ENQERE - Berpirsiyarê Projeya Avhewa û Enerjiyê ya Greenpeace Akdenîzê Gokhan Ersoy, anî ziman ku pêkerên ewil ên ku dibin sedema krîza avhewayê, ne bikaranîna şexsî, ne helwest û tebîetên şexsî ne. Ersoy, bilêv kir ku pergala cîhanê ya heyî, ji dêvla parastina mirov û xwezayê, şîrketan û kapîtalîzmê diparêze.
Her diçe germbûna kûrewî û guherîna avhewayê hîn bêtir bandorê li tevahiya cîhanê dike. Jixwe "Rapora Rewşa Avhewayê 2020" ku Rêxistina Meteorolojiyê ya Cîhanê di 5'ê Mijdara 2020'an de parve kiribû, her tiştî aşkere dike. Li gor raporê, di sala 2018'aan de 208 milyon mirov ji ber guherîna avhewayê muhtacî alîkariyê bûne. Cardin li gor raporê dê di sala 2030'yî de karesatên ji ber avhewayê ji sedî 50 zêdetir bibin.
Berpirsiyarê Projeya Avhewa û Enerjiyê ya Greenpeace Akdenîzê Gokhan Ersoy, krîza avhewayê û sedemên wê nirxandin.
SEDEMÊN GUHERÎNA AVHEWAYÊ
Ersoy, bilêv kir ku ji bo ku mirov behsa sedemên avhewayê bike, divê mirov li dû xwe binere. Ersoya got: "Bi şoreşa pîşesaziyê re, komir, petrol û gaz li gelek qadên me yên jiyanê bi cih bûn, ji bo pêdiviyên me yên enerjiyê. Me ev, li malên xwe, li pîşesaziyê, di rêyan de hwd. tim bi kar anîn. Ji ber vê karbondîoksît û gelek gazên din li atmosferê belav bûne û kom bûn. ev gazên kom bûn, bûn xwedî bandoreke gaza serayê û ev gaz dike ku gerstêrk germtir bibe. Îjar ji karesatên hewayî bigirin heya bi helandina qeşayê, bilindbûn behran jiyan bi xetereyekê re rû bi rû ye."
LI TIRKIYEYÊ ASTA KRÎZA AVHEWAYÊ
Ersoy, da zanîn ku li Tirkiyeyê krîza avê û rengvedana krîza avê ziwabûn e û got: "Li Tirkiyeyê divê em behsa ziwabûnê bikin ku ev rengevdaneke krîza avê ye. Ev pirsgirêk ji ber polîtîkayên derbarê pîşesazî û enerjiyê de rû didin û dibin sedema qirêjiyê. A din jî, kêmbûna çavkaniyên avê ye. Bi salan e ku her diçe li Tirkiyeyê ziwabûn zêde dibe. Her wiha em li bajarên xwe tim bi lehîyan re rû bi rû dimînin. Mesela, li gor daneyên nû sedema piraniya karesatên li Tirkiyeyê lehî ne. Lê cardin jî di warê avê de pirsgirêk heye. Sedema vê jî awayê hatine berf û baranê ye û polîtîkayên bêlankirî yên bajarbûyînê ye. Miqdara barînê geh zêde dibe geh jî kêm dibe. Ji xeynî vê êdî baran ku di sê rojan de bibare, di sê saetan de dibare û li wir ji ber polîtîkayên bajarbûyînê rewş dijwartir dibe. Av naçe çavkaniyên avê, li nav bajar dibe sedema lehiyê. Lewma çavkaniyên avê jî piştî wextekê nikarin xwe nû bikin."
BANDORA SANTRALÊN TERMÎKÊ
Ersoya, destnîşan kir ku li Tirkiyeyê sektora ku herî zêde avê xerc dike sektora santralên termîkê ye û got: "Li cîhanê santralên termîkê li deverên ku 2.2 milyon mirov bi zorê avaê peyda dikin, çavkaniyên avê qirêjî dikin. Bi vê polîtîkaya enerjiyê em bi destên xwe ava xwe qirêjî dikin."
PEYMANA PARÎSÊ
Ersoya, bal kişand ser Peymana Parîsê jî û diyar kir ku heger Tirkiye Peymana Parîsê îmze bike, ji mecbûrî wê dest ji "kampanyaya enerjiya xwecihî û neteweyî" berde û got: "Ji lewra welatekî îmze danîbe bin peymanê, divê hedefên li gor vê jî têxe ajandaya xwe." Ersoya, bilêv kir ku ji 7-8 welatên ku peyman îmze nekirine yek jê jî Tirkiye ye û got: "Em li bendê ne rojek berî rojekê îmzeyê deyne bin peymanê, da polîtîkayeke enerjiya nûker pêk bê."
BANDORA GUHERÎNA AVHEWAYÊ LI TIRKIYE Û CÎHANÊ
Ersoy, destnîşan kir ku li gor raporan heger di têkoşîna li dijî krîza avhewayê de gavên pêwîst neyên avêtin, Tirkiye jî di nav de wê Hewzaya Behra Spî bi ziwabûneke mezin re rû bi rû bimîne. Ersoy got: "Her wiha em dibînin ku pêşerojeke çawa li benda me ye. Jixwe di van salên dawî de me dît wê çawa bibe. Heger wisa dewam bike, wê rekorên germahiyê her tim xwe nû bikin. Wê lehî, firotine û bahozên pir mezin rû bidin. Ev yek wê li Tirkiyeyê jî zêde bibin. Em dibînin ku di her demsalê de hewa dinya bêtir germ dibe. Par hema bibêje li deverên Tirkiyeyê rekorên germahiyê her roj wekî hev bûn. Tê payin ku barîn li derdora Başûr kêm bibe, li hêla Bakur zêde bibe. Ev yek jî dê bibe sedema lehiyê."
PEYWIR DIKEVE SER MILÊ KÎ?
Ersoy got: "Bi krîza pandemiyê re me nêzîkatiyên ji bo mezinbûn û pêşektinê cardin dîtin. Êdî kes nikare înkar bike, çavkaniyên xwezayê bisînor in. Niha em li hember krîza tenduristiyê têdikoşin, lê krîza avhewayê hîn jî didome. Dersgirtin û gavavêtin ji kesan bêtir, peywira hikûmetan e. Sotemeniyên fosîl ên ava me kêm dikin, hewaya me qirêjî dikin divê bên terkirin. Em ê di pêş de fêdeya vê bibînin. Nexasim jî Tirkiye divê hay ji çavkaniyên xwe yên enerjiya nûker hebe û van potansiyelan bi kar bîne. Lê mixabin Tirkiye tenê ji sedî 10'ê ceryanê bi çavkaniyên nûker hildiberîne. Her wiha gava hikûmet li ser siberojê bifikirin, divê li dijî krîza avhewayê, ji bo parastina mirovan bajarên qewî biafirînin. Lê di vir de jî divê hevsengiyek baş hebe. Ji lewra bi polîtîkayên adaptasyonê bil siberoj nebe qurbana îroyîn. Ji bo xelasiya siberojê bikaranîna çavkaniyên enerjiya nûker bivê nevê ne."
MA BI VÊ PERGALA KAPÎTALÎST PÊKAN E?
Ersoy, destnîşan kir ku di pêvajoya pandemiyê de careke derket holê ku pergala heyî ne li ser asasê parastina jiyana mirovan e û got: "Pergala heyî, ji dêvla parastina mirovan û xwezayê şîrketan û kapîtalîzm diparêze. Lewma hikûmet, gava pakêtên li hemberî krîzê pakêtên teşwqîkirinê çêdikin, divê vê yekê jî esas bigirin û hîn bêtir li ser asasên polîtîkayên adil û mirovane tevbigerin. Yan na, heger wisa dewam bike em ê bi rûxandinên mezin re rû bi rû bimînin û yê winda bike wê her tim mirov be."
TÊKOŞÎN
Ersoy, di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku pêvajoya niha ne pêvajoyeke ku li ser kaxezê bê birêvebirin û ji bo xemilandina vîtrinan bê bikaranîn û got: "Bi rastî jî pêdiviya me bi nêvengeke avhewayê heye ku li ser asasê diyalogê bê pêşxistin."
MA / Zemo Aggoz