STENBOL - Hevjînê Nûrtaç Canan Ragip Canan ê xwest wê bikuje sewqî edliyê hat kirin.
Ragip Canan ê li navçeya Zeytînbûrnû ya Stenbolê dijî, di 5’ê hezîranê de xwest hevjînê xwe yê 23 salin zewicîne Nûrtaç Canan bikuje. Canan ê duh piştî bûyerê li Stenbolê hat binçavkirin, piştî îfadeya wî hat girtin îro sewqî Edliya Bakirkoyê hat kirin.
Nûrtaç Canan, piştî hevjînê wê gule bera wê da, li ser erdê bi xwîna xwe “Dayê û bavo heqê xwe li min helal bikin. Ragip li min xist. Ez xilas bûm” nivîsandibû.