Girtina Oyûnlû ji civakê re peyameke

  • rojane
  • 09:05 28 Hezîran 2020
  • |
img
AMED - Endamê Şaxa ÎHD’ê ya Amedê Ercan Yilmaz têkildarî girtina Eylem Oyûnlû ya ku bi tevî zarokên xwe ve hatibû girtin, diyar kir ku girtina Oyûnlû ji derveyî mevzûatên heyî ye û got: “Girtina Oyûnlû ji civakê re peyameke. Dixwazin civakê bitirsîn in ku kes li dijî wan refleksê nîşan nede.”
 
Eylem Oyûnlû ya 27 salî di 18’ê Hezîranê de bi îdîaya “alîkariya rêxistinê kiriye" tevî keça xwe ya 10 rojî û keça xwe ya 2 salî hat girtin. Parêzerê Oyûnlû Yûsûf Çakas ji bo ku Oyûnlû bi zarokên xwe ve serbest were berdan îtîraz kiribû. Dadgeha ku îtîraz kirî daxwaza parêzer red kir û Oyûnlû serbest neberda. 
 
Endamê Komîsyona Mafê Zarokan ê Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Amedê Ercan Yilmaz derbarê girtina Eylem Oyûnlû ya ku bi tevî zarokên xwe yên 10 rojî û 2 salî ve hatî girtin axivî.
 
GIRTINA OYÛNLÛ DERVEYÎ MEVZÛATÊN HEYÎ YE
 
Yılmaz, bîbirxist ku beriya sê hefteya Dilgeş ê 3 salî bi dayika xwe Gonul Aslan re serbest hat berdan û wiha axivî: “Ji bo girtina Dilgeş ê 3 salî ku bi dayika xwe re hatibû girtin piştî bertekên ji derdore hatin nîşandan serbest hatin berdan. Hêj ser vê yekê re 3 hefte derbasnebûyî dayika ku nû zarokê xwe anî ser dinê bi zaroka xwe ya 10 rojî û 2 salî re hat girtin. Ev yek derveyî Qanûnên Dadgehên Cezayê ne. Qanûnên Dadgehên Cezayê alternatîfên girtinê hejmartine. Şertên kontrolê yên edlî hene. Wek qedexeya derveyî welat, hin rojan îmze avêtin heye. Girtin derveyî mevzuatên heyî ye jî. Qanûn dibêje dikarin ne girin jî. Li hemberî ceza girtina Oyûnlû jî tedbîra girtinê tedbîreke giran e.”
 
‘DIVÊ BIRYARA GIRTINÊ PAŞVE WERE KIŞANDIN’
 
Yilmaz, diyar kir ku Tirkiye ji sala 1995’an û vir ve alîgirê Peymana Mafên Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (NY) ya navnetewî ye û wiha axivî: “Li gor peymanê divê sûda zarokan li ber çavan were girtin. Girtina jineke ku nû zarok anî ser dinê û zaroka 10 rojî û du salî ve bi xwe çûyî îfadeyê bide ne ehlakî ne jî wijdanî ye. Ji ber wê yekê divê demildest Eylem Oyûnlû serbest were berdan û bila ji biryara xelet hatî dayîn vegerin.” Yilmaz, anî ziman ku girtina Eylem Oyûnlû ya bi zarokên xwe ve îhlala mafe û wiha û berdewam kir: “Aliyekî peymanên ku Tirkiye alîgir, aliyekê jî hiqûqa navxweyî heye tevî van girtina van mirovan hem ji aliyê mafê tenduristiyê ve îhlal e, hem ji mafê zarok yê jiyanê û civirînê îhlal e hem jî ji aliyê mafê kesan yê azadbûnê ve îhlal e. Biryara girtinê dibe sedemê gelek îhlalan. Biryara dozger û dadger dayî ji derveyî standartên peymanên navnetewî ye. Ji ber wê divê ev biryar paşve were kişandin.”
 
‘864 ZAROK BI DAYIKÊN XWE RE GIRTÎNE’
 
Yilmaz, destnîşan kir ku herî dawî daneyeke ku 864 zarok ku bi dayikên xwe re girtîne hatibû parvekirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Me wek saziyên mafê mirovan dema derketina qanûna înfazê de bi israr anî ziman ku mexduriyeta zarokan ji holê were rakirin. Lê desthilatdariyeke ku tu pêşniyarên saziyên sivîl û muxalîfan qebûl neke heye li dijî me.” Yilmaz, da zanîn ku girtina Oyûnlû ya bi zarokên wê ve ji civakê re peyameke û wiha lê zêde kir: “Desthilatdarî bi girtina Oyûnlû ji civakê re dibêje ku ‘binêrin keseke ku neyê girtin jî şert û merc çibin bila ew bin em digirin.’ Bi vî şiklî dixwazin civakê bi tirsinin ku mirov li dijî wan tu refleksan nîşan nede.”
 
‘DIVÊ EM BI HEVRE BIXEBITIN Û PÊŞIYA ÎHLALAN BIGIRIN’
 
Yilmaz, bal kişand ser şert û mercên girtîgehan û wiha bi dawî kir: “Nameyên ku şert û mercên girtîgehan vedibêjin ji me re tên hene. Şertên gîrtêgehê ne li gor mezina ne jî. Bi taybetî piştî şewba vîrusa coronayê em dizanin ku li girtîgehan tedbîr nayên girtin. Mafê zarokan yê bi hevalên xwe ve lîstik bilîzin heye. Zarokekî ku bi hevalên xwe re mezin nebe di pêşerojê de dê li jiyana wan tahrîbatê bike. Dê zirarên ku telafiya wan neyî bijîn.” Yilmaz, bilêvkir ku di Tirkiyê de li tu qadan zarok di nav ewlehiyê de nînin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Zarokên ku di kolanan de dixebîtin yên ku tên îstîsmarkirin, mafê wan yê jiyanê ji wan tê standin û zarokên ku bi dayikên xwe re di girtîgehê de dimînin. Ji bo zarok bi awayekî tenduristî bijîn divê hemû alî fikrên xwe yên siyasî deynin aliyekê, bi hev re bixebitin û pêşiya van îhlalan bigirin.”
 
MA / Fahrettin Kiliç - Ergîn Çaglar 
 

Sernavên din

29/06/2020
15:29 Oluç: Ruhê Esat Oktay zindî dikin
15:11 OHD: Îşkenceya giran li Çetîn hatiye kirin, em ê pêvajoyê bişopînin
14:55 HDK xwest çalakiyên girseyî mezin bikin
14:42 Li Wan û Dersimê bertek nîşanî îşkenceya bi kuçikan dan
14:34 Hevseroka KCD’ê Guven ji bo îfadeyê vexwendin dozgeriyê
14:30 ÎSÎG: Di 6 salan de Hezar û 925 kakerên teqawît bûn qurban
14:25 Li Amedê ji sedî 82’yê fîrmayan ji pandemiyê bi bandor bûn
14:11 Keştiya penaberan li Gola Wanê noqî avê bû
13:57 Hevserokên KCD'ê: Darizandin kumpasa li dijî siyaseta Kurt e
13:52 Orhan Dogan li ser gora xwe hat bibîranîn
13:50 Komeleya Şêx Saîd: Divê heqîqeta berxwedana 1925’an derkeve holê
13:21 DÎB: Li kolanan bi têkoşînê em dikarin xwedî li azadiyan derkevin
13:03 78 baroyan îlan da rojnameyê: Em serdestiyê qebûl nakin
12:55 Doza JÎTEM’ê ya Kerboranê hat taloqkirin
12:39 Paylan: Şaredariya Rezan çiqas qredî kişandiye?
12:06 Derbarê nûçegihana me Eser de lêpirsîn hat destpêkirin
11:59 Îşkenceya bi kuçikan ji wezîr pirsî
11:31 40 karker bi Kovîd-19’ê ketin
11:15 Radyoyan desteser dikin û rojnameyan nadin
10:45 HDP: Divê cihê gorên Şêx Saîd û hevalên wî bên aşkerekirin
10:32 Pekoz: Îtîfaqa bi ENKS’ê re dê polîtîkayên Enqere biguherîne
10:12 Hat îdiakirin ku ji ber wî hilnedane ezmûnê întîhar kiriye
10:07 Bûlûttekîn: Em bi dosyayên tolgirtinê tên darizandin
10:04 Me xwe gihand belgenameyên deyndariyê yên ku Beyoglû înkar dikir
10:00 Cenazeyê piştî 20 salan dîtin niha jî li peyarêyê hatiye veşartin
09:46 'Wê dîmenên pirê aqûbeta Dokûyê zelal bike'
09:17 Ebdullah: Tirkiye bi şerê eskerî bi ser neket şerê taybet pêş dixe
09:16 Hê jî Borseya Heywanan nehatiye vekirin
09:15 Karkerên çandiniyê dixwazin sîgorteya wan bê çêkirin
09:14 Gundiyên ji ber HES'ê xaniyên wan di bin avê de man bi tena serê rastê mane
09:13 Jinan: Li dijî tundiya mêr em parastinê bi hêz bikin
09:00 ROJEVA 29'Ê HEZÎRANA 2020'AN
28/06/2020
22:37 Li Tirkiyeyê hejmara kesên bi şewbê ketine bû 197 hezar û 239
17:32 11 rêxistinên heq: Îşkencekarê Rojbîn Çetîn darizînin
17:14 HDP'ê Kampanya Malbatê ya Xwişka û Bira bi dawî kir
17:08 DAD: Heta komkujiya Sêwasê qebûl nekin birîn nakewe
16:37 HDP: Li rêyên beraeta kujerê Medenî digerin
16:37 Partiya Azadî Şêx Saîd û hevalên wî bi bîr anîn
16:17 16 kesên di lêpirsîna KCD’ê de hatibûn binçavkirin sewqî edliyê kirin
15:35 Rêveberiya TBB’ê Feyzîoglu vexwend îstîfayê
15:34 Partiyên siyasî: Tevgera hilweşînê didome, tora piştevaniyê xurt bikin
14:02 Huseynî: Ji destê Tirkiyeyê bê dê oksîjenê jî li ser kurdan qut bike
13:41 Zeyneb Celaliyan carek din veguhestin cihek ne diyar
13:20 Derbarê 13 parlamenteran 16 fezleke amade kirin
13:14 Li Heftenînê şer: Leşkerek mir
12:57 33 sal berê îro: 110 kurd li Serdeştê hatin kuştin
12:18 Şanda Tevgera Azadî serdana cihê êrîşa Kunemasî kir
11:59 Dolmîşa penaberan qeza kir: Penaberek mir
11:42 Komkujiya Roboskî hat bibîrxistin: Necezakirin li ser her goşê ye
10:52 HDP: Tedbir neyên girtin qezayên karkeran bi dawî nabin
10:51 Greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Mêrdînê bi dawî bû
10:10 Li Hevşaredarê Cizîrê Zirig lêpirsîn vekirin
10:03 Aşitî: Êrîş li dijî yekîtiya Kurdan in
09:21 ‘Girtiyên nexweş nayên tedawî kirin’
09:19 Erdê mêrga welatiyan kirê dan şirketek taybet
09:17 Hevjîna Yildirim ê bi vîrûsê ket: Dewletê wî terkî mirinê kiriye
09:16 Li Rêya Armûşê nanê tenûrê
09:14 Cotkar zevî û traktorên xwe difiroşin
09:12 Ji Şêx Saît heya Ocalan: Azadî wê qezenc bike
09:11 Ji rêxistinên civakî bangewazî: Ji malên xwe dernekevin
09:09 'Qatil li derve ne kurê min di girtîgehê de ye’
09:07 Karkeran banga qidem li sendîkayan kirin: Sozên xwe bi cih bîn in
09:05 Girtina Oyûnlû ji civakê re peyameke
09:00 ROJEVA 28'Ê HEZÎRANA 2020'AN
27/06/2020
20:32 Tabloya Kovîd-19: 17 kesan jiyana xwe ji dest dan
20:18 Li Reqayê çalakiya konvedanê hat lidarxistin
16:59 Polîsan gefa kuştinê li Çetîn xwar û îşkence lê kirin!
16:56 Kujerê Alî Uygur pirsîn
16:15 HDP: 3 paralementerê me bi vîrûsa koronayê ketine
15:04 ÎHD: Girtiyê nexweş Încî serbest berdin
14:43 Li Girtîgeha Rihayê çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger di roja 4’an de ye
14:38 Siyasetmedarê kurd Haydar Tekîn koça dawî kir
14:31 HDK: Bi kîlîtkirina deriyan nikarin rêxistina civakê asteng bikin
14:27 Polîsan îşkence li Rojbîn Çetîn kir
14:10 Parêzeran ji bo DNA’ya hestî û malbatan li hev were serlêdan kirin
14:04 ATV’ê nûçeya derveyî sînor wiha pêşkêş kir!
13:51 Dayikên Şemiyê: 6 kes 27 sal berê li qereqolê winda bûn
13:22 Çemê Cincevat ji ber bendavê ziwa bû
13:10 25 sal berê binçav kirin û winda kirin
13:06 Serokê PSAKD’ê: Em kesek bin jî hezar kes bin jî em ê bimeşin
12:37 Înîsiyatifa azadiya girtiyan: Girtiyê nexweş Ozdemir berdin
12:11 Careke din Akman û Karakaya yên di rojiya mirinê de birin kogûşên wan
11:54 Sedema binçavklirina rojnameger Kara nayê zanîn
11:37 Bertekên li dijî mohrkirina KCD'ê: Dijhiqûqiyê bi dawî bikin
11:30 Mexdûrên erdhejê: Em hewceyî nanekî bûne
10:52 Neviyê Şêx Seîd: 3 tiştên dewletê hene; Îmha înkar û derew
10:13 2 milyon û 437 hezar xwendekar dikevin ezmûnên zanîngehê
10:04 Serokê Baroya Wanê Uçar: Tişta anîn serê me wêneyê zilma Tirkiyê ye
10:01 Li Lîbyayê wê Rûsya û Fransa bi hev re bixebitin
09:56 Di teqîna kargeheke tekstîlê de kesek mir û 10 kes jî birîndar bûn
09:08 Aborî xera dibe deyn zêde dibin
09:08 Delîl jê birin
09:07 Serokatiya Meclîsê pêşniyazpirsa der barê qeyûman de red kir
09:06 Berhemên dîrokî bê xwedî ne
09:05 ‘Delîlên lêpirsîna Gulîstan Dokû reşkirin'
09:02 ROJEVA 27'Ê HEZÎRANA 2020'AN
00:38 Bi hezaran şêniyên Kobanê li Barageha Rûsyayê Tirkiye şermezar kir
00:11 7 karkerên çandiniyê li Konyayê bûn qurbana qezayê
26/06/2020
23:23 Endama TJA'yê Rojbîn Çetîn hat binçavkirin
19:58 Rojnamevan Ayşe Kara hat binçavkirin