ŞIRNEX- Nepaqijkirin û herimandina Çemê Dîcleyê pêşiya xeteriyên wêrankirina xwezayê vedike.
Li navçeya Cizîr a Şirnexê Çemê Dîcleyê di rojên dawî de ji ber nepaqijkirinê bale dikşîne. Çemê ku bi şûşeyên naylon û çopê tên herimandin, di nava rojê de ji aliyê bi hezaran kesan ve tê ziyaretkirin û welatî ji herimandina çem bi bertekin. Di heman demê nepaqijkirin çem a ji aliyê qeyûmê Şaredariya Cizîrê ve jî, bala gel dikişîne.
Her wiha qirêjiya çem pêşiya xetereyên wêrankirina xwezayê vedike.