Mudaxaleyî çalakgerên li dijî JES'ê kirin: Gelek kes binçavkirin
- ekolojî
- 13:42 26/8/2019
Eskeran mudaxaleyî çalakiya li diji Santrolên Enerjiya Jeotermal (JES) a li navçeya Salihlî tê avakirin, kirin û gelek kes binçavkirin.
Eskeran mudaxaleyî çalakiya li diji Santrolên Enerjiya Jeotermal (JES) a li navçeya Salihlî tê avakirin, kirin û gelek kes binçavkirin.
Şêniyên gundên li quntara Çiyayên Kazê jî li dijî komkujiya xwezayê ne. Gundyan, bilêv kir ku ew dixwazin vê xakê ji neviyên xwe re bihêlin.
Projeyên li Çiyayên Kazê û derdora wê dibin sedema qetilkirina xwezayê, ji sala 1998'an ve didomin. Li herêmê niha 29 projeyên madenê yên biruxset hene. Serokê Komeleya Piştevaniyê ya Îdayê Ekrem Akgul, got piştî Çiyayê Kazê wê dor bê Çiyayê Agiyê.
Çalakiyên Nobeta Av û Wîcdan a li Çiyayê Kazê piştî Konseraı Fazil Say berdewam kir. Gelê herêmê jî çûn qada madenê û gotin: "Hûn çima ji bo şîrketên ku qada jiyana me wêran dikin, dixebitin." û pertekên xwe anin ziman
Welatiya Kaliforniyayî Air Hava ku hat tev li Nobeta Av û Wîcdan a li dijî talankirina xwezayê bû, diyar kir ku piştî hat tev li çalakiya Çiyayê Kazê bû fêr bûye ku Heskif û Mûnzûr jî tê talankirin û xwest talankirin û wêrankirina xwezayê û ekolojiyê bi dawî bibe. Hava ji bo cîhanê edalet û aştî xwest.
Şanoger Alî Yildirim û yek ji navdarên gîtara akustik Alî Deniz Kardelen ên beşdarî ‘Nobeta Av û Wijdanê’ ya li Çiyayên Kazê bûn, diyar kirin ku berxwedan û huner ji hev ne cudane û gotin: “Hemû berxwedan zimanekê hevpar ava dikin.”
Gelê herêmê yên di Nobeta Av û Wîcdan de ne, diyar kirin ku bi salan e, ji ber talankirinê her der kirine çol û bang li Serokomar Erdogan kirin: “Werin bi çavê xwe bibînin. Em naxwazin jahrîni bibin."
Rêveberiya Baroya Îzmîrê, ji bo Çiyayên Kazê, ji Serokwezîrê Kanada Jûnstîn Trûdeaû û baroyên wê re name şandin.
Jina 68 salî Asiye Kreşîr a ji gundê Keçîhanli ya Çanakaleyê hatiye tev li Nobeta Av û Wijdanê bûye banga "Çiyayê Kazê bêhna me ye, em hemû bi hev re li bêhna xwe xwedî derkevin" kir.
Komeleya EGEÇEP û 43 welatiyan li dijî tesîsên petrokimya, fabrîqeyên hesin û çelîk û tesisa keştî û santralên termîkê yên li Alîaga tên avakirin û hewayê qirêj dikin serî li Dadgeha Qanûna Bingehîn dan.
Li Çiyayên Kazê, çalakgerên 19 rojin li dijî komkujiya xwezayê li ber xwe didin, bi biryarin ku bi şirketên madenê gav paşve bidin avêtin. Kesên ji bo Nobeta Av û Wijdanê, yên li van çiyayan mezinbûne û yên ji bo Heskîfê jî hatine, hene.
Parlamenterê Îzmirê û Cîgirê Hevserokê Giştî yê HDP ku ji Ekolojiyê Berpirsiyar e Murat Çepnî, diyar kir ku li gelek deverên Tirkiye ekolojiya Tirkiye wêran dibe û wiha got: "Ji bo parastina ekolojiya Tirkiye divê ji Çiyayê Kazê heta Heskifê em têkoşînê mezin bikin û yekêtiya têkoşînê ava bikin."
Parlamentera HDP'ê ya Îzmirê Serpîl Kemalbay, beşdarî Nobeta Av û Wîcdanê bû û got: "Qetilkirina Çiyayê Kazê, ji qetilkirinên li Heskif û Mûnzurê pêk tên ne serbixwe ne. Em bi hevre têbikoşin û li wan xwedî derkevin."
Serokê Şaxa Endezyarên Jeolojî yê Mêrsînê Erkan Demîr, diyar kir ku di Santral Nukleerî ya li Akkuyu tê avakirin de, kontrol kirin tuneye û du caran derz çêbûn. Demîr, da zanîn ku santrala nukleerê ya gewre bi mejiyê mitahîtan tê avakirin û got: “Berpirsiyarê vê hikumet e.”
Li Çiyayê Sofê yê Dilokê bêyî rapora ÇED'ê wê 4 kanên keviran vekin. Berê jî ji bo 5 kanên keviran destûr hatibû dayîn.