Emîne Şenyaşar: Çavên min ji girînê kor bûn

  • rojane
  • 09:38 13 Hezîran 2020
  • |
img
RIHA- Bi ser qetilkirina Hacî Esvet Şenyaşar û du kurên wî Celal û Adîl Şenyaşar ên ji aliyê parazvan û xizmên Parlementerê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz ve li Pirsûsê hatin kuştin, 2 sal derbas bûn. Dayik Emîne Şenyaşar mîna her carê dîsa daxwaza edaletê kir û got: “Êdî bese. Bila ev zilm bi dawî bibe. Çavên min ji girînê kor bûn.” 
 
Bi ser qetilkirina Hacî Esvet Şenyaşar û du kurê wî Celal û Adîl Şenyaşar ên ji aliyê parazvan û xizmên Parlementerê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz ve berî hilbijartina giştî ya 24'ê Hezîrana 2018'an li kargeha malbata Şenyaşar û li nexweşxaneyê êrîşî malbata Şenyaşar kiribûn û ew kuştibûn re 2 sal derbas bûn.
 
Di derbarê bûyerê de heta niha tu pêşveçûyîneke  çê nebûne. Fadil Şenyaşar ê di êrîşê de birîndar bû û dûre hat girtin, ev 2 salin li Girtîgeha Sergirtî ya Xarpetê di hucreya yek kesî de tê girtin. Birayê Yildiz ê AKP’î Enver Yildiz di 17'ê Îlonê de tevî komeke li gel xwe ku ji 50 kesan pêk dihat çûbû Edliyeya Rihayê û teslîm bûbû. Enver Yildiz dûre hatibû girtin û şandibûn girtîgehê. 
 
Yek ji şahidên êrîşa di nexweşxaneyê de pêk hat Emîne Şenyaşar, di 2’yemîn qetilkirina hevjîn û 2 kurên xwe de, xwest ku kurê wê Fadil Şenyaşar ê ev 2 salin girtiyê bê berdan û wiha hawara xwe anî ziman: “Êdî bese, bila ev zilm bi dawî bibe. Çavên min ji girînê kor bûn.” 
 
‘EDALET LI KU DERÊ YE?’
 
Dayik Şenyaşar, anî ziman ku hevjîn û 2 kurên wê di êrîşê de hatin qetilkrin û wiha axivî: “Armanca êrîşê tunekirina hemû malbatê bû. 3 canên me qetilkirin. Yên man jî hemû birîndar bûn. Kurê min ê din Fadil jî ev 2 salin girtiye û di hucreya yek kesî de tê girtin. Dixwazin wî jî di wir de birizînin. Ez dixwazim kurê min bê berdan. Ji vê zilmê re êdî bese. Êdî taqeta me nemaye. Zilmê li malbata me dikin. Gelo çima edalet tuneye? Çimanê kurê min di hucreya yek kesî de digirin? Bav û birayên kurê  min kuştin û ew jî xistin girtîgehê. Yên ku em qetilkirin jî her tim li ber dikana me digerin. Çavên min ji girînê kor bûn. Em diçin gel dozger bera me didin. Edalet tuneye! Her roj vê zilmê bi me didin jiyîn. 3 kes ji malbata min qetilkirin. Kurê min jî xistin girtîgehê. Ma ev edaletek çawane? Ka edalet li ku derê ye?” 
 
TU PÊŞKETIN TUNE YE!
 
Ferît Şenyaşar ê bav û 2 birayên wî hatin qetilkirin jî, wiha axivî: “Ligel ku bi ser qetilkirina bav û 2 birayên min re derbas bûn jî di dozê de tu pêşketin tuneye. Di pêvajoya derbasbûyî de her tişt avêtin ser malbata me. Ji malbata me 3 kes kuştin, lê bi awayekê pir rehet li derve digerin û jiyana xwe dewam dikin. Dîsa birayê min ê girtî di hucreya yek kesî de digirin. Êdî em nikarin vê zilmê rakin. Em dixwazin dozger û dadgerên bêalî dîmenên kamerayên nexweşxanê û kargeha me lêkolîn bikin û darizandinek adîlane çêbe.” 
 
‘EM Ê TÊKOŞÎNA XWE BIBIN ENQERÊ’
 
Ferît Şenyaşar, diyar kir ku birayê wî Fadil 2 salin bi awayekê  bêsûc di girtîgehê de digirin û wiha got: “Me heya niha 8 caran daxwaznameyên gilîkirinê ji Navenda Ragihandina Serokkomariyê (CÎMER) re  nivîsandin. CÎMER, me sewqî Wezareta Tenduristiyê, ew jî me dewrî Wezareta Dadê, Wezareta Dadê jî me sewqî Wezareta Karê Hûndir û ev jî me sewqî walîtiyê dikin. Herî dawî ji me re gotin ‘Lêpirsîn dewam dike.’ Ma ev lêpirsînek çawane. Em vê qebûl nakin. Heya mehek din dadgehê heye. Ger di dadgehê de biryarek bi edalet neyê dayîn em ê têkoşîna xwe ya edaletê bibin Enqerê. Emê ji bo edaletê heye dawiyê têbikoşin. Wê demê yan bila me bigirin, an jî bila me bikujin. Ji bilî vê tu çareyek din tuneye. Em tu carî dest ji vê doza xwe bernedin.” 
 
DANIŞÎN DÊ BÊ DÎTIN
 
Piştî ku îdîanameya bûyerê hat qebûlkirin, biryar hat dayîn ku danişîna yekemîn a dozê di 24’ê Adara 2020’an bê dîtin. Lê ligel vê jî veguhestina dosyayê hat qebûl kirin û doz birin Meletiyê. Bi vî awayî danişîna dest pê kê ji ber şewba vîrûsa korona (Kovîd-19) nehat dîtin. Danişîna ku diviyabû di 15’ê Nîsanê de li 3’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Meletiyê bê dîtin, di 4’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Nobedar de hat dîtin. Şandeya Dadgehê li ser dosyayê lêkolin kir û biryar da ku girtina Fadil Şenyaşar û Enver Yildiz dewam bike. Dadgehê dûre danişîn taloqî 5’ê Tîrmeha 2020’an kir.
 

Sernavên din

14/06/2020
20:39 Herêma Egeyê dest bi 'meşa demokrasiyê' kir
20:04 Li 11 gundên Dihê qedexeya derketina derve hat rakirin Qedexeya
20:00 Pervîn Bûldan destek da Başak Demîrtaş
19:11 Polîsan 13 karker binçav kirin
18:56 Li Çewligê erdhej: Qûleya nobetê hilweşiya û birîndar hene
17:55 Ji bo vemirandina şewata li Omeriyan banga lezgîn hat kirin
17:39 Li Kanîreşê erdheja hêza wê 5.9 pile çêbû
16:59 HDP'yî li Wanê bi horonê hatin pêşwazîkirin
16:38 Kesê êrîşa zayendperest kir hat binçavkirin
16:33 ‘Em ê ji bo jiyanek azad têbikoşin'
16:04 Meşvan wê li Amedê bi awayekê bi hêz bên pêşwazîkirin
15:53 Gundê Tewlê 3 rojin di qerantînayê de ye
Welatî nikarin pêdiviyên xwe temîn bikin
15:40 Rêxistinên civakî: Rojên zor bi piştevaniya civakî derbas dibin
15:23 Şandeya Rûsyayê serdana xwe ya Tirkiyeyê betal kir
15:15 Li Rihayê banga 'meşa demokrasiyê' hat kirin
14:57 Şenyaşar: Berê pirtûk didan, êdî pirtûkan jî nadin
14:44 ‘Em ê ji bo daxwaza bi mîlyonan bimeşin’
14:42 Komek çekdar êrîşî Kakeyiyan kirin û 7 welatî kuştin
14:08 Polîsan bi TOMA'yan avahiya HDP'ê ya Stenblê dorpêç kirin
13:54 Li Tûrgûtlûyê 15 xebatarên tenduristiyê bi vîrûsê ketin
13:42 TJA: Ji zimanê kîn û nefretê re êdî bese
13:33 Demîrtaş bi wêneyê dimeşe banga 'meşa demokrasiyê' kir
12:49 Ciwanê ku eskeran gule berdayê mir
12:48 Onlu: Meşa me dest pê kiriye
12:05 Meclîsa Jinan a HDP’ê: Başak Demîrtaş ne bi tenê ye
11:57 Gergerlîoglû giliyê dozger ji HSK'ê re kir
11:57 Platforma Tenduristiyê ya Mêrdînê: Armanca asayîbûnê vekirina demsala turîzmê ye
11:11 Ji TEV-DEM'ê hişyariya 'Qanûna Qeyserê'
10:55 Jinek li Bûrsayê hat qetilkirin
10:37 'Wan bi qedexeyan bû welatê OHAL'ê'
10:34 Li Omeryan şewatek din rû da: Bi zanebûn di şewitîn in
10:06 Parêzerên malbata Şenyaşar banga 'Li dozê xwedî derkevin' kir
09:13 Hiqûqzan û siyasetmedaran bertek nîşanî astengkirina meşa HDP'ê dan
09:06 'Piştgiriya ji bo meşa demokrasiyê zêde dibe'
09:03 TUAY-DER: Tiştekê hevalên me sûcdar bikin tuneye
09:02 Ji bo têkoşîneke hevpar bang li jinan kirin
09:02 Qeyûm alîkariya ji bo Amedsporê hatibû kirin xwest!
09:02 Ji ber tedawiya girtiyê nexweş bi derengî hatiye xistin tiliya wî hatiye jêkirin!
09:01 Piştî têkoşîneke 22 mehan bi ser ket
09:01 Ji bo karkeran dojeh, ji bo kardêran bihuşt e!
09:00 Ji ber betaliyê li kuçeyan maye
09:00 ROJEVA 14'Ê HEZÎRANA 2020'AN
08:54 Ketin û derketina Şirnexê jî qedexe kirin!
08:39 Li Edeneyê 10 kes hatin binçavkirin
13/06/2020
20:43 Di 24 saetên dawî de hezar û 459 kesên din jî bi şewbê ketine
17:08 Ji bo HDP’ê bang li Hikûmeta Îngilistanê kir
16:51 Li Wanê bertek nîşanî mirinên jinan ên bi guman dan
16:19 Li Mersînê hejmara binçavkirinan derket 11’an
16:19 Li qiraxa Çemê Firatê qêrîya: Her der ji bo jinê qada berxwedanê ye
15:57 Aqûbeta girtiyê siyasî Kemal Hesen ne diyare
15:50 Ji bo girtiya nexweş a tedawiya wê hatiye sekinandin bang kirin
15:49 Şewata li Omeryan ji nû de dest pê kir
15:49 Rewşenbir û ronakbirên navneteweyî zextên li ser HDP’ê şermezar kirin
15:35 Walîtiya Tekîrdagê jî ‘qedexe’ kir
15:22 Turmen: Dewlet nikare mudaxaleyî ‘mafê rapêşî û civînê’ bike
15:14 HDP’ê serdana ‘têkoşîna demokratîk’ li Malêngel kir
15:04 Aqûbeta Bulmuş û 6 gundiyan pirsîn
14:23 Walitiya Wanê ji bo ku HDP’î nemeşin ketin û derketin bajêr qedexe kir
14:19 Aqûbeta Guneyê ku di 12’ê Îlonê de bi qanûneke taybet hat darvekirin pirsîn
13:48 CÎSST'ê rapor aşkere kir: Nexweşan naşînin nexweşxaneyê
13:29 Di laboratûvara zanîngehê de teqîn çêbû
13:14 Ji bo siyasetmedar Aksoy banga berdanê kirin
12:30 Demîrtaş: Ji bo Tirkiye ya herî xêr bi HDP'ê re diyalogê pêş bixin
12:06 Rewşa malbata Tavas bir Meclîsê
12:05 BTS duh hişyar kir trênê îro qeza kir
10:52 Wezaretê xwest xizmetkaren tenduristiyê heta 14'ê mehê wargehan vala bikin
10:38 Leşkerî çopa xwe davêje Çemê Hêzil
10:23 Ji Muglayê banga tevlêbûna meşê kirin
09:57 Keç û bav 26 sal şûnde di gorê de gihiştin hev
09:38 Emîne Şenyaşar: Çavên min ji girînê kor bûn
09:08 Yukkol ê ji sedî 73 berasteng dibin çavan de bi tenê tê girtin
09:07 Parêzer Işik: Îqtidar îtaeteke mutleq dixwaze
09:06 MEBYA-DER: 22 malbatan gilî kirin
09:06 Ji bo qaleqolê cardin dar qirkirine!
09:00 ROJEVA 13Ê HEZÎRANA 2020'AN
12/06/2020
20:46 Serlêdanên Xelatên Rojnamegeriyê yên Mûsa Anter û Şehîdên Çapemeniyê dest pê kirin
19:58 34 penaber li Deryaya Spî xeniqîn
15:06 Meclîsa Jinan a HDP'ê Malên Gel ziyaret kir
15:04 Li Agiriyê di 35 rojan de 6 jin bi guman mirin
14:51 Şaredarê Cizîrê yê berê Sabri Vesek bi vîrusa Covît-19 mir
14:45 Li Mahsertê 200 dolim zevî şewitî
14:40 Li Nexweşxaneya Dewletê ya Silopiya amadekariya 'operasyonê'
14:34 150 dolim zeviya genim li Derikê şewitî
14:20 Bêyî kujerên zarokên xwe bibîne koça dawî kir
13:58 Li Licê êrîşên li ser goran dewam dikin
13:42 Çalakiya BTS’ê rastî astengiya polîsan hat
13:38 TTB hişyar kir: Bi tedbîrên şexsî rê li pêş Covît-19 nayê girtin
12:07 Colemêrg, Wan û Bedlîs ji bo 'Meşa Demokrasiyê' amade ne
11:56 Ciwanê ku polîsan ‘xayîn' îlan kir ji tirsa polîsan nikare ji mal derkeve
11:44 Ji Amedê peyama bi pankart!
11:40 Polîs pozê xebatkarekê tenduristiyê şikand
11:40 Li Ebexê gundek hat karantînekirin
11:30 Armanc gelê Edîrne û Colemêrgê bigînin hev
11:28 Malbat ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
10:48 Twîtterê 7 hezar û 340 hesabên têkildarî AKP'ê girtin
10:46 Psîkolog Tatar: Dê întîhar zêde bibin
10:34 Cenazeyê Mûrat Hantaş spartin axê
10:32 'Rojbûna te pîroz be Apê Mûsa'
10:22 Li dayik û bavê xwe yê hatin girtin digerin!
09:57 Wezaretê Raropa ÇED'ê ya jibo RES'ê erênî dît
Komeleya Ekolojiyê: Talankirina xwezayê rewa dikin