HDP’ê li Colemêrgê start da: Em ê ji bo çareserî û edaletê bimeşin

  • rojane
  • 12:42 15 Hezîran 2020
  • |
img

COLEMÊRG - HDP’ê “Meşa demokrasiyê ya li dijî darbeyê” ya li Colemêrgê dest pê kir. Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar, diyar kir ku meşa wan ji bo edalet û çareserkirina pirsgirêka kurde. 

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), meşa bi dirûşmeya “Meşa Demokrasiyê ya Li Dijî Darbeyê” ya ber bi Enqerê ya li Colemêrgê dest pê kir. Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar, Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz, Hevberdevkê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Sedat Şenoglû, Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, Hevseroka Giştî ya SYKP’ê Canan Yuce, Alîkara Hevseroka Giştî ya ESP’ê Beycan Taşkiran, endamên PM û MYK’ê yên HDP’ê, parlamenter û partiyî ji bo dayîna starta meşê di saetên serê sibê de li ber avahiya partiyê kom bûn.
 
Parlamenter û endamên partiyê li ber avahiya HDP’ê pêşmalkên “Em hemû bi hev re” li xwe kirin û bi dawîzên “Bijî berxwedana HDP’ê” û “Li dijî faşîzmê mil bi mil” û bi berzakirina dirûşmeya “AKP’ya darbekar” Hevserokê Giştî Sancar û kesên bi wî re pêşwazî kirin
 
DÎMEHÊN OHALÊ
 
Polîsan di saetên serê sibê de avahiya partiyê dorpêç kirin, li hemû kolanan barîkat danîn û li gelek deverên navenda bajêr jî maşiyên zirxî bi cih kirin. Dîsa sekvan li avahiyên bilind hatin bi cihkirin. 
 
Li gel van hemûyan jî HDP’ê starta meşê da û daxuyanî da çepemeniyê.
 
KARÊ DEST PÊ KÊ YÊ DARBEKAR…
 
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar berî meşê li ber avahiya partiyê daxuyanî da û bertek nîşanî dorpêça polîsan da. Sancar, di dewama axaftina xwe de wiha got: "Nahêlin ku em li hev jî kom bibin. Lê belê em ji dil bi hev ve girêdayî ne. Kes nikare yekîtiya me têk bibe. Em ê ji dil li kolanan bi hev re bin."
 
Sancar, destnîşan kir ku dilên wan yek e, kes nikare bikeve navbera wan û gel û got, "Meşa me meşa demokrasiyê ye li dijî darbeyê. Darbekarî desteserkirina îradeya gel e. Zilm û zordariya li gel e. Darbe tenê bi tank û topan nabe. Darbe bi destê dadgeriyê jî bi bikaranîna derfetên desthilatdariyê jî tê kirin. Karê destpêkê yê her darbekarî desteserkirina îradeya gel e."
 
Sancar darbeyên 12'ê Îlonê û 27'ê Gulanê bi bîr xist û got, "Ev desthilatdarî heman rêbazan bi kar tîne. Dadgeriyê bi kar tîne, derfetên desthilatariyê bi kar tîne. Navê vê jî darbeya siyasî ye. Ya ku darbekar herî zêde jê ditirse azadî ye. Destpêkê îradeya gel desteser dikin, piştre jî azadiyan ji holê radikin. Mafê me yê meşê di Destûra Bingehîn de heye. Tenduristiya gelê me ji bo me gelekî hêja ye. Em ji desthilatdariyê bêhtir li tenduristiyê difikirin. Eger bi rastî jî pirsgirêka pandemiyê ya desthilatdariyê hebûya, beriya her tiştî wê li guhertin û sererastkirina ji bo parastina tenduristiya gel bifikiriya. Niha dema ku em dixwazin mafên xwe yên demokratîk bi kar bînin pandemiyê dikin bahane."
 
'JI BO AZADIYA WELÊT EM LI VIR IN'
 
Di dewama axaftina xwe de Sancar got, "Eger destûr nayê dayin ku mafê Destûra Bingehînî bê bicihanîn, hingî ev darbekarî ye. Nenaskirina hiqûqê ye, nenaskirina Destûra Bingehîn darbekarî ye. HDP'ê di her şert û mercî de berê xwe da siyaseta demokratîk. Ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd a bi azadî û demokrasiyê, ji bo azadiya welêt em li vir in. Ji bo vê em siyasetê dikin, lê belê desthilatdarî dixwaze vê siyasetê bifetisîne. Her feraseta ku dixwaze siyasetê bifetisîne darbekar e."
 
Sancar destnîşan kir ku ev meşa wan meşa demokrasiyê ye û got, "Şertê jêneveger ê demokrasiyê jî xwedîderketina li îradeya gel e. Polîtîkaya qeyûm darbeya herî mezin e. Gelê Colemêrgê bi rêjeya 65 ji sedî şaredarên xwe hilbijart. Desteserkirina şaredariyê, bicihkirina karmendê xwe, tunehesibandina îradeya gel e. Em ji bo vê îradeyê biparêzin li vir in."
 
Sancar û şandeya pêre piştî axaftinê, ji bo ku dest bi meşê bikin ber bi wesayîtê xwe ve çûn. Lê polîsên ku barîkan danîn destûr nadin partiyî biçin li wesayîtên xwe siwar bibin û ber bi Wanê ve bikevin rê. Rawestandina endamên partiyê dewam dike.
 
 

Sernavên din

17/06/2020
11:32 'Meşvanên Demokrasiyê' ji Wanê diçin Bedlisê
11:24 Gundê Malxokê di erdhejê de hilweşiya
11:18 'Gelo kesên êrîşî karkerên kurd kirin hatine binçavkirin?
10:23 Dozger ne mexdûr, bijîşk esas girt
10:02 30 sal in teşe dide keviran
09:35 Walîtiya Şirnexê ketina avê qedexe kir
09:08 Mehmet Atli ‘Morî Mircan’ pêşkêşî hezkiriyên xwe kir
09:08 Neviya Seyîd Riza: Piraniya erdê me ji me stendin
09:08 Ji ber DEDAŞ'ê dest bi çandina berên alternatîf kirin
09:08 Hîlala Berê li benda şêniyên xwe ye
09:08 Li marketê 4 TL, li nav erd bi 10 qurîşan
09:08 MED DUFAD-FED'ê xwest CPT û Rêxistina Efûyê mudaxaleyî Tirkiyeyê bikin
09:08 Piştî 2 meh û nîvan Qesra Îshaq Paşa cardin mêvan hewandin
09:00 ROJEVA 17'Ê HEZÎRANA 2020'AN
16/06/2020
20:44 Hejmara pêketiyan bû 181 hezar û 298
17:33 Meclîsa Jinan ewil Komeleya Piştevaniya Mor ziyaret kir
17:22 Ji Amedê balafirên şer li ser hev radibin
17:06 Ji bo azadiya Zeynep Celaliyan dest bi kampanyayê kirin
16:43 Li Omeryan bi sedan donim derdor şewitî: Rayedar hêj rewşê dinirxînin
16:33 Berkîn Elvan li Okmeydani bibîr anîn
16:32 DEVA: Astengkirina meşa HDP’ê nayê qebûlkirin
15:59 Rûspiyên Êzidî û ciwanên Çemçemalê êrîşên Tirkiye şermezar kirin
15:32 Kesê li dijî Demîrtaş êrîşa zayendî pêk anî hat girtin
15:31 Li Silopya tup teqiya: 2 kes birîndar bûn
15:25 Ji bo Rojnameger Nedîm Turfent kampanya îmzeyan
14:59 Jin xwe ji bo meşê amade dikin
14:58 Doza Ozgur Gundemê hat taloqkirin
14:50 Sancar Baroya Wanê ziyaret kir
14:28 'Em ê destûr nedin ku kes siberoja me bidize’
14:25 Tirkiye û Îran bi awayekê hem wext bombebaran kirin
14:24 Meşa HDP’ê li Amedê dê bi girseyî were pêşwazîkirin
14:13 Ji ber çalakiyên di zarokatiya xwe de tevlî bibûn hatin girtin
14:03 Nivîskar Avba: Kazimî êrîşa li ser Kurdan erê kir
13:32 Ji kujerê Kemal Kûrkût re ceza hat xwestin
13:18 Buroya HDP'ê ya çapemeniyê: Îdîayên Rudawê li dijî rastiyan e
12:19 ÎHD: Ne pêkane ku mafê meş û xebatên siyasî bên qedexekirin
12:17 'Heke Tirkiye li gorî qanûnan tevbigere em ê bi xweşî pêşwazî bikin’
11:35 Beriya çalakiya HDP’ê Qada Esenyûrtê bi bariyeran hat girtin
11:35 Li gundê Lîçikê û Elmalû hemû xaniyan xesar dîtiye
11:15 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
10:40 Aydenîz: Li dijî êrişan bersiva herî mezin yekîtiya neteweyî ye
10:36 Hejmara miriyên qezaya Kemaliyê derket 5’an
10:01 Li Tûzlayê dîmenên ‘koletiya modern’
09:36 Hejmara bajarên ku berdevk li wan mecbûrî ye derket 42’an
09:01 Mafê kedkarên tenduristiyê tê xwarin
09:01 Baniyê 50 malan hilweşiyan
09:01 Li Amedê 4 xebatkarên tesîsa dawerivîna avê bi Covîd-19'ê ketine
09:01 Piştî 30 salan li Çiyayê Komtik û Katoyê dest bi çandiniyê kirin
09:01 'Daxwazên zarokên me bi cih neyên em ê biçin ber Dadgeha Destûra Bingehîn'
09:01 Navê 'Arîn Mîrkan' li albuma xwe kir
09:01 Maçîn: Me gava herî zehmet avêt, dor dora yekîtiyê ye
09:01 Aydin: Dixwazin baroyan bêdeng bikin
09:01 Dêra keldaniyan tê rûxandin
09:00 ROJEVA 16'Ê HEZÎRANA 2020'AN
08:21 Partiyên siyasî bang li civaka navneteweyî kirin
08:07 Gundekê Colemêrgê kirin karantînayê
15/06/2020
23:13 Bradostê bombebaran kirin
21:03 18 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane
19:47 Li Dêrazorê êrîş birin ser şaredariyê: Hevşaredar jiyana xwe ji dest da
17:03 Danişîna doza Altan a nexweş sibê ye
16:46 Milê Edîrneyê dest bi 'meşa demokrasiyê' kir
16:02 Çerkezoglû: Pergalek nû ya civakî ferz e
15:27 Malbatên 2 HPG’iyan ji bo cenazeyên xwe bigirin xwîn dan
15:23 Bersûcek êrişî Başak Demîrtaş kiribû hat berdan
15:18 Gelek balafirên şer ji Amedê rabûn
15:06 Şewata li Omeryan gehişt çoltera Mahsertê
15:05 Banga pêşwazîkirina meşvanan hat kirin
14:28 Piştgirî dan Tîmtîk û Unsal: Darizandina adilane mafê sereke ye
14:27 Colemêrgiyan HDP’î bi coş oxir kirin
14:17 Li Mêrdînê çalakî û şahî dîsa hatin qedexekirin
14:10 Piştgirî dan biryara esnafên Cizîrê
13:52 Fermandariya Operasyonên Hevbeş a Iraqê bertekek tund nîşanî êrîşên Tirkiyeyê da
13:01 Bûldan: Heta aştî, azadî û demokrasî were wê ev meş bidome
12:50 TJA'yê êrîşên li ser Mexmûr û Şengalê şermezar kir
12:44 Baroyên herêmê: Em ê piştgiriyê bidin çalakiyên demokratîk
12:42 HDP’ê li Colemêrgê start da: Em ê ji bo çareserî û edaletê bimeşin
12:31 Polîsan li Wanê avahiya HDP’ê dorpêç kir
12:15 Polîsan li Edîrneyê mudaxileyî ‘Meşa demokrasiyê’ kir
12:02 Piştî du salan testa DNA’yê derket
12:01 Erdhejê bandorek neyînî li ser gundên Kanîreş û Çêrme kir
11:52 Girtiyên siyasî yên Sîlîvrî dest bi çalakiya xwarin negirtinê kirin
11:34 Li Idlibê zingil ji bo Tirkiyê lê dide
11:24 Berî meşa HDP’ê li Colemêrgê OHAL
10:55 KCD: Bi êrîşan dixwazin meşa demokrasiyê provoke bikin
10:38 Ji bo Bradostê amadekariya operasyonê tê kirin
10:36 BTS: Sedema qezayan sîrgûn û tayînkirinên bêliyaqetin
10:11 Kanîreş bi pileya 5.6 dîsa hejiya
09:52 Polîsan avahiya HDP’a Edîrneyê dorpêç kir
09:08 ‘Bila kuştina jinan en bi gumanbar eşkere bikin’
09:07 Li Amedê 150 xebatkarên tenduristiyê bi koronayê ketine
09:06 Berxwedana Karkeran a 15-16'ê Hezîranê 50 sal li pey xwe hişt
09:06 Karkerên tersxanê: Ya ji birçiya ya jî ji koronayê em ê bimirin
09:05 Xweşikiya bêhempa ya Zozanên Feraşînê
09:00 ROJEVA 15'Ê HEZÎRANA 2020'AN
08:43 Dikandarên Cizîrê ji ber koronayê derabeyên xwe girtin
08:42 Di lêpirsîna parvekirina zayendperest de kesek din jî hat binçavkirin
08:18 Balafirên şer Kampa Mexmûr, Şengal û Qendîlê bombebaran kirin
14/06/2020
21:46 Bertek nîşanî şaredariyê dan û xwestin xwe bişewitînin
21:12 Şandeya HDP'ê li Colemêrgê bi coş hat pêşwazkirin
20:57 Li Tirkiyê 15 kesên din jî bi koronayê mirin