Li îranê 9 kes hatin darvekirin

  • cîhan
  • 19:51 23 Cotmeh 2023
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN– Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê, daxuyand ku di meha Îlonê de li bajarên cuda yên Îranê 9 kes hatine darvekirin. 
 
Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê, daneyên meha Îlonê yên binpêkirinên mafan ên li Îranê daxuyandin. 
 
Li gor daxuyaniyê di nava meha Îlonê de 14 kolber ji aliyê leşkerên rejîma Îranê ve hatin birîndarkirin û 2 kolber jî hatin kuştin. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku 2 kolber jî ji ber teqîna mayinan jiyana xwe ji dest dane. Her wiha di daxuyaniyê de hat gotin ku li Serdeşt û Pîranşahê jî 3 jin ji aliyê xizmên xwe ve hatine kuştin. 
 
48 KES HATINE BINÇAVKIRIN
 
Di daxuyaniyê hat diyarkirin ku 48 welatî ji ber tevlî çalakiyên sivîl û siyasî bûne li Urmiye, Sinê, Îlam û Tehranê hatine binçavkirin û ji wan hin kes hatine girtin. 
 
 
9 KES HATIN DARVEKIRIN
 
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku li Sinê, Seqiz, Mehabad, Îlam, Urmiye, Meşhed û Kirmanşayê der barê 11 kesan de biryara darvekirinê hatiye dayîn û li girtîgehên Xoremawa, Hemedan û Kereçê 9 kurd hatine darvekirin. Her wiha hat daxuyandin ku girtiyên bi navê Neyîb Eskerî û Abdulezîz Gul Mihemedî jî li girtîgehên Urmiyeyê dest bi greva birçîbûnê kirine.