Neviya Seyîd Riza: Piraniya erdê me ji me stendin

  • rojane
  • 09:08 17 Hezîran 2020
  • |
img

DERSIM – Neviya Seyîd Riza Zelîha Polat, diyar kir ku piraniya erdên li gund ji wan hatine stendin û ji bo erdên xwe alîkarî ji hiqûqnasan xwest.

Piştî pêşengê Serhildana Dersimê Seyîd Riza hat bidardekirin gelek dersimî hatin sirgûnkirin. Bi vê re gelek gund jî hatin valakirin. Yek ji van gundan jî gundê Agdatê yê Pulurê bû ku niha navê Dûman Tepe lê hatiye kirin. Piştî gund hatin valakirin ewilî erdên li gundê Seyîd Riza hatin desteserkirin. Çendî ku neviyên wî ji bo erdên xwe car carina hatibin gund jî lê dewletê tim gund vala kiriye. Herî dawî gund di sala 1994'an de hatiye valakirin û bi gundê Tornovayê ve hatiye girêdan. Tapo jî di sala 2009'an de hatiye gundê Dûman Tepeyê û piraniya erdên wê li ser xezîneyê hatin qeydkirin. Her wiha ji bo erdên bitapo jî ku neviyên Seyîd Riza di sala 1977'an de bi biryara dadgehê tapoya wan stendibûn, vê carê hin kesên din doz kirin ku ev erd ên wan in. Ji ber vê erdên Seyîd Riza û erdê ku qonaxa wî li nav bû bi xwe jî dane ber dadgehê. Hê jî dadgeh didome.
 
Neviya Seyîd Riza Zelîha Polat, ji bo dozê alîkarî ji hiqûqnasan xwest.
 
TAPO NEDAN
 
Neviya Seyîd Riza Zelîha Polat ku di sala 2002'yan de hatiye li gund bi cih bûye, destnîşan kir ku bavê wê di sala 1977'an de serî li dadgehê daye û hin erdên wan ên bitapo bi dest wan ketiye lê tapoya hinan jê jî nestendine. Polat, anî ziman ku di sala 2009'an de tapo hatiye gund û hin erdên wan li ser xezîneyê hatine qeydkirin û got, hin kes jî ji bo erdên wan ên bitapo gotine ên me ne. Polat, diyar kir ku zêdetirî 200 donim erdê wan dewrî xezîneyê hatiye kirin.
 
Polat, anî ziman ku piraniya erdên gundiyan ji wan hatiye stendin û got, 9 sal in ji bo erdê xwe bistînin tev digerin. Polat, destnîşan kir ku bêyî dadgeh bê lidarxistin, keşf bê kirin hiqûq hatiye binpêkirin û got: "Dibêjin em dewleteke hiqûqê ne. Lê em bi bêhiqûqiyê re rû bi rû ne. Keya jî di nav de hin kes dibin yek dibêjin ev 'parsêl ê me ye, ev parsêl ê me ye'. Dixwazin erdên me ji me bistînin. Erdên me pir biber in, daristanên wê, ava wê qet qirêjî nebûne. Bi vî awayî nêvî ji dest me çû. Du sê heb îxanetkar dibînin, pêzaniyên 80-90 salî tînin. Kes nizane ew kî ne, hişê wan jî ne li serê wan e, lê wan dikin pêzan. Ji gund bigire heya Erzinganê gelek kes daxilî dadgehê bûne. Hê jî didme. Bêyî keşf bê kirin ji bo erdê me dibêjin ê xezînê ye."
 
Polat, destnîşan kir ku nasnameya Dersimê bi vî awayî tê tepisandin û got: "Tapoyê tînin erdên me dikin ên xezînê. Em di şert û mercên zehmet de hatin roja îro. Bila ên pê me rihet bibin. 11 kalikên min di vir re derbas bûne çûne. Yanî ez beriya wan li vira bûme. Di Her Ûris de kalê min ji vir heya Erzingan û Erziromê warên xwe parastiye. Dû re em hatin dardakirin. Ez xwe, derdorê didom ber lêpirsînê. Çima ev tişt tên kirin? Sirf ji ber li vê axê kurd, ewleî, ermenî hene tê kirin."
 
‘TAPOYÊN ME LI SER HIN KESÊN DIN QEYD KIRINE'
 
Polat, anî ziman ku li gund çar malbat hene û xwest deverên ku niha wekî mewkî hatine qeydkirin dîsa statuya wan a gund bê dayîn û got: "Ji bo bibe gundê divê nifûs 150-500 be. Li herêmê nifûsa kîjan gundî 500 e? Ka qanûna? Navê gundê me Agdat bû, lê guherandin kirin mewkî û navê Dûman Tepe lê kirin û bi gundê Tornovayê ve girêdane. Navê gundê me piştş valakirina di sala 1993-94'an de hat fesixkirin. Pêşî gund desteserkirin nha jî bi rêya qadastroyê tapoyên me li ser navê hin kesên din dertên."
 
‘PAŞEROJA MIN E'
 
Polat, destnîşan kir ku wexta hatine gund her der serobero bû û got: "Axirê ez hatime. Tu tişt ne li ihê xwe yê berê bû. Hema bêje darek jî tunebû. Min ji xwe re got çi dibe bila bibe ezê bimînim. Paşeroja min nirxa min a esil e. Nikarin vê yekê înkar bikin. Min nexwest ev der wêran bibe. Min xwest cardin mirov bên vira, bi ser ketim. Her diçe hejmar zêdetir dibe."
 
Polat, xwest dadgeh biryareke adil bide û ji bo alîkariyê bang kir: "Bi taybetî bang li hiqûqnasan dikim. Dixwazim alîkariya me bikin. Qanûnê mafekî milkiyetê daye min. Lê niha dixwazin vî mafî ji dest min bistînin."
 
MA / Ayşe Surme

Sernavên din

19/06/2020
13:46 Meşa HDP’ê li Rihayê hat pêşwazîkirin
13:42 Ji malbatekê 3 kes binçav kirin
13:19 Dawî li karê 130 karkeran anîn
12:53 'Parastin dimeşe'
12:28 Şêniyên Stenbolê: Meşa demokrasiyê me kelecanî kir
12:18 Ji bo jinên siyasetmedar nepoxên xemrî firandin
12:00 Îro jin pêşengiya meşê dikin
11:53 Misrê jî bertek nîşanî êrîşên TSK'ê da
11:52 Baskê meşa Colemêrgê ber bi Edeneyê ve derketin rê
11:38 Ez li dijî neheqiyê têkoşiyam, 'terorîst' îlan kirin
11:38 Ji bo operasyona leşkerî 15 gund qedexe kirin
11:24 2 kes li Amedê hatin binçavkirin
11:14 Projeya danasîna Farqînê amade kirin
11:07 Dayika Erhan ê ser sînor hat kuştin: Ez edaletê dixwazim
11:05 Rojnamegerekî Kurd: Pîremêrd
09:55 Ji bo ku neyê kuştin xwe ji berbanê avêt
09:44 'Bila dest nedin Munzur Baba'
09:38 Kesên ji ber afişan hatibûn binçavkirin hatin berdan
09:07 Dadgehê biryara beraatê ya bavê Haci Lokman Bîrlîk xera kir
09:07 57 sal in çandiniyê dike
09:07 Zozana Korhanê malovaniya bi sedan zozanvanan dike
09:07 Dev ji bajaran berdan, dest bi çandiniyê kirin
09:07 'Meşa Demokrasiyê rûpoşa îqtidarê xist'
09:07 Karkerê tersaneyê: Em di tanqa balastê de ne, lê ew li koşka kapîtan
09:07 ‘Mafê xwe yê rewa parastin lê ji kar hatin avêtin'
09:07 Wê binpêkirinên di meşa HDP'ê de pêk hatin bike rapor
09:00 ROJEVA 19'Ê HEZÎRANA 2020'AN
08:35 AYM'ê biryar da ku 50 hezar tl tazmînatê bidin Demîrtaş
18/06/2020
23:44 Tevî bebika xwe ya 10 rojî û keça xwe ya 2 salî hat girtin
21:02 Hejmara pêketiyan bû 184 hezar û 31
17:05 Erebîstana Siûdî: Êrişên Îran û Tirkiyeyê binpêkirina peymanên navneteweyî ye
16:46 Li Edenê banga têkoşîna hevpar hat kirin
16:15 Di meşa demokrasiyê de rêxistinên civakî yên sivîl hatin ziyaretkirin
16:08 Günay: Dibe ku meşa demokrasiyê ya HDP’ê ji bo aştiyê bibe hêvî
15:57 Erden: A giring Kurd statuya xwe mîsoger bikin
15:43 Hamdî Gezmîş spartin axê
15:14 Ji bo Tîmtîk û Unsal bang ‘pêkanîna hiqûqê’ li Dadgeha Bilind kirin
15:13 320 rewşenbiran xwest êrîşên Tirkiye bi dawî bibin
15:12 Iraqê ji Tirkiyeyê xwest ku hêzên xwe paşve vekişîne
14:58 Beştaş: Armanca rênedana medyayê krîmînalîzekirina HDP’ê ye
14:53 Li Rezan şewat: 40 kes asê man
14:37 Baroya Îzmirê: Hilweşîna konên Romenan binpêkirina mafan e
14:24 Xebatkarên tenduristiyê ji pêvajoya ‘normalbûnê’ bifikarin
14:14 OHD’ê bertek nîşanî operasyonan da: Çareserî aştî ye
13:02 11 meh cezayê girtîgehê li Serokê Rûmetê yê AABK’ê Oker birîn
13:00 Dadgehê 3 sal û 9 meh ceza li Azad Bedran birî
12:55 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Ocalan re serlêdan kirin
12:55 ‘Meşa HDP’ê daxwaza hemû welatiya bû’
12:35 Akademîsyena Aştiyê Bozdag beraet kir
12:30 'Bi êrişan peyamê didin hemû kurdan’
12:15 YNK: Leşkerên tirk ji Iraqê derxin
11:47 Pêzan tespît kir ku di destê Rojnameger Dogru de çek tune
11:18 5 kesên berî 8 rojan hatibûn binçavkirin hatin berdan
11:11 Doç. Dr. Durna: Divê her rojnameger rastiyê esas bigirin
11:10 ‘Ev meşa li dijî şikandina rûmetê ye'
11:08 Mexdûrên erdhejê: Kon nedan, em nikarin bikevin malên xwe
10:46 Pêşmergeyek PDK'ê di bomberana balafiran de jiyana xwe ji dest da
10:36 Qaşkoliyan şeva ku Erhan Gorur hatibû kuştin vegotin
09:58 'Em difikirin ku Gulistan kuştine'
09:55 ‘Li girtîgehan 70 kes bi koronayê ketine û 6 kes mirin e’
09:52 Serokatiya Meclisê peyva Dersimê ‘giran’ dît
09:29 Bi belgeyan derket holê ku fermandarên eskerî li Licê bazirganiya tiryakê dikin
09:11 Yasaya notirvanan ket meriyetê
09:10 Dayika ku keça wê di rojiya mirinê de: Roj bi roj dihele
09:10 Çîftyurek: Tirkiye û Îran dixwazin konsepta Kerkûkê pêk bînin
09:09 Jiyana zozanan nadin bi ya bajaran
09:09 Di pêvajoya şewbê de jin bi rewşek çawan re rû bi rû man?
09:08 Wê fatûreya mudaxilekirina Lîbyayê li Idlîbê bê birîn
09:08 Li tersaneyan bi navê tevdîrê tiştek jî tuneye!
09:00 ROJEVA 18'Ê HEZÎRANA 2020'AN
00:10 Malbatê cenazeyê Bîrsen ê HPG’yî di dorpêçê de defin kirin
17/06/2020
21:26 Li Silopiyayê teqînek çêbû: 4 kes jiyana xwe ji dest dan
20:14 Hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane bû 4 hezar û 861
16:11 'Em ê herdem aştî, demokrasî û azadiyê bixwazin'
16:10 HDP’î li Mêrdînê hatin astengkirin
15:33 Ji baroyan daxwazên hevpar: Pêşnûmê betal bikin
15:02 Giliya Zaînal Abarakov kirin
14:44 Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê piştgirî da meşa HDP'ê
14:43 Tevahiya rê piştgirî dan meşvanên demokrasiyê
14:18 Eskeran li Payizava 9 kes binçav kirin
14:05 Hevşaredara Sûrê Fîlîz Bûlûttekîn hat berdan
14:04 Şandeya HDP’ê sibê dê li Amedê serdana rêxistinên civakî bike
13:52 Dadgehê di doza Nisêbînê de li 45 kesan ceza birî
13:29 Kesên 'nediyar' ketin mala Eren Keskin
13:28 Cezayê bersûcên ku Şûle Çat qetil kiribûn hat erêkirin
13:23 Bûldan: Ji Edîrneyê heta Colemêrgê pêdiviya Tirkiyê bi aştiyê heye
13:15 Cezayê girtîgehê li rojnameger Canozer birîn
12:43 'Em li vir in, li meclîsê ne û li her derê Tirkiyeyê ne'
12:26 PYNK û ENKS'ê daxuyaniya yekrêziya kurdî dan: Lihevkirin pêk hat
12:07 Jinên siyasetmedar ên girtî piştgirî dan Başak Demirtaş: Tu ne tenê ye
11:56 Cenazeye kesê ku di bendavê de winda bûbû hat dîtin
11:56 Rojnameger Alankûş hat beratkirin
11:40 Dadgehê 6 sal û 3 meh ceza li Serokê Giştî yê KADEP'ê Baksî birî
11:33 Ji ber HES’an her sal bi hezaran masî dimirin
11:32 'Meşvanên Demokrasiyê' ji Wanê diçin Bedlisê
11:24 Gundê Malxokê di erdhejê de hilweşiya
11:18 'Gelo kesên êrîşî karkerên kurd kirin hatine binçavkirin?
10:23 Dozger ne mexdûr, bijîşk esas girt
10:02 30 sal in teşe dide keviran
09:35 Walîtiya Şirnexê ketina avê qedexe kir