ŞIRNEX – Li navçeya Silopya dema mal kişandinê tup teqiya û 2 bira birîndar bûn.
Li taxa Karşiyaka ya navçeya Silopya ya Şirnexê, dema mal kişandinê ji ber sedemeke ne diyar tupek teqiya. Di encama teqînê de Yûnûs û Etem Gulçe yên birayên hev bi giranî birîndar bûn. Her dû birîndaran jî bi ambûlansan sewqî Rihayê kirin.