Çîn: Tirkiye Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dagir dike

  • cîhan
  • 13:49 28 Cotmeh 2021
  • |
img
NAVENDA NUÇEYAN - Alîkarê Nûnerê Daîmî yê NY'ê yê Çînê Geng Shuang, di rûniştina Konseya Ewlehiyê ya Netewên Yekbûyî de axivî û diyar kir ku Tirkiye Bakur û Rojhilatê Suriyeyê dagir kiriye. 
 
Alîkarê Nûnerê Daîmî yê NY'ê yê Çînê Geng Shuang, di rûniştina Sûriyeyê ya Konseya Ewlehiyê ya Netewên Yekbûyî de axivî û diyar kir ku Tirkiye Bakur û Rojhilatê Suriyeyê dagir kiriye. Geng, destnîşan kir ku bi dagirkeriyê re Tirkiye ambargoya avê jî li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk tîne û hiqûqa navnetewî bin pê dike. Geng, bi lêv kir ku ji kêmbûna ava Firatê û birîna ava tesîsên Elokê Tirkiye berpirsyar e û bang li Tirkiyeyê kir ku li gorî hiqûqa navnetewî tevbigere.