MÊRSÎN - Piştî biryarnameya Serokomariyê, Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrsînê biryar girt ku li Navçeya Mezîtlî ya Mêrsînê, li şûna 60 hezar dar qada sîteya senayiyê veke. Xwediyên zevî û baxçeyan bertek nîşanî vê yekê dan û diyar kirin ku dixwazin van zeviyên bi bereket bikin qurbana rantê. Meclîsa MHP'ê jî li projeyê xwedî derket.
Piştî Biryarnameya Serokomariyê, li taxa Davultepe ya Navçeya Mezîtlî ya Mêrsînê, biryar girtin ku 360 dolim zeviya 60 hezar darên zeytûn, lîmon, mandalîn û narînçiyeyan lê heye bikin malê cemaweriyê û li şûna wê qada Sîteya Senayiyê ava bikin. Ji sala 2018'an heta niha rêveberên Sîteya Senayiyê armanc dikin ku vê qadê ji senayeyê re vekin. Ji ber qada ku dixwazin sîteya senayeyê lê ava bikin proje 2 salin tê rawestandin. Li qada ku 3 hezar darên zeytûnan lê heye, bi giştî 60 hezar darên mandalîn, lîmon û narînciye heye. Piştî bi Biryarnameya Serokomariyê biryar dan ku 360 dolim zevî bikin malê cemaweriyê, Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrsînê jî biryar da ku bikin malê cemaweriyê. Lê xwediyê zeviyan vê yekê qebûl nakin û diyar dikin ku van zeviyan pêşkêşî rantê dikin. Xwediyê zeviyan anîn ziman ku Serokê Kooperatifa Siteya Senayiya biçûk a Mezitlî Bunyemin Onel ku di heman demê de endamê Meclîsa Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrsînê yê MHP'î ye, di nava hewldanan de ye ku vê qadê bikin qada sîteya senayê.
BIHIŞTA LÎMON Û MANDALÎNA YE
Xwediyê Baxçeyê Narenciye Abdullah Gok, anî ziman ku ji sulaleya xwe de li van zeviyan çandiniyê dikin û wiha got: "Ev zevî ji bo vê projeyê ne li gorî aqilan e. Ji bo vê projeyê rapora Nirxandina Bandora Derdorê (ÇED) negirtine. Zeviye dikin qada rantê. Ev qad ji salên 1950'î heta niha qada çandiniyê û baxçe ne. Vir bihişta Lîmon û mandalîna ye. Li vir nêzî 250 malbat debara xwe dikin. 4 hezar mirov li vir zikê xwe têr dikin. Em destûr nadin ku kes li vir projeyan ava bikin. Dixwazin 20 hezar darên lîmanan, 3-5 hezar darên zeytûnan, 3 hezar darên team jêbikin. Ev gundiyên xwedî bax û baxçe dê biçin ku?
Welatî Elif Gok (59) jî anî ziman ku dixwazin hemû dar û berê rençberan bibirin û wiha got: "Em li vir debara xwe ji baxçeyên narînçiye dikin. Em naxwazin deriyê me yê debarê bê girtin. Dema li vir dar bên birîn ma bila kes dengê xwe neke? "
Parêzer Kubra Erşahin jî anî ziman ku rençber û xwediyê zeviyên narînçeyan 2 salin têkoşîna hiqûqê didin û wiha got: "Li gorî zagonan qada ji bo senayê tê hilbijartin divê herî kêm 5 kilometre dûrî bahrê be. Li vir milkê taybet ê bi sedan welatiyan heye. Ji sedî 98 zeviya vir bi tapo ye. Armanc dikin ku hemû dar û berê li vê zeviyê bibirin. Ku sîteya senayê ava bikin jî tu fêdeya wê nagêje kesan. Bi vê hewldanê dixwazin mudaxaleyî milkên taybet ên welatiyan bikin. Biryarnameya Serokomariyê ne şênber e. Sedem negotiye. Me doza îdarî li Dadgeha Bilind vekir."
Serokê Kooperatifa Sanayê ya Mezîtlî û Endamê Meclîsa Şaredariya Mêrsînê yê MHP'î Bunyamin Onel îdea kir ku Senayiya ava bikin ji bo Mêrsînê pir girîng e.
MA / Omer Akin