NAVENDA NÛÇEYAN – Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 32 partiyên siyasî bi daxuyaniyeke hevpar êrîşên hewayî yên Tirkiyeyê şermezar kirin û bang li koalisyona navneteweyî û raya giştî ya cîhanê kirin ku pêşî li êrîşan bigirin.
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 32 tevger û partiyên siyasî, bi daxuyaniyeke hevpar êrîşên hewayî yên Tirkiyeyê yên li ser Şengal, Mexmûr û Qendîl şermezar kirin. Partiyan, diyar kir ku êrîş hêviya gelên li herêmê kiriye hedef û gotin ku sedema êrîşên Tirkiyeyê bêdengiya civaka navneteweyî ye.
BANGA LI CÎHANÊ
Di berdewamê de partiyan bang li koalisyona navneteweyî û raya giştî ya cîhanê kir ku pêşî li êrîşên Tirkiyeyê bigirin û ji hikûmetên Herêma Kurdistanê û Iraqê jî hat xwestin ku berpirsyariya bi xwe bicih bînin û rê nedin êrîşên bi vî rengî.
BERSIV BERXWEDAN E
Di dawiya daxuyaniyê de partiyan têkoşîna gelan a li dijî êrîşan dest nîşan kir û ragihandin ku bersiva herî xurt a li hemberî êrîşan berxwedana gelan û xurtkirina jiyana hevpar û aştiyê ye.