Ekolojîstên ku meşiyan Bestayê: Bi têkoşîna rêxistinî em ê bi ser bikevin
- ekolojî
- 11:18 10/9
Ekolojîstên ku li dijî eko-qirkirinê meşiyan Bestayê bal kişand ser girîngiya hevgirtinê û gotin ku bi têkoşîna rêxistinî serkeftin pêka ne.
Ekolojîstên ku li dijî eko-qirkirinê meşiyan Bestayê bal kişand ser girîngiya hevgirtinê û gotin ku bi têkoşîna rêxistinî serkeftin pêka ne.
Çalakvanên Bestayê, texrîbata salên dirêj e li herêmê tê kirin di cih de dîtin. Hin welatiyên piştî 35 salan hatin ser erdê xwe, bi hesret û hêrseke mezin nobet girtin.
Berdevkê Platforma Ekolojiyê ya Şirnexê Adnan Şenbayram ku di dawiya nobeta li Bestayê de axivî, diyar kir ku ew ê têkoşîna xwe mezin bikin û got: “Heta xweza azad dibe dê berxwedana me jî bidome.”
Kesên li Herêma Bestayê tev li çalakiya nobetê bûn, darên cerdevanan birîn di kendalê de avêtin xwarê.
Bi sedan kesên li Herêma Bestayê ya Şirnexê li dijî talankirina xwezayê hatin gel hev, şevê din heta serê sibehê nobet girtin.
Îsal 30 hezar kes hilkişiyan Çiyayê Gilîdaxê ku her sal ji Kurdistan, Tirkiye û Ewropayê bi deh hezaran geştyarên xwecihî û biyanî serdana wê dikin.
Li Bestayê li dijî qirkirina ekolojiyê ya li Şirnexê çalakiya nobedê hat destpêkirin.
Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir di çalakiya li Şirnexê ya li dijî talankirina xwezayê tê lidarxistin de axivî û got: “Divê ji ewil hûn bi dar û ava me re aştiyê bikin."
Birîna daran a li Çiyayê Gabarê li deverên cuda didome. Hat zanîn ku ji ber bertekên gel ên li dijî qirkirina ekolojiyê, darên tên birîn li ser Sêrtê derbasî bajarên cuda tên kirin.
Li gundê Deryayê yê navçeya Şemzînanê li qada daristanê şewat derket û şewat hêj berdewam e.
Nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl ji bo tevlibûna meşa li dijî qirkirina ekolojiyê ya li Şirnex û navçeyên wê banga tevlibûnê kirin û gotin ku dê rê nedin qirkirina ekolojiyê.
Hevserokên giştî yên DBP û DEM Partiyê û gelek rêxistinên ekolojiyê wê beşdarî çalakiya li Bestayê bibin ku dê di 9-10'ê Îlonê de, bi pêşengiya Platforma Saziyên Demokratîk li dijî talankirina xwezayê bê lidarxistin.
DEM Partiyê banga beşdarbûna meşa li dijî talankirina xwezayê kir ku dê li Herêma Bestayê bê lidarxistin.
Endamên Platforma Ekolojiyê ya Şirnexê ji bo meş û çalakiya nobedê ya li dijî talankirina ekolojiyê ya li Bestayê ku zêdetirî 5 sal in didome, banga beşdarbûnê kirin û gotin: "Parastina xwezayê parastina hebûna me ye. Werin em bi hev re vê qirkirinê rawestînin."
Şewata ku duh li Herêma Bestayê li qada daristanî çêbûbû, hat tefandin.