ên li ser zimanê kurdî ne û dixwazin li ser ziman jî bibin desthilatdar. Divê berhemên kurdî rasterast ji kurdî bên wergerandin. Ne bi rêya erebî, farisî û tirkî.”