Stranbêja filistînî Amîne hate binçavkirin

  • cîhan
  • 16:16 17 Cotmeh 2023
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Polîsên Îsraîlê stranbêja filistînî Dellal Ebu Amîne binçav kirin. 
 
Polîsên Îsraîlê stranbêja filistînî Dellal Ebu Amîne binçav kirin û têkildarî mijarê daxuyanî dan. Hat ragihandin ku Amîne bi îdiaya “li ser hesaba xwe ya medyaya dijîtal piştgirî daye Filistînê û bûyer sor kirine” hatiye binçavkirin. 
 
Polîsan xwestin dema binçavkirinê ya stranbêja filistînî dirêj bike û li ser vê daxwazê sewqî Dadgeha Cezayên Sulhê ya Nasirayê.