AYM: Gotina ‘Bijî Serok Apo’ di çarçoveya azadiya xweîfadekirinê de ye

  • rojane
  • 10:21 14 Cotmeh 2024
  • |
img
ENQERE - AYM’ê têkildarî dirûşmên “Bijî Serok Apo” û “PKK gel e gel li vir e” biryar da û got ku dikevin çarçoveya azadiya fikr û xweîfadekirinê de ne. 
 
Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) têkildarî doza ji ber dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “PKK gel e gel li vir e” û sirûda “Çerxa Şoreşê” bi îdiaya “Propagandaya rêxistinê” hatibû vekirin û ceza hatibû dayin, biryara xwe da. AYM’ê, biryara cezakirinê weke “binpêkirina mafê azadiya firk û xweîfadekirinê” nirxand. Di çalakiya protestokirina kalekolan a li navçeya Licê ya Amedê de Medenî Yildirim hatibû qetilkirin. Li dijî qetilkirina Yildirim, di 7’ê hezîrana 2014’an de çalakî hate lidarxistin. Merve Nûr Tekîn di çalakiyê de dirûşmên “Bijî Serok Apo” û “PKK gel e gel li vir e” berz kir û sirûda “Çerxa Şoreşê” xwend. Dadgeha Cezayên Giran a Erdexanê jî derheqê Tekînê de bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” cezayê hefsê û pereyan da. Biryar ji hêla Dadgeha Bilind ve hate erêkirin û li ser vê yekê Tekîn di 11’ê sibata 2022’yê de bi sedema “Binpêkirina mafê fikr û xweîfadekirinê” de serî li AYM’ê da. AYM’ê serlêdana Tekîn qebûl kir û biryara binpêkirinê da. 
 
Di biryarê de hate gotin ku qebûlkirina sûcê propagandayê ya weke xetereya razber, di serî de azadiya xweîfadekirinê, di hundirê xwe de xetereya ku zextê li ser mafên makezagonî û azadiyan çêbike dihewîne û di vê mijarê de gelek biryarên AYM’ê hene. Bi domdarî hate gotin ku ji bo cezakirina çalakiyeke propagandayê divê di mercên wê yên şênber de were nîşandan ku rê li ber xetereyê vedike. 
 
BIRYARA 'OCALAN AKTORÊ REWA YE’ HATE BIBÎRXISTIN 
 
Di biryarê de biryarên AYM’ê yên têkildarî gotina “Abdullah Ocalan lîderekî polîtîk e û di çareserkirina pirsgirêkên civakî de aktorekî rewa ye” hatin bibîrxistin ku AYM’ê cezayê ji ber vê îfadeyê hatiye dayin weke binpêkirin nirxandibû. 
 
Di biryarê de AYM’ê ji bo “Çerxa Şoreşê” jî biryara binpêkirinê ya di demên berê de ji bo Mekî Katar hatibû dayin bi bîr xist. AYM’ê got ku tu delîl nînin ku sirûda behsa xeberê rê li ber tundiyê vedike. Bi domdarî hate gotin fikrên bi rêya sirûdê tên vegotin dibe ku hinek derdoran aciz bike lê cezadayîna ji ber vê sedemê binpêkirina mafên sereke ye. 
 
'AZADIYA XWEÎFADEKIRINÊ HATE BINPÊKIRIN’
 
AYM, da zanîn ku biryara girtinê ya derheqê Tekîn de hatiye dayin, tu pêdiviyên civakî yên mecbûrî pêşwazî nake û biryar da ku bi cezakirina Tekîn re mafê azadiya xweîfadekirinê ya di Madeya 26’emîn a Destûra Bingehîn de hatiye binpêkirin. AYM’ê biryar da ku 30 hezar lîre tazmînata manewî ji Tekîn re bê dayin. AYM’ê biryara jinûvedarizandina Tekîn da û dosya ji Dadgeha Cezayên Giran a Erdexanê re şand. 
 
Biryar, bi piraniya dengan hate erêkirin. Endama AYM’ê Yildiz Seferînoglû û Omer Çinar tev li biryarê nebûn. 
 
Di sala 2008’an de bi beşdariya endam û rêveberên Partiya Civaka Demokratîk (DTP) û hinek komeleyan kampanyaya “Birêz Ocalan” dabûn destpêkirin. Ji ber îfadeyên “Birêz Ocalan”, “Bijî Serok Apo” û “PKK gel e gel li vir e” ceza li Hanefî Bîçîmlî hatibû birîn. AYM’ê ji bo vê cezayê jî biryara “binpêkirina mafê fikr û xweîfadekirinê” dabû. 
 
MA / Firat Can Arslan

Sernavên din

13:02 Edîtora ETHA’yê Gayip hate binçavkirin
12:45 Li Artvînê piştî baranê rêyên gundan hatin girtin
12:44 Temellî: Heke pêvajo dest pê bike wa Îmrali li wir e
12:33 Kesên li Stenbolê hatibûn binçavkirin hatin berdan | HATE NÛKIRIN
12:02 Li Nexweşxaneya Dewletê ya Esenyûrtê şewat derket
11:59 Siyasetmedarên baskî piştgiriya kampanyaya 'Ji Ocalan re azadî' kirin
11:18 Ji bo Fîncanci biryara anîna bi darê zorê hate dayin
10:55 Bogûrcû yê li Qoserê hatibû binçavkirin di girtîgehê de jiyana xwe ji dest da
10:46 ROJNEWS'ê belgeyek din a hevkariya bi Tirkiyeyê re derxist holê
10:21 AYM: Gotina ‘Bijî Serok Apo’ di çarçoveya azadiya xweîfadekirinê de ye
10:20 Beşdarên mitînga ‘azadiyê’: Em ê ji bo azadiyê dev ji berxwedana xwe bernedin
09:48 Li Şaredariya Midyadê ya AKP’î 60 milyon lîre hatine dizîn
09:38 Mehmet Ocalan: Bi mezinkirina têkoşînê re em ê bikarin encamê bi dest bixin
09:00 Teorîsyena hunerê Bakçay: Herêmîbûn li dijî neolîberalîzmê derfetê berxwedanê dide
09:00 Ji pirsa strana ‘Zindana Amedê’ re bersiva Guernicayê: We çêkir
09:00 Ji nameya ku beriya 4 salan hate şandin ve çi hate guherîn?
09:00 ROJEVA 14'Ê COTMEHA 2024'AN
08:58 Li Kolikê bi ser malan de hate girtin
08:31 Ciwan bi daxwaza ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî’ meşiyan
08:23 Abdullah Oncel dîsa bû serokê Baroya Rihayê
08:15 Xwebûn bi manşeta 'Kurdîstan kerdo rantîstan' derket
13/10/2024
22:56 Hîzbûllahê êrişî Îsraîlê kir: Herî kêm 67 leşker birîndar bûn
21:50 Gundê Minbicê yê Ewn Dadat hate topbarankirin
21:16 Rojnews dê sibê belgeyên ‘xiyanetê’ yên PDK’ê biweşîne
21:06 Şaneşîna xaniyê di erdhejê de xesar gihiştibûyê hilweşiya: 2 kes mirin
20:27 Li Şirnexê 7 herêm weke ‘Herêma ewlehiyê’ hatin îlankirin
20:12 Li Şirnexê mirina biguman a jinekê
19:47 Serokên nû yên baroyên Êlih, Mêrdîn û Enqereyê diyar bûn
19:28 Dosyayên rojnamevanên jin ji saziya înfazê re hatin şandin
19:18 DFG’ê û MKG’ê bertek nîşanî derbkirina rojnamevanan da
18:59 Ji roja ‘azadiyê’ ya Amedê çend nîşe
18:06 Serokê Baroya Amedê yê nû bû Abdûlkadîr Guleç
17:26 Piştî mitîngê meş hate lidarxistin: Bê Serok jiyan nabe
16:56 Bakirhan li Amedê bang kir: Navnîşana çareseriyê Îmrali û Meclis e
16:38 Meşa ‘Azadiyê’ hate silavkirin: Her der Amed her der berxwedan
16:33 Parêzerê herî dawî bi Ocalan re hevdîtin kirî: Deriyên Îmraliyê vekin
16:20 Hevserokê DEM Partiyê di cînayeta kar de jiyana xwe ji dest da
15:54 Parlamenterên DEM Partiyê rê li trafîkê girtin
15:49 Uçar: Rêya çareseriyê ji Îmraliyê re derbas dibe
15:25 Berxwedana Botaniyan encam girt: Gel ber bi Amedê ve kete rê
15:13 Li Amedê berxwedana ‘Azadiyê’
14:54 Wezareta Dadê ji bo astengkirina tehliyeya girtiyê 33 salan got ‘rast nîne’
14:27 Baskê Rihayê yê ‘Mitînga Azadiyê’ li Amedê dest bi meşê kir
14:22 Ciwan li Rezanê bi dirûşma ‘Azadiyê’ dimeşin
13:51 Ji Xana Axparê ber bi Amedê ve meşa ‘Azadiyê’
13:14 Li her çar aliyên Amedê daxwaza azadiya Abdullah Ocalan
12:59 Werîşe Mûradî dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem kir
12:58 Xelkê Amedê ji bo mitînga ‘Azadiyê’ kom dibe
11:41 Li gelek baroyan hilbijartin dest pê kirin
10:58 Di qezaya trafîkê de 2 karker mirin û 13 jî birîndar bûn
10:50 Şemsa Bagdû: Heta faîl tên cezakirin dê têkoşîna me bidome
10:21 Li Bursayê cenazeyên 3 kesan hatin dîtin
10:20 Bi hezaran kes ji bo ‘Mitînga Azadiyê’ ber bi Amedê ve diherikin
10:00 Bertek nîşanî qetilkirina jinan dan: Bila edalet pêk were
09:48 Abdullah Ocalan: Ger dilê wan û çareseriyê hebe wê li hev rûnên, yan na merhebakirina sembolîk nabe
09:47 Meclis li hezar û 93 kesan qedexe ye
09:16 Bafel Talabanî: Em ê tişta li me tê ferzkirin biguherînin
09:00 ROJEVA 13’Ê COTMEHA 2024’AN
08:45 Hejmara 85’an a Kovara Jinê derçû
08:44 Ji bo 7 bajaran bi koda zer hişyariya barîna zêde hate kirin
08:15 Astengkirina ‘Mitînga Azadiyê’ hate protestokirin
12/10/2024
22:05 Ji astengiya polîsan re gotin 'Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin'
19:52 Abdullah Findik bû serokê Baroya Şirnexê
16:45 Banga beşdariya mitînga ‘azadiyê’ li gelê Botanê hat kirin
16:37 Aldar Xelîl: Divê gelê Başûr dengê xwe bide kesên bikarin nûnertiya wan bikin
16:29 Grûba Parêzerên Netewperest êrişî parêzerên kurd kirin
15:32 Li Enqere û Stenbolê xwestin Hatîce Onaran bê berdan
15:01 Kongreya Baroya Amedê: Nêzîkatiya li hemberî Îmraliyê nayê qebûlkirin
14:15 Li çar bajaran li aqûbeta windayan hat pirsîn
14:06 Li Dîlokê dayikek û çar zarokên xwe hatin qetilkirin
13:57 Dayikên Şemiyê li aqûbeta 11 windayan pirsîn
13:38 Beriya mitînga ‘azadiyê’ astengî: Her der Amed her der berxwedan
12:59 Bakirhan soz da astengdaran: Em ê li Wanê û Mêrdînê jî daîreya xizmeta astengdaran ava bikin
12:45 Şofêrên TIR’an çalakî li dar xistin
12:38 Li Stenbolê coşa mitînga ‘azadiyê’
12:09 Kongreyên baroyên bajarên bakurê Kurdistanê dest pê kirin
11:27 Bultena Tecrîdê: 24 sal 7 meh û 28 roj in tecrîd tê sepandin
11:17 Li girtîgehan divê 'mafê tenduristiyê' dîl neyê girtin
10:44 Li mamosteya zimanê kurdî sê meh ceza hat birîn
09:55 Parlamenterên DEM Partiyê: Em ji bo azadiyê li Qada Îstasyonê bin
09:35 'Em ê tim li ser rêya Hevrîn Xelef bin'
09:34 Di serdegirtina malê de îşkence: Dîmen bi gefxwarinê jê birin e
09:33 Rihayî: Em ê bi awayê herî xurt beşdarî mitîngê bibin
09:01 Her gavên siyasetmedarên girtî sûc hatiye hesibandin
09:01 DEDAŞ li gundê ku ceyrana wê her tim qut dike li 'ceyrana qaçax' digere!
09:00 ROJEVA 12'Ê COTMEHA 2024'AN
11/10/2024
19:08 Hevserokê DBP'ê yê Dîlokê Ozhan hat girtin
18:01 Xebatên ji bo Kabaîşê destpêkirî di roja 14’an de ye
16:30 Ji Enqereyê banga ‘mitînga azadiyê’
16:04 Bakirhan: Em dikevin pêvajoyek nû, yê birêxistinkirî bi ser dikeve
15:33 Li Stenbolê 3 kes hatin girtin
15:32 Wezaretê bersiva qedexekirina ‘Pêşî Peya’ da: Ne li gorî standartan e!
15:13 Şaredariya AKP’ê gelek heywan qetil kirin
15:08 Hunermendê NÇM’ê Engîn Cengîz hat berdan
15:00 Xwegihandina 3 nûçe û parvekirinan hate astengkirin
14:45 Mehmet Uzun li ser gora xwe hat bibîranîn
14:34 Êrişkarê bi maske 3 kesan birîndar kir
14:34 Jina 77 salî li sînor hate binçavkirin
14:29 Ahmet Turk: Em di 13’ê Cotmehê de li Qada Îstasyonê ne
14:25 ÎHD: Bila Lijneyên Îdare û Çavdêriyê bên girtin