Romana nû ya nivîskar Hacay Yilmaz derçû
- çand û huner
- 09:13 06/2/2021
Romana "Acilari Ortakti" ya nivîskar Hacay Yilmaz derket. Yilmaz, di romana xwe ya navbirî de bal dikişîne ser êş û azarên mirovên ku bûye şahidê çîrokên wan.
Romana "Acilari Ortakti" ya nivîskar Hacay Yilmaz derket. Yilmaz, di romana xwe ya navbirî de bal dikişîne ser êş û azarên mirovên ku bûye şahidê çîrokên wan.
Li Mêrsînê mamosteyên ku piştî girtina KURDÎ-DER'ê komên xwendinê ava kirin, bang li her kesî kirin ku xwedî li zimanê xwe derkevin.
Weşanên Avesta di destpêka sala 2021'an de bi 5 pirtûkên nû derket pêşberî xwendevanan. Antîgonî (werger), Dewleta Cihûyan (werger), Kurt Hakîm Faîk Bucak'ın Yaşamı (Tirkî), Romeo û Juliet (werger) û Mirîşka Kulek di refên pirtûkxaneyan de cihê xwe girtin.
Berga yekemîn a pirtûka Kakşar Oremar a bi navê "Yadîgarên Komara Kurdistan a Sala 1946’an-1" ji hêla Weşanên Sîtavê ve hat çapkirin. Bi saya hevpeyvîn, analîz, bîranîn, wêneyên arşîvê, mirov dîroka Komara Kurdistanê fêr dibe.
Gerînendeyê Weşana Giştî yê yekem kovara wêneromanî ya zarokan a kurdî GOG'ê Îmam Cîcî, anî ziman ku armanca wan, xêzkaran bigihînin.
Hejmara 3’yan a kovara wêjeyî, çandî û civakî Bernamegehê derket.
Weşanxaneya Aramê 3 pirtûkên nû çap kirin. Pirtûka çîrokan "Dewran" û romana "Leylan" ên Hevserokê Giştî yê HDP'ê yê berê Selahattîn Demîrtaş bi kurmancî û pirtûka helbestan "Dag-i Devran" a Harûn Dogan hatin çapkirin.
Qesra Îshaq Paşa ku piştî berfê lê kir, bi ruyê berfê xemilî û xweşiktir bû. Çendî ku dîwarê wê hilweşiya be jî hîn jî wê ezametiya xwe nîşan dide.
Dengbêjê navdar ê herêma Botanê Cemalê Mihê yê koça dawî kir, stran, hezkirin û dengê xwe yê xweş li pey xwe hişt. Dengbêj Ehmed Bîlge got divê şûna hunera Cemalê Mihê vala nemîne. Xwişka wî Safiye Ertak jî anî ziman ku birayê wê dengbêjê êş û elemên gelê kurd bû.
Li Serêkaniyê girikên li nav eraziyên çandiniyê yên di bin berpirsiyariya qada TÎGEM’ê de hatin tunekirin. Bermayên dîrokî yên ji girikan derxistine jî danîne qada şantiyê.
Seta folklorê ya bi navê “Zargul” ku ji 3 pirtûkan pêk te ji Weşanên Wardozê derket.
Xwarina kevnar û dewlemend Zirfet hîn jî li Dersimê tê çêkirin û ser sifreyan dixemilîne. Zirfet, piranî ji bo kesên xeydan li hev bên tê çêkirin.
Dengbêjê navdêr ê herêma Botanê Cemalê Mihê jiyana xwe ji dest da. Mihê ku nexweşîna pençeşêrê lê peyda bûbû û tedawî dibû, ji ber şewba Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest da.
Bawer Berşev ê ji Sekterya Tora Ziman û Çanda Kurdî, diyar kir ku ew ê di 21’ê Sibatê Roja Cîhanê ya Zimanê Zikmakî de li ser medya civakî de bi sernavê “Ez di zimanê zikmakî de perwerdehiyê dixwazim” kampanya îmzeyan bidin destpêkirin û banga piştevaniya kampanyayê kir.
Derhêner Ozkan Ûlûcan ku ji bo zaravayê kirmanckî winda nebe li gel Sevîm Kahraman bi navê "Klamlarin Ardinda Dersim Sanatçilari" dest bi amadekariya belgefîlmeke metrajdirêj kiriye got: "Em ê bi zimanê deng û dîtbariyê behs bikin ku bê ka çi ji dest me diçe."