AMED - Li Amedê gelek balafirên şer li ser hev rabûn. Duh bi şev jî balafir rabûbûn û Şengal, Mexmûr û Qendîlê bombebaran kiribûn.
Li Balafirgeha Eskerî ya Amedê gelek balafirên şer ên F-16 li ser hev rabûn. Bi qasî 10 balafiran rabûn. Ev demek dirêj e balafirên şer li ser hev radibin. Şêniyên Amedê diyar dikin ku ew ji ber dengê balafiran tu aramiya wan nemaye û ev deng li ser derûniya wan bandork neyînî dike.
Duh bi şev jî balafirên şer ji Balafirgeha Amedê rabûbûn û Kampa Mexmûrê, Şengalê û herêma Qendîlê ya girêdayî Herêma Federe ya Kurdistanê bombebaran kiribûn.