Li Afganistanê 29 kes û li Şamê 35 kes hatin kuştin
- cîhan
- 18:29 21/3/2018
Li Paytextê Afganistanê Kabilê di pîrozbahiya Newrozê de êrîşa xwekujiyê pêk hat. Di êrîşê de herî kêm 29 kes hatin kuştin û 50 kes jî birîndar bûn. Li Paytextê Sûriyeyê Şamê jî êrîşa bi roket pêk hat. Di êrîşê de herî kêm 35 kesan jiyana xwe ji dest dan.