Li Pakistanê di êrişê xwekuj de hejmara miriyan ji 50 kesî bihûrî

  • cîhan
  • 14:06 29 Îlon 2023
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Di êrişa xwekujiyê ya li eyaleta Belûcistan a Pakistanê nêzî mizgeftekê pêk hat de, hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane ji 50’ê derbas kir.
 
Rayedarên tenduristiyê û polîsan ragihand ku roja inê li eyaleta Belûcistan a li başûrê rojavayê Pakistanê, mirov ji ber qendîlê li ber mizgeftê kom bûn û di wê navberê de teqînek pêk hat.
 
Mirovên ku ji bo pîrozkirina roja jidayikbûna Pêxemberê Îslamê H.z Mûhammed hatin ba hev, di êrişê de hatin hedefgirtin. Li gorî çavkaniyên tenduristî û polîsan herî kêm 52 kesan jiyana xwe ji dest dan û zêdeyî 50 kesan jî birîndar bûn.