NY’ê xwest ku derheqê komkujiya Zaxoyê de lêpirsîn bê destpêkirin

  • cîhan
  • 13:57 22 Tîrmeh 2022
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Neteweyên Yekbûyî (NY) komkujiya Tirkiyeyê ya li Zaxoyê şermezar kir û ev bang kir: “Divê di zûtirin demê de lêpirsîneke berfireh were destpêkirin.” 

 
Neteweyên Yekbûyî (NY) têkildarî komkujiya Tirkiyeyê ya li gundê Perex ê Zaxoyê ku 2 jê zarok bi giştî 9 sivîl qetil kiribû, peyamek parve kir û komkujî şermezar kir. 
 
Di daxuyaniya ji hêla Berdevkiya Sekreterê Giştî yê NY’yê ve hatiye kirin de wiha hat gotin: “Sekreterê Giştî topbarana li dijî navçeya Zaxo ya Dihokê ya Herêma Federal a Kurdistanê ku di encamê de 8 sivîl hatin qetilkirin û 23 sivîl jî birîndar bûyîn, şermezar dike.”
 
Di daxuyaniyê de bang hat kirin ku di zûtirin demê de lêpirsîneke berfireh bê destpêkirin. 
 
YE’YÊ ÊRIŞ ŞERMEZAR KIR
 
Ofîsa Nûnerê Bilind ê Têkiliyên Karê Derve û Polîtîkaya Ewlekariyê yê Yekitiya Ewropayê (YE) Josep Borrell jî daxuyaniyek da û wiha got: “YE bi gelê Iraqê re ye. Hedefgirtina sivîlan tê wateya binpêkirina hiqûqa navneteweyî. Divê lêpirsîneke bibandor were destpêkirin.”