Li Îdlibê balafireke şer a Rûsyayê hat xistin
- cîhan
- 21:48 03/2/2018
Balafira şer a Rûsyayê li bajarê Îdlibê yê Sûriyeyê hat xistin.
Balafira şer a Rûsyayê li bajarê Îdlibê yê Sûriyeyê hat xistin.
Fermandarê DYA’yî Joseph Votel, der barê şerê QSD li Bakurê Sûriye dimeşîne xwest cîhan minetdarê QSD’ê be û wihagot: "Desteka me ya ji bo QSD’ê wê bidome.
Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron, Tirkiye der barê Efrînê de hişyar kir û xwest operasyona li ser Efrînê nebe dagirkeriya Efrînê.
Heyeteke HDP'ê ya ji akademîsyen û parlamenteran pêk dihat, li meclîsa federal a Elman bi nûnerên partiyên siyasî re rûnişt û bal kişand ser rewşa Efrînê û xwest li dijî êrîşên li ser Efrînê bêdeng nemîne.
Partiyên siyasî, rêxistinên civakî yên sivîl û parêzvanên mafên mirovan ên li Arjantîn û Brezîlyayê piştgirî dan Efrînê û banga lezgîn kirin ku her kes li Efrînê xwedî derkevin.
Partiya Keskan a li Elmanya, di kongreya xwe de êrîşên li ser Efrînê şermezar kir û xwest êdî Almanya bes çekan bifiroşe Tirkiye.
Li paytextê Kabilê yê Afganîstanê bi ambulansa ku bombe bar kiribûn êrîş kirin. Di erîşê de herî kêm 95 kesan jiyana xwe ji dest dan û 158 kes jî birîndar bûn.
Li Swêdê komek siyasetmedar û rewşenbîr bang li hikûmeta Swêdê û dinyayê kirin ku li dijî şerê TSK-OSO ku bi daxwaza hikûmetê pêk hat rawestin û şer rawestînin.
Serokê Koma Çepgir a Ewropaya Yekbûyî ya MPKE’yê Tiny Kox, bang li Tirkiyeyê kir ku dawî li mudaxileya leşkerî bîne.
Wezareta Parastinê ya DYA’yê di daxuyaniya xwe ya ewil a ji bo Efrînê de bang kir ku hemû alî xwe ji şidetê dûr bixin.
Hevserokatiya Desteya Rêveber a Federaliya Bakurê Sûriyeyê bang li hemû gelên Bakurê Sûriyeyê û giştî Kurdistanê kir ku li dijî van destdirêjiyên Tirkiyeyê serî hildin. Tevgerên Gel ên Navneteweyî jî li dijî êrîşên Tirkiye daxuyanî da û got "Şerê Tirkiyeyê yê li dijî Efrînê bisekinîne, Efrînê biparêzin." Li Silêmanî jî, Gruba Dengê Şeqame (kolan) bi heman armancê daxuyanî dan û êrîş şermezar kirin.
Wezareta Ewlehiyê ya Rûsyayê diyar kir ku wan leşkerên xwe ji Efrînê kişandine.
Li eyaleta Aktobe ya Kazakistanê otobusa rêwiyan şewitî. Di bûyerê de 52 rêwiyan jiyana xwe ji dest dan.
Parlementoya Ermenîstanê pêşnûmeya Jenosîda Êzidiyên li Şengalê ji aliye DAIŞ’ê ve pêk hat, qebûl kir.
Saziya Fikrî ya Freedom House (Mala Azadiyê) ya navenda wê li Washingtonê ye, Rapora Azadiya Cîhanê ya 2018’an aşkera kir û diyar kir ku Tirkiye yekemîn care ku di nav welatên ne azada de cih digre.