Cengîz Holdîng dixwaze herêma Behra Reş talan bike
- ekolojî
- 09:00 04/5/2021
Li herêma Behra Reş deverek nemaye ku bi destê Cengîz Holdîngê nehatibe talankirin. Gelê herêmê li hemberî projeyên talankirinê yên şîrketê serî rakirine.
Li herêma Behra Reş deverek nemaye ku bi destê Cengîz Holdîngê nehatibe talankirin. Gelê herêmê li hemberî projeyên talankirinê yên şîrketê serî rakirine.
Federasyona Komeleyên Îkîzdere (ÎDEF) daxuyanî da û diyar kir ku kana keviran a li navçeya Îkizdere bê avakirin dê bi xwe re felaketek mezin bîne. ÎDEF'ê da zanîn ku herî kêm dê 32 hezar dar bên birîn û bi dînamitên bên teqandin dê talûke zêde bibe.
Li Îkîzdereyê, xebatên çêkirina kana keviran dewam dike. Di robarên Îkîzdereyê de, herî diherike.
Jinên nexwazin kana keviran li geliyê navçeya wan Îkîzdereyê bê çêkirin û di saetên serê sibê de hatibûn binçavkirin, da zanîn ku ew bi erdê re kaş kirine.
Fîlîz Îbre ya li navçeya Qûlpê çandiniya fêkî û sebzeyan dike pêdiviya mitbexa xwe pê dabîn dike û hem jî debara xwe pê dike.
Parêzer Yakûp Şekîp Okûmûşoglû yê ku li doza li dijî kana keviran a li navçeya Îkîzdereyê dinêre got doza wan didome û ew dixwazin beriya dar werin birîn doz bi dawî bibe.
Îkîzdereyî yên bi rojan e li dijî kana keviran a tê xwestin were avakirin, nobeta xwe didomînin, ji bo proje bê betalkirin kampanyaya îmzeyan dan destpêkirin.
Şêniyên herêma Geliyê Îşkencedere ya girêdayî navçeya Îkîzdereyê diyar kirin ku bi çêkirina kana keviran re wê ava gundê wan tune bibe û gotin: “Em daristana xwe ji dewletê diparêzin.”
Guldexwînên sor û zer ên li bajarên herêmê di biharê de şîn û geş dibin, bedewî û xweşikiyek bêhempa pêşkêşî ziyaretvanên xwe dikin.
Serokê ÇEVDER’ê Alî Kalçik diyar kir ku Gola Wanê ku ji esmanî ve bi hişmet xuya dike lê li qeraxê wê bi saziyên dewletê û vîlayên havînê hatiye dagirkirin.
Li taxa Cûdî ya Cizîrê kanalîzasyonên 100 malan tune ye û avêtiyên kanalîzasyonê diherikin Çemê Dîcleyê. Ligel ku welatiyan serî li qeyûm dan jî, xebat nehat dest pê kirin. Ji bo çêkirina kanalîzasyonê welatiyan dest bi kompanyeya îmzeyê kirin.
Endezyarê Hawirdorê Cîhan Ersoy, destnîşan kir ku beriya çêkirina kanên keviran tu xebateke zanistî nayê kirin û kanên nêzî jîngehan tên çêkirin, dibin sedema nexweşînên cidî.
Li navçeya Geverê avêtiyên petrole li qerexê rûbar vala kirin. Ev li navçeyê bû sedema bertekan.
Ekolojîstên li dijî qetilkirina xwezayê ya li Licê derketin, xwestin ku tevahiya Tirkiyeyê bi hev re li dijî qetilkirina xwezayê derkeve û ev tişt gotin: “Bersivandina Pirsgirêka Kurd a bi polîtîkayên şer hem dibe sedema qetilkirina demokrasiyê hem jî dibe qetilkirina daristanan.”
Girava Ax Damar a li Gola Wanê, bi hatina biharê re bi rengê gul û kulîlkên biharê xemilî.