Li Belçîkayê dîsa lehî rabû

  • cîhan
  • 10:13 25 Tîrmeh 2021
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN – Li Belçîkayê ji ber barîna zêde ya baranê carek din lehî rabû. 
 
Li Belçîkyê 10 roj berê ji ber barîna zêde ya baranê lehî rabûbû û 37 kesan ji ber karesata lehiyê jiyana xwe dest dabûn. Dîsa li bajarên Namûr û Dinant ên dikevin başûr û rojhilatê welat cih digirin barîna baranê zêde bariya û rê li ber lehiyê vekir. Ji ber bobelata lehiyê rê hatin girtin û gelek mal hatin valakirin. Gelek mal û dikan di bin avê de man. Nehat zanîn ku ka kes jiyana xwe ji dest daye an na.