Parlementoya Belçîkayê jî qirkirina êzidiyan pejirand

  • cîhan
  • 22:52 15 Tîrmeh 2021
  • |
img
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Parlementoya Belçîkayê qirkirina êzidiyan ku di sala 2014’an a ji aliyê çeteyên DAÎŞ’ê ve hatibû kiri, pejirand. Pêşnûme ji aliyê piraniya parlementoyê ve hat pejirandin. 
 
Berî niha meha Hezîranê Komîsyona Têkiliyên Derve ya Parlamentoya Belçîkayê, pêşnûmebiryara derbarê pejirandina Qirkirina êzidiyan de bi yekdengî qebûl kiribû. Parlementoya Belçîkayê jî pêşnûmebiryarê bi piraniya dengan pejirand.
 
Pêşnûmebiryar di 14’ê Tîrmehê daxilî nav rojeva Meclîsa Nûneran Balçîkayê bû. Piştî nîqaşê bi rojekê şeva 15’ê Tîrmehê berpêşî dengdanê hat kirin. 
 
Pêşnûme bi pêşengtiya Parlemeter Georges Dallemagne ji aliyên Koen Metsu, François De Smet, Malik Ben Achour, Michel De Maegd et Samuel Cogolati, Mmes Els Van Hoof, Goedele Liekens et Vicky Reynaert û Wouter De Vriendt ve hat pêşkêşkirin.
 
Piştî dengdanê pêşnûmeya qirkirinê bi desteka hemû koman hat erêkirin. Berî dengdanê Parlementer Koen Metsû ji ANF’ê re axivî û got: “Wê her kes dengê xwe bide. Em bi ser ketin.”
 
Di dema nîqaşê de ji Demokratên Xiristiyan CHD’ê Georges Dallemagne bal kişand ku beriya salvegera qirkirinê 3’yê Tebaxê dengdan pir girîng e û got: “Li ser rûyê cîhanê li dijî komeke biçûk a civakê pêkhatina sûcek wiha pir bi hovîtî ye. Em qala nêzî milyonek mirov dikin. Ev civaka berî niha nedihat nasîn, îro belavî Rojhilata Navîn û Ewropayê bûye. Civakeke ku tim di dîrokê de êrîş li ser hatiye kirin. Ya girîng ji bo mirovahiya me ew e ku mîna hemû civakan, civakeke li ser ronahiya koka xwe ye.”
 
Ji partiya nîjatperest a Flaman N-VA Koen Metsû jî kêfxweşiya xwe ya ji destekdayîna pêşnûmeyê anî ziman û got: “Ev, di nava siyasetê de, ji nû ve bawerî da min. Ev biryar dibe hemû pirsgirêkê çareser neke, lê hê jî di destê DAÎŞ’ê de 2 hezar û 500 jin û zarok hene.”
 
Metsû ji hikûmetê daxwaz dikin ku demek berî demekê ‘planeke lihevhatî pêş bixe.’
 
Ji partiya Derdor Ecolo Samûel Cogolatî êrîş weke qirkirin pênase kir û got: “Helwesteke me ya ku em vala bisekinin tune ye. Ev hovîtî ne tenê sûceke li dijî mirovahiyê, di heman demê de qirkirin (…) pêkanîna edalet, ketina tevgerê, ji wan hesabxwestin, dîsa ji bo berpirsên sûcên qirkirinê bên darızandin, divê her tişt bê kirin." 
 
SÛCÊN HATINE KIRIN
 
Di pêşnûmeya bi zimanê Fransî û Flamanî ya ji 10 perî pêk tê de, sûcên li ser Êzidiyan hatiye rêzkirin.
 
Di pêşnûmeyê de bal kişandine ser van xisûsan: “Ji sala 2014’an û vir ve DAÎŞ’ê di serî de Êzidî, Asûrî, Suryan, Keldanî, Şebek, Tirmen, Kurd, Elewî, hevzayendî, Misilmanên Sunî yên li derveyî helwestên li dijî hiqûqên dewleta îslamî û komên din kirine hedef.
 
Di nava van zilman de bi taybet yên Êzidî kirin hedef, bi awayekî sîstematîk û tundraw, bi pername û sîstematîk mêr qetilkirin, firotin şef û leşkeran, piştre keç û jinên ciwan li berdêla fîdyeyek mezin a malbatan weke koleyên zayendî hatin bikaranîn, êşkencekirina jinan a ji ber serîvekirinê, jin, mêr û zarok bi zindî veşartin, zarok fêrî madeyên hişbir kirin, bi zorê ew kirin misilman, vegerandina leşkeran... Baxçeyên fêkiyan ên van girseyan hatin şewitandin, lawirên wan hatin dizîn, li qadên çandinê mayîn hatin çandin.”
 
DAXWAZÊN JI HIKÛMETÊ
 
Sûcê qirkirinê li dijî Êzidiyan ku DAÎŞ’ê li Iraq û Sûriyê, ji sala 2014’an û vir ve dike, dipejirîne û mehkûm dike:
 
Daxwazên ji hikûmetê hatin kirin ev in:
 
1-Hemû rêz û rêbazên yasayî yên navxweyî û navneteweyî bi kar bîne da ku tawana jenosîdê ya ku DAÎŞ’ê li dijî Êzidiyan li Iraqê û Sûriyê kir teqez bê ceza nemîne;
 
2-Teşwîqkirin û destekdayina hewldanên dadweriya Belçîka ya ji bo destnîşankirin û darizandina sûcdarên Belçîkî yên muhtemel ku li dijî civaka Êzidî sûc kirine;
 
3-Bi Êzidiyên ku dixwazin vegerin gund û bajarên xwe bibin alikar; bi taybetî daxwaz bê kirin ku peymana di navbera hikûmeta herêma Kurdistanê û hikûmeta navendî ya Bexdayê re hatiye çekirin, bê bicihanin; Ji bo vê yekê jî pêşniyara ‘çavdêriya navneteweyî ya peymanê’ bê kirin.
 
4-Destekdayina jinûveavakirina bajar û gundên hatine hilweşandin.
 
5-Alîkariya mirovî ya taybet pêşkêşî kesên ku rastî tundiya zayendî, koletî û kiryarên din yên dermirovî hatine bê kirin.   
 
YÊN WEKE QIRKIRIN QEBÛL KIRIN
 
Qirkirina Êzidiyan hê li Konseya Ewlekariya NY’yê û ji aliyê dadgehek navneteweyî ve nehatiye qebûlkirin. Lê tîmeke lêpirsînê ya NY’yê gihişte wê yekê ku qirkirin e.
 
Parlemetoya Ewropa, Meclîsa Parlementer a Konseya Ewropayê, Meclîsa Nûneran a DYE’yê, hovîtiya DAÎŞ’ê ya li Êzidiyan wek qirkirin nîşan da.
 
6’ê Tîrmehê pêşnûmeya Parlementera yekîtiya Demokrat a Xiristiyanan a Holanda (CDA) ku pêşkêşî Parlamentoya Hollandayê kiribû, Fermana 3'yê Tebaxa 2014'an a li ser civaka Êzidî ya Şengalê weke jenosîd, ango qirkirina Êzidiyan pejirand.