Meşvan axivîn: Yê AKP’'ê çek, ya HDP’ê gel heye

img

ENQERE - Meşa HDP'ê ya "Li dijî darbeyan Meşa Demokrasiyê" ku ji milê Colemêrgê û Edîrneyê di 15'ê Tîrmehê dabû destpêkirin duh li Enqereyê bi dawî bû. Têkildarî meşê parlamenterê HDP'ê Musa Pîroglu û Endamê MYK'ê yê HDP'ê Velî Saçilik axivîn. Meşvanan anîn ziman ku ev despêka çalakiya demdirêj e û wiha gotin: "Yên AKP'ê çekên wan, yên HDP'ê jî gel heye. 

 
Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), ji bo pêkaninên dijdemokratîk pêvajoya çalakiyên demkoratîk dabû destpêkirin. Di çarçoveya çalakiyên demokratîk de di navbera 15-20'ê Tîrmehê de ji milê Colemêrg û Edîrneyê "Li dijî darbeyan meşa demokrasiyê" li gel hemû astengiyan meşiyan û gihiştin Enqereyê. Meşvanan duh li Parka Meclîsê ya (Mîllî Egemenlik) daxuyanî dan û deklerasyona demokrasiyê aşkere kir. Têkildarî meşê meşvanên demokrasiyê Parlamenterê HDP'ê Musa Pîroglu û Endamê Lijneya Rêveber ê HDP'ê (MYK) Velî Saçilik armanc û serpêhatiyên meşê axivîn. Pîroglu ku di milê meşê yê Edîrneyê de cih girt, anî ziman ku kesên îtîrazên wan û daxwazên wan ên demokratîk hene ji bo çareseriyê berê xwe didin Enqereyê û wiha got: "Ji ber ku Enqere kirdeya siyasetê ye berê xwe didin Enqereyê. Dema em derketin rê em rastî gelek astengiyan hatin. Eskeran meşa me asteng kir. Polîsan jî xwest meşê terorize bikin û binçav bikin. Li wir alozî derket. Armanc û hewldana dewletê meşê asteng bikin û bi dawî bikin. Dixwestin çawa dest pê kir wisa bi dawî bikin. Dîmenên ku TOMA dêde xuya dikir, sanneya dawî bû. Helwesta polîsan pir hişk bû. Lê biryar jî bir xurt bû. Ji bo xwedîderketin û hezkirina gel a li hemberî meşê asteng bike hemû tedbîr girtibûn. Lê gel her tişt da ber çavên xwe û hatin karwan silav kirin."  
 
'MUXALEFETA CIVAKÎ JI XEWA MIRINÊ HIŞYAR DIBE'
 
Pîroglu, anî ziman ku li Kadikoyê girseyek mezin hebû û wiha got: "Vê yekê heviya mirovan xurttir kir. Piraniya girsê kesên dengê xwe dabûn HDP'ê. Yên Tirkiyeyî li vir pir bûn. Polîs neçar man ku destûr bidin. Dewletê wisa hîs kir ku meş mezintir bibe dê veguhere tiştekî din. Min ev yek li Esenyurt û Kadikoyê hîs kir. Vê meşê moral û coşek mezin da girsê. Ev çalakî ji pêvaoya OHAL'ê heta niha çalakiyên herî xurt bûn. Li gel dorpêçê dîsa mirov hatin beşdarî karwan bûn. Medya hawiz jî hat meş şopand û xwest kriminalize bike. Lê bi ser neket. Me berê jî gelek çalakî li dar xistin. Lê piranî bi parlamenteran bi sînor man. Niha dewlet, hêza muxalif û çivak hatin hemberî hev. Wekîl û gel bi hevre bûn. Em her dem rastî vê helwesta medya îqtîdarê tên. Tişta ew berovajî dikin mafê bindestan ê berxwdanê ye. Dema gundî axa xwe diparêze, cendirmeyan li hemberî xwe dibîne. Dema karkerên SOMA dimeşin Enqereyê polîsan li hemberî xwe dibînin. Dema karkerên Yuvo li pêş fabriqeyê çalakiyê li dar dixin vê carê polîsên TEM'ê li hemberî xwe dibînin. Dema jinek li mafê xwe digere bi zora dewletê diçe. Lê em têkoşîna li dijî zorê mafekî rewa dibînin. Di navbera me û mêrê ku jinê qetil dike mesafe heye. Di navbera me û patronê ku keda karker dixwe de mesafe heye. Em li dijî zora dewletê alîgerê gel in. Ji ber vê yekê medya îqtîdarê dixwaze me wekî dijmin bide nîşandan. Meşvanên Enqereyê nîşan dan ku bingeh û sedema sereke ya pirsgirêkên li vî welatî îqtîdar bi xwe ye. Ji ber ku îqtîdar alîgirê sermayedaran e. Xwedî feraseta mêtîngerî û karakterê mêrê zordest e. Heta ku ev karekterê zordest neyê guhertin, demokrasî pêş nakeve. Ji ber ku kirdeyê pirsgirêkan Siyaseta Enqereyê ye em meşiyan Enqereyê. Sedema sereke ya meşa HDP’ê ev e. Ev destpêka meşek demdirêj e. Destpêka têkoşînek demdirêj e. Rêwîtiya siyasetek demdirêj e. Muxalefeta civakî ji xewa mirinê hişyar dibe." 
 
'QOR BI QOR ESKER RÊZ KIRIBÛN 
 
Velî Saçilik ê meşa milê Colemêrgê şopand jî anî ziman ku dema ku mirov li bajarên Kurdan bin rastî muameleyek girantir tê û wiha got: "Mirov li bajarê Kurdan li gorî Stenbol û Edîrneyê rastî muameleyek pir xerabtir tê. Hemû gir, kolan û rê bi panzer û TOMA'yan hatibûn girtin. Her der esker bûn. Ji ber ku em li wir bûn, li kolanan Qor bi Qor esker rêz kiribûn. Dema çûn Geverê, li gel polîsan Midûrê Giştî yê Polîsan jî hatibû wir. Timên Tevgera Taybet Midûrê Giştî yê Polîsan diparat. Ji bo meşa HDP’ê asteng bikin hatibûn wir. Heta ku em li wir bûn ew jî li wir bûn. Li ser fermana MYK'a AKP’ê hatibûn wir. Ji bo destûr nedin gelê Kurd û HDP bê cem hev û hêza HDP'ê xuya bibe hatibûn wir. Ji bo hezkirina gel a li hemberî HDP'ê asteng bike hatubûn wir. Destûr nedan ku navçe jî bên Colemêrgê. Lê tevî hemû astengiyan em li Colemêrgê bi coşek mezin hatin pêşwazîkirin. Welatiyan binçavkirin, girtin û lêdan dan ber çavên xwe û hatin em pêşwazî kirin û oxir kirin. Tevî ku polîsan mudaxaıle kir jî me çalakiya xwe berdewam kir. Li ser rêya Colemêrgê 5-6 dayikan astengiyên polîsan derbas kirin û hatin em pêşwazî kirin. Hatin maşîna Mîthat Sancar rawestandin û ew hembêz kirin. Tîmên taybet reviyan hatin mudaxale bikin. Dema dayikan û Sancar hev hembêz kirin wekî ku du artêş bên hemberî hev ew qas tirsiyan. Nexwestin dîmenekî wisa bê xuyakirin. 
 
'GELÊ KURD BAŞ DIZANE DÊ ÇAWA LI ZIMAN, ÇAND Û NASNAMEYA XWE XWEDÎ DERKEVE' 
 
Her kes xwedî feraseta Kurdbûnê ye. Lê dewlet wisa difikire ku bi qedexekirina her tiştî û hevkariya AKP -MHP'ê Kurd tepisandine. Rêxwistina HDP'ê bi binçavkirin û zextan zerar dîtiye. Li gel ew qas endam û rêveberên HDP’ê hatine binçavkirin û girtin jî, hestiyarî, hişyarî û ruhê gelê Kurd zindî ye. Politîkayên AKP-MHP'ê li wir bi ser neketine. Gelê Kurd baş dizane ku dê çawa li ziman, çand û nasnameya xwe xwedî derkeve. Yê AKP'ê çekên wan hene. Lê yê HDP’ê jî gel heye. Li Colemêrgê her kes ji hevre dibêjin 'Başkan' Ji ber ku heta niha gelek Serokên rêxistina partiyê hatine binçavkirin û li şûna wan yekî din hatiye hilbijartin. Bi xwezayî dest ji erka 'Serokatiyê' bernedane. Ji bo kesek bibe serok divê binçavkirin û girtinê bide berçavên xwe. Li gel her tiştî mirov zêde kom bûn. Dema em hatin Wanê jî xwestin me rast di dorpêçê de bibin ber avahiya HDP'ê û gel me nebîne. Çawa em ketin kolanê û gel Hevserokê Giştî Mithat Sancar dît gel herikî kolanê.
 
'POLÎS NEBÛYA DÊ 100 HEZAR KOM BÛBÛYA' 
 
Gel dirûşmeya ‘HDP gel e, gel li vir e' berz kirin. Polîs ketin nava tirsek mezin. Ji xwe ber girse mezin bû. Gel bû lehî û herikî qadê. Polîsan li hemberî vê yekê êrîşî gel kir. Em du kîlometre bi meşê hatin. Bê navber dirûşme berz kirin. Li çepikan xistin û lîrandin. Ger ku polîs nebûya dê 100 hezar mirov li dora me kom bûbûya. Li Bismilê em rastî êrîşê hatin. Nezî 200 mirovên kom bûbûn xwestin li gel me bimeşin. Lê mudaxale kirin. Li Rihayê jî em rasti heman dîmenê hatin. Her ku girse kom dibû mudaxaleyî wan dikirin û belav dikirin.
 
AKP BÛYE DELET, HDP BÛYE GEL 
 
Dema em hatin Amedê girsê em pêşwazî kirin. Li jêr gel û li jor JET hebûn. Dengê JÊT û tililîyên gel tev li hev dibû. Yên wan JET'ê wan hene. lê bi rastî yê me gelê me heye. AKP bûye dewlet, lê HDP gel e. Li bajarê Kurdan AKP tenê dewletê temsîl dike. Wisa difikirin ku bi şûrê xwe her tiştî bikin. Lê ew şûr nikare dilê gel fetih bike. Ev yek li Amedê pir zelal xuya bû. Her çend mesafeyek fîzîkî têxin nava me jî dil yek e. Nikarin HDP’ê ji dil, aqil û hişê me bibin. Êdî ji bo AKP'ê her tişt ji berê bêtir zortir e. Ji me re dibêjin mesafeyê têxin nava xwe û terorê. Me demek dirêj e navber xistiye navbera xwe û terora AKP'ê. Em bi AKP'ê re hevdîtinan nakin. Ger ku qala terorê bikin divê qala AKP-MHP'ê bikin. Ji ber ku tişta min dît hişmendiya li bajarê Kurdan li ser Kurdan terorê dimeşinin AKP ye. Meşa me carek din aşkere kir ku li Tirkiye muxalefeta herî mezin HDP ye. Ev yek dê hemû plana qesrê xera bike. 
 
MA / Deniz Nazlim - Berîvan Altan
 
 

Sernavên din

22/06/2020
15:03 HDP: Partiya edaletê edaletê asteng dike
15:02 Operasyona li Çiyayê Cûdî didome
14:47 Li 3 bajaran mirina bi guman a 11 jinan
14:44 Li herêma Serhedê hejmara pêketiyên koronayê zêde bûne
14:39 Parêzerên 6 rojnamegerên girtî: Eger hiqûq hebe divê bêne berdan
14:29 Hevşaredar Nazlier nehat berdan
13:59 Beştaş: Îradeya 100 hezar parêzeran tê astengkirin
13:55 Destûr nedan çapemenî doza MÎT'ê bişopîne
13:29 Karkerê ji înşeatê ket jiyana xwe ji dest da
13:23 Yilmazê ku li Qaşqolê bi birîndarî rizgar bûbû tabûrcî bû
12:43 Li Şirnexê hêj cîhaza testa vîrûsê tune
12:41 Hejmara kesên li Êlihê hatin binçavkirin derket 18’an
11:47 Qeyûmê Êlihê nivîsa bi kurdî rakir!
11:42 Ji leşkeran ji bo zozanvanan: Hûn xweşa me naçin ji wir derkevin
11:12 Meşa serokên baroyan hat astengkirin
10:57 Li Bûrsayê ji ber lehiya rabû 5 kes mirin
10:37 Rojnameger Zîlan: Kurd dê bi yekîtiyê bi ser bikevin
10:03 Çemê Dîcleyê tê herimandin
09:08 Serokê Baroya Êlihê Çakan: Divê pêşniyarqanûn bê vekişandin
09:06 Hilbijêrên CHP’ê diçin HDP’ê, hilbijêrên AKP’ê jî diçin partiyên nû
09:06 Serokên jin ên baroyên: Em ji bo serweriya hiqûqê dimeşin
09:05 Parêzerên di rojiya mirinê de: Divê em bi hevre ji bo edaletê têsikoşin
09:04 Qereçiyê Tirkiyeyî: Divê em hevdu hembiz bikin
09:00 ROJEVA 22'Ê HEZÎRANÊ
08:37 Girtî ji ber tunebûna avê nikarin paqijiyê bikin
08:02 Hevşaredara Awîskê Hatîce Taş hat binçavkirin
07:45 Redkarê wîcdanî Savda binçav kirin
21/06/2020
20:45 23 kesên din ji Kovîd-19'an jiyana xwe ji dest dan
20:16 Yekitiya Ereban ji bo Lîbyayê li hev kom dibe
18:48 Gulebarana leşkeran li Gabarê şewat derxist
16:53 Partiyên Yekitiya Nîştimanî ya Kurdî: Li dijî êrîşan bibin yek
16:16 Gelê Derikê li dijî êrîşên TSK'ê meşiyan
16:01 Gunay: Yekîtiya Kurd bi qasî jiyanê girîng e
13:30 'Îzaha ne dîtina Gulîstan Dokû çiye?’
13:27 Zaroka berasteng îstismar kir
13:26 Parlamentera Iraqê: Balafirên Tirkiye 158 km sînorê Iraqe îhal kirine
13:25 Hejmara pêketiyên vîrûsa koronayê nêzî 9 milyonan bû
13:00 TSK gundên Biradostê topbaran dike
12:35 Jinên TJA û HDP'î li dijî kuştina jinan nepox firandin
12:25 Meşvan axivîn: Yê AKP’'ê çek, ya HDP’ê gel heye
11:53 Wezîr Koca yekemîn daxuyaniya Walîtiya Amedê derewand
10:41 Serokên Baroyan: Em li dijî tarîtiyê dimeşin
09:40 YOK’ê lîsans nedayê, lê Qeyûmê Mêrdîn karê hiqûqê dayê
09:03 Ekolojiya Derya Reş talan dikin
09:02 Mêşvanên Dersimî îsal bi fikar in
09:02 Ji ber bacên gumrukê esnaf nikarin dikanên xwe vekin
09:01 Rêxistinên jinan: Kampanyaya HDP'ê daxwaza me ya hevpar e
09:01 139 roj in ji bo mafê xwe têdikoşin
09:01 Tevî ku nexweşîyên giran dîsa girtin
09:00 ROJEVA 21'Ê HEZÎRANA 2020'AN
20/06/2020
20:50 Hejmara kesên iyana xwe ji dest dane bû 4 hezar û 927
18:49 HDP'î li Enqereyê ne: Biryar, vîn û hêviya gelê me mezintir bû
17:15 Meşa parêzeran a 'Meşa Parastinê' didome
16:57 Hêzên PDK’ê êrîşî xwepêşandana Şeladizê kir
16:48 ‘Meşa Demokrasiyê’ gihîşt Enqereyê
16:31 Gelê Şeladizê bi dirûşma ‘Bijî berxwedan bimre Erdogan’ dimeşin
16:10 Di pêvajoya şewbê de ji sedî 45 jin bê kar man
15:59 ÎHD: 79.5 milyon mirov koç kirin
14:56 Jiyana girtiyên nexweş Firat û Çelîk dibin talûkê deye
14:06 Hevjînê Nûrtaç Canan ê xwest wê bi kuje derxistin edliyê
13:55 ‘Hestiyên me bidin me, bila gorek me hebe'
13:37 Li Girtîgeha Curnê Reş avê nadin girtiyan
13:36 Dê ji bo jinên hatine desteserkirin têkoşîna xwe bidomînin
13:34 Temaşevan dikarin li ser DVB-S jî li Stêrk TV temaşe bikin
13:02 Înîsiyatîfa Girtiyên Nexweş xwest Aygun were berdan
12:54 Aqûbeta Er ê berî 25 salan hat windakirin pirsîn
12:13 Agahiya bersûcê sereke yê Dokû Abarakov ji biryara dozger hebû
11:48 Serokê Pira Gelan: Dermanê cudakariyê demokrasî ye
11:40 Li Kanîreşê krîza konan: Serokê şaredariyê û qeymeqam li dijî hev rabûn
11:00 DBP: Meşa demokrasiyê tirsek mezin xistiye dilê îqtîdarê
10:50 Jetên TSK'ê Biradost, Zaxo û Amêdiyê bombe kir
10:50 Divê ji bo penaberan çareseriyên daîmî bên pêşxistin
10:35 RTUK'ê 80 roj şûnde bersîv da HDP’ê
10:35 Salaz: Êrişên li ser başûr tên kirin dagirkirina Herêma Kurdistanê ye
10:10 Aydenîz: Meşa me gehişt armanca xwe
10:09 TSK eskeran sewqî herêma Biradostê dike
09:56 HDP: Gelê Mîdyadê dê bersîvê bide îstîfayan
09:23 Ji ber zahmetiyên kar anî ziman 3 meh in betal in
09:16 HDP dê qedexeyên li ser ‘Meşa Demokrasiyê’ veguhezîne darazê
09:11 ‘Ji bo Merveyên din nemirin wê têkoşîna me dewam bike'
09:10 200 avahî li Cizîrê di qerantînayê de ne
09:09 ‘Divê avahiyên qewîn bên avakirin'
09:09 Bang li Hikûmeta Başûr kir: Şerm e ku dewleta êrîşkar erdnîgariya me bombe bike
09:08 Hevjînê Oyûnlûyê: Dadger, piştî ku bi îstîxbaratê re axivî biryar da
09:07 Firoşkarên dezgên wan hatin rakirin li benda çareyekê ne
09:06 Li Êlihê hejmara kesên bi vîrûsê ketin hezar û 700 derbas kir
09:06 Piştî krediya avahiyan fiyetê xaniyan pir biha bûye
09:05 Ji bo çandiniyê li benda alîkariyê ne
09:00 ROJEVA 20'Ê HEZÎRANA 2020'AN
19/06/2020
20:03 Daneyên dawî yên Covîd-19'ê: Hezar û 214 pêketî, 23 mirî
15:33 Komîsyona Venedîkê: Tayînkirina qeyûman li dijî prensîpên demokrasiyê ye
15:31 Jêtên TSK'ê Sîda bombe kir: 5 welatî kuştin
15:17 TJA'yê bal kişand ser rewşa jinên penaber
15:05 Esker û polîsan li Kanîreşê bi ser malan de girt: 10 kes binçav kirin
14:57 Meclîsa Erebên Şengalê: Li dijî êrîşan yekîtiyê xurt bikin
14:33 Yilmaz ê li Qaşqolê bi birîndarî xelas bû: Li ber çavên min Erhan kuştin
14:26 ‘Xwestek û tişta lê digeriyan pere û rant bû’
14:20 Xwişka Akman: Kekê min ne Kurd bûya dê bikirana leheng
13:53 Rêxistina HDP’a Enqereyê dê sibê meşvanan pêşwazî bike
13:50 Buldan: Li pey meşê aştî û demokrasî heye