Parlamentoya Iraqê dê îro bi mijara Qetlîama Zaxoyê bicive

  • cîhan
  • 10:10 23 Tîrmeh 2022
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Parlamentoya Iraqê wê îro li ser Qetlîama Zaxoyê ya ji aliyê Tirkiyeyê ve pêk hat, civînek taybet li dar bixe.

 
Di 20’ê Tîrmehê de Tirkiyeyê seyrangeha li gundê Perex ê Zaxo topbaran kir û di encamê de yek jî pitik 9 geştiyarên ereb jiyana xwe ji dest dan û 23 kes jî birîndar bûbûn. Wê îro Parlamentoya Iraqê bi mijara Qetlîama Zaxoyê civînek taybet li dar bixe.
 
Li gorî bernameya civînê, wê Wezîrê Parastinê û Serokerkanê Artêşa Iraqê tev li civînê bibin.