NAVENDA NÛÇEYAN - Balafirên şer ên TSK'ê şevê din herêmên Biradost, Zaxo û Amêdiyê bombe kirin.
Li gorî agahiyên çavkaniyên herêmê, şevê din TSK'ê hêzek zêde ya eskeran şandin herêma Biradost a parêzgeha Hewlêrê. Li aliyê din balafirên şer ên TSK'ê yên F-16 gundên Xelîfan, Sîrwan û Xakurkê bombebaran kirin. Ji ber bombebaranê şewat derket. Balafirên şer li ser herêmê digerin. Ji aliyê din ve şeva borî balafirên şer çiyayê Pîrbila û Heftanin ên ser bi Zaxo bombebaran kirin. Herêma Nihêl a ser bi Amêdiyê jî hate bombebarankirin. Heta niha derbarê ziyana bombebaranê de ti agahî bi dest neketine.