Ji Merkel û Draghi daxuyaniya peymana penaberan

  • cîhan
  • 10:57 22 Hezîran 2021
  • |
img
ENQERE - Serokwezîra Almanyayê Angela Merkel, diyar kir ku divê ji bo penaberên Sûriyeyê  piştgiriya malî ya Tirkiyeyê bê berdewamkirin û lihevkirina penaberan bê rojanekirin.
 
Serokwezîra Almanyayê Angela Merkel û Serokwezîrê Îtalyayê Mario Draghi, xwestin peymana penaberan a ku di sala 2016'an de bi Tirkiyeyê re hatibû îmzekirin bê dirêjkirin. Angela Merkel, diyar kir ku di dema nû de pêwistî bi perspektîfekê heye û got ku wê mijar rojên pênçşem û înê di Civîna Bilind a Serokên Yekitiya Ewropayê (YE) de bê rojevê. Merkek, xwest ku alikariya ku ji bo Tirkiyeyê bê berdewamkirin û bi nîşandina Mario Draghi, ev tişt got: "Em her du jî xwedî heman fikrê ne ku bêyî hevkariya Tirkiyeyê em ê nikaribin bi pêş ve biçin."
 
PIŞTGIRIYA MERKEL KIR
 
Draghî, gotinên Merkel qebûl kir û bal kişand ser derbasbûnên penaberan ên ji Afrîkaya Bakûr ber bi Ewropayê û wiha got: "Divê ku YE bêtir li Afrîkaya Bakur hebûna xwe nîşan bide. Mijar ne tenê piştgiriya Libya û Tûnûsê ye. Di heman demê de mîna herêma Sahelê divê li welatên jêderkê jî hebûn bê nîşandan. Divê koça qaçax bê kêmkirin û bijarteyên koçberiya qanûnên bên zêdekirin."
 
ÇI BIBÛ?
 
Di 18'ê adara 2016'an de di navbera Tirkiye û YE'yê de derbarê penaberan de paymaneke hatibû îmzekirin. Di çarçoveya vê peymanê de; Tirkiye destûr nedida penaberên sûriyeyî di rêyên qaçax de derbasî YE'yê bibin û di berdêla vê de ji bo bersivandina pêwistiyên penaberan Tirkiye ji YE'yê alîkariya maddî digirt. 
 
HEIKO MAAS
 
Beriya daxuyaniya Merkel Wezîrê Karên Derve yê Almanyayê Heiko Maas jî destnîşan kiribû ku peymana penaberan a bi Tirkiyeyê re bê rojanekirin û gotibû ku berjewendiyeke mezin a YE'ê di vê de heye. 
 
PARTIYA WAN TIŞTEKÎ DIN DIBÊJE 
 
Li aliyê din rexmî van gotinên Merkel û Maas jî partiya wan CDU û partiya hevpara wan a desthilatê CSU'yê jî bi danezaneke hilbijartinê dijî endamtiya Tirkiyeyê ya YE'yê derketin. Partiyan, di danezana xwe de bal kişandin ser binpêkirinên mafên mirovan ên li Tirkiyeyê û gotin ku heke careke din ew bên desthilatê rê nedin ku Tirkiyeye bibe endamê YE'yê.