Hevserokên KCD'ê: Darizandin kumpasa li dijî siyaseta Kurt e

  • rojane
  • 13:57 29 Hezîran 2020
  • |
img

AMED - Hevserokên KCD'ê Leyla Guven û Berdan Ozturk, binçavkirin, serdegirtin û mohrkirina KCD'ê şermezar kirin û gotin: "Dixwazin lîsteya 801 delegeyên wekî dijzagonî nîşan bidin û bikin rêxistina dijzagonî. Darizandina delegeyan kumpasa li dijî siyasetmedarên Kurd û saziyên demokratîk e." 

Hevserokên Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven û Berdan Ozturk, têkildarî serdegirtina avahiya KCD'ê, mohrkirin û binçavkirina delegeyan daxuyanî dan. KCD'ê bi sernavê “Darizandina KCD'ê divê bi lez bê rawestandin û divê kongreya me xebatên xwe yên demokratîk bidomîne" daxuyanî da û bal kişand ser serdegirtina malan, binçavkirin û girtinan. Hevserokên KCD'ê, anîn ziman ku hemû cemawerî dizane ku li dijî saziyên demokratîk û delegeyên wan pêkanînên faşizmê hene û wiha gotin: "Pêkanînên li dijî hiqûq, li dijî pîvan û li dijî sincê berdewam dikin. Dayikên 70 salî, jinên ducanî tên binçavkirin û girtin. Akademisyen, siyasetmedar, sendîkavan, rojnameger, ciwan, jin, ekolojist û gelek nûnerên civakê, ji ber tev li xebatên kongreya me bûne û bûne delegeyê kongreyê, bi awayekî faşizanî bi ser malên wan de digirin. Wan bi îşkenceyê binçav dikin û digirin. Gelek mirov ji ber bûne delegeyê kongreya me li dijî hiqûq û zagonan tên darizandin. Hemû cewawerî û gelê me dizane ku em carek din rastî pêkanînên faşîzan ên serdema 12'ê îlanê tên." 
 
Hevserokan, anîn ziman ku Kongreya wan, piştî hewldana darbeya 2016'an di 9'ê Cotmeha 2018'an û 26'ê Hezîrana 2020'an de du caran rastî serdegirtina li dijî zagon û hiqûqê hat û wiha anîn ziman: "Du caran li diji hiqûq û zagonê bi ser kongreya me de girtin. Herî dawî bi awayekî keyfî kongreya me mohr kirin. Armanca vê yekê saziyên me yên demokratîk mohr bike û xebatên wan ên demokratîk asteng bikin. Dixwazin bi temamî xebatên wan rawestînin. 
Herdu serdegirtin li dijî hiqûqê ne. Dest danîn ser alav û amûrên ku nûnertiya kongreyê dikin. Tabelaya saziya me desteser kirin û xwestin bikin delîla sûc. Di serdegirtina saziyên me de bang li parêzeran nekirin û lidijî pîvanên hiqûq û zagonê bi ser saziyan de girtin." 
 
LÎSTEYA DELEGEYAN KIRIN LÎSTEYA BINÇAVKIRINÊ 
 
Hevserokan anîn ziman ku lîsteya wan a delegeyan kirine lîsteya binçavkirinê û wiha lê zêde kirin: "Di serdegirtina berê de lîsteya  801 delegeyên me desteser kirin. Niha jî dixwazin bikin wekî lîsteya rêxistina li dijî zagonê. Piştî di 9.10.2018'an de bi ser saziya me de girtin û lîsteya delegeyan desteser kirin. Ji wê demê heta niha ew lîste kirine lîsteya binçavkirinê. Kesên wekî mêvan tev li kongreya me bûn jî bi ser malê wan de digirin û binçavkirin. 
 
KUMPASA LI DIJÎ SIYASETA KURD E
 
Hevserokên KCD'ê anîn ziman ku AKP piştî 2016’an li dijî siyaseta kurd û rêxistinên demokratîk kumpasan pêş dixe û ev kumpasa herî mezin a li dijî siyaseta kurd û rêxistinên demokratîk e. Em bi vê daxuyaniyê carek din pêdiviyê dibînin ku KCD'ê tarif bikin. Her mirovê ku piçek siyasetê zanibe dizane ku KCD çiye. Dizane ku KCD çawa kar dike û xebatên çaw dike. Hemû gelê me vê heqîqetê zanin. KCD sîwaneya hemû rêxistin û saziyên demokratîk ên Kurdan e. Hemû rêxistinên kurdan di bin vê sîwanê de xebatên xwe dimeşînin. Ev karekî rewa û hiqûqî ye. 13 salin vê xebatê aşkere dike. Li gorî pîvan û peymanên neteweyî û navneteweyî hatiye avakirin. kongreya me ji aliyê Meclîsê ve hatiye naskirin. Hewl dide hemû xebatên xwe bi rêya demokratîk bimeşîne. Dixwaze meseleya Kurd bi rêya aştî û demokrasiyê çareser bike. Tu kumpas û lîstik nikarin vê heqîqetê xera bikin. "
 
Hevserokan bang li AKP’ê kir u xwest dest ji van êrîşan berdin û wiha berdewam kirin: "Eger hûn êrîşî saziyên demokratîk û Kurdan bikin hûn dê winda bikin. Gelek mînakê vê yekê di rûpelên dîrokê de hene. Ger ku armanca we hûn bi gelê Kurd de bijîn divê hûn dest ji van pêkanînên faşizanê berdin û Ev mohrkirin bi awayekî polîtîk û çandî li hemû gelê Kurd û Tirk hatiye xistin. Di aliyê hiqûqî û sincî de tu wateya vê mohrkirinê tune ye. darizandina KCD'ê û mohrkirina KCD'ê kumpasa li dijî siyaseta kurd û rêxistinên demokratîk e. " 
 
BANG LI GELÊ KURD KIRIN
 
Hevserokan herî dawî bang li gelê Kurd kirin û xwest li dijî van hewldanên li dijî azadiya kurdan û desteserkirina nirxên kurdan hemû kurd di çarçoveya yekîtiya neteweya Kurd de li hev kom bibin û bibin yek. Em bang li hemû rêxistinên demokratîk û kedê dikin ku li dijî vê yekê dengê xwe bilind bikin. 
 
 

Sernavên din

29/06/2020
15:29 Oluç: Ruhê Esat Oktay zindî dikin
15:11 OHD: Îşkenceya giran li Çetîn hatiye kirin, em ê pêvajoyê bişopînin
14:55 HDK xwest çalakiyên girseyî mezin bikin
14:42 Li Wan û Dersimê bertek nîşanî îşkenceya bi kuçikan dan
14:34 Hevseroka KCD’ê Guven ji bo îfadeyê vexwendin dozgeriyê
14:30 ÎSÎG: Di 6 salan de Hezar û 925 kakerên teqawît bûn qurban
14:25 Li Amedê ji sedî 82’yê fîrmayan ji pandemiyê bi bandor bûn
14:11 Keştiya penaberan li Gola Wanê noqî avê bû
13:57 Hevserokên KCD'ê: Darizandin kumpasa li dijî siyaseta Kurt e
13:52 Orhan Dogan li ser gora xwe hat bibîranîn
13:50 Komeleya Şêx Saîd: Divê heqîqeta berxwedana 1925’an derkeve holê
13:21 DÎB: Li kolanan bi têkoşînê em dikarin xwedî li azadiyan derkevin
13:03 78 baroyan îlan da rojnameyê: Em serdestiyê qebûl nakin
12:55 Doza JÎTEM’ê ya Kerboranê hat taloqkirin
12:39 Paylan: Şaredariya Rezan çiqas qredî kişandiye?
12:06 Derbarê nûçegihana me Eser de lêpirsîn hat destpêkirin
11:59 Îşkenceya bi kuçikan ji wezîr pirsî
11:31 40 karker bi Kovîd-19’ê ketin
11:15 Radyoyan desteser dikin û rojnameyan nadin
10:45 HDP: Divê cihê gorên Şêx Saîd û hevalên wî bên aşkerekirin
10:32 Pekoz: Îtîfaqa bi ENKS’ê re dê polîtîkayên Enqere biguherîne
10:12 Hat îdiakirin ku ji ber wî hilnedane ezmûnê întîhar kiriye
10:07 Bûlûttekîn: Em bi dosyayên tolgirtinê tên darizandin
10:04 Me xwe gihand belgenameyên deyndariyê yên ku Beyoglû înkar dikir
10:00 Cenazeyê piştî 20 salan dîtin niha jî li peyarêyê hatiye veşartin
09:46 'Wê dîmenên pirê aqûbeta Dokûyê zelal bike'
09:17 Ebdullah: Tirkiye bi şerê eskerî bi ser neket şerê taybet pêş dixe
09:16 Hê jî Borseya Heywanan nehatiye vekirin
09:15 Karkerên çandiniyê dixwazin sîgorteya wan bê çêkirin
09:14 Gundiyên ji ber HES'ê xaniyên wan di bin avê de man bi tena serê rastê mane
09:13 Jinan: Li dijî tundiya mêr em parastinê bi hêz bikin
09:00 ROJEVA 29'Ê HEZÎRANA 2020'AN
28/06/2020
22:37 Li Tirkiyeyê hejmara kesên bi şewbê ketine bû 197 hezar û 239
17:32 11 rêxistinên heq: Îşkencekarê Rojbîn Çetîn darizînin
17:14 HDP'ê Kampanya Malbatê ya Xwişka û Bira bi dawî kir
17:08 DAD: Heta komkujiya Sêwasê qebûl nekin birîn nakewe
16:37 HDP: Li rêyên beraeta kujerê Medenî digerin
16:37 Partiya Azadî Şêx Saîd û hevalên wî bi bîr anîn
16:17 16 kesên di lêpirsîna KCD’ê de hatibûn binçavkirin sewqî edliyê kirin
15:35 Rêveberiya TBB’ê Feyzîoglu vexwend îstîfayê
15:34 Partiyên siyasî: Tevgera hilweşînê didome, tora piştevaniyê xurt bikin
14:02 Huseynî: Ji destê Tirkiyeyê bê dê oksîjenê jî li ser kurdan qut bike
13:41 Zeyneb Celaliyan carek din veguhestin cihek ne diyar
13:20 Derbarê 13 parlamenteran 16 fezleke amade kirin
13:14 Li Heftenînê şer: Leşkerek mir
12:57 33 sal berê îro: 110 kurd li Serdeştê hatin kuştin
12:18 Şanda Tevgera Azadî serdana cihê êrîşa Kunemasî kir
11:59 Dolmîşa penaberan qeza kir: Penaberek mir
11:42 Komkujiya Roboskî hat bibîrxistin: Necezakirin li ser her goşê ye
10:52 HDP: Tedbir neyên girtin qezayên karkeran bi dawî nabin
10:51 Greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Mêrdînê bi dawî bû
10:10 Li Hevşaredarê Cizîrê Zirig lêpirsîn vekirin
10:03 Aşitî: Êrîş li dijî yekîtiya Kurdan in
09:21 ‘Girtiyên nexweş nayên tedawî kirin’
09:19 Erdê mêrga welatiyan kirê dan şirketek taybet
09:17 Hevjîna Yildirim ê bi vîrûsê ket: Dewletê wî terkî mirinê kiriye
09:16 Li Rêya Armûşê nanê tenûrê
09:14 Cotkar zevî û traktorên xwe difiroşin
09:12 Ji Şêx Saît heya Ocalan: Azadî wê qezenc bike
09:11 Ji rêxistinên civakî bangewazî: Ji malên xwe dernekevin
09:09 'Qatil li derve ne kurê min di girtîgehê de ye’
09:07 Karkeran banga qidem li sendîkayan kirin: Sozên xwe bi cih bîn in
09:05 Girtina Oyûnlû ji civakê re peyameke
09:00 ROJEVA 28'Ê HEZÎRANA 2020'AN
27/06/2020
20:32 Tabloya Kovîd-19: 17 kesan jiyana xwe ji dest dan
20:18 Li Reqayê çalakiya konvedanê hat lidarxistin
16:59 Polîsan gefa kuştinê li Çetîn xwar û îşkence lê kirin!
16:56 Kujerê Alî Uygur pirsîn
16:15 HDP: 3 paralementerê me bi vîrûsa koronayê ketine
15:04 ÎHD: Girtiyê nexweş Încî serbest berdin
14:43 Li Girtîgeha Rihayê çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger di roja 4’an de ye
14:38 Siyasetmedarê kurd Haydar Tekîn koça dawî kir
14:31 HDK: Bi kîlîtkirina deriyan nikarin rêxistina civakê asteng bikin
14:27 Polîsan îşkence li Rojbîn Çetîn kir
14:10 Parêzeran ji bo DNA’ya hestî û malbatan li hev were serlêdan kirin
14:04 ATV’ê nûçeya derveyî sînor wiha pêşkêş kir!
13:51 Dayikên Şemiyê: 6 kes 27 sal berê li qereqolê winda bûn
13:22 Çemê Cincevat ji ber bendavê ziwa bû
13:10 25 sal berê binçav kirin û winda kirin
13:06 Serokê PSAKD’ê: Em kesek bin jî hezar kes bin jî em ê bimeşin
12:37 Înîsiyatifa azadiya girtiyan: Girtiyê nexweş Ozdemir berdin
12:11 Careke din Akman û Karakaya yên di rojiya mirinê de birin kogûşên wan
11:54 Sedema binçavklirina rojnameger Kara nayê zanîn
11:37 Bertekên li dijî mohrkirina KCD'ê: Dijhiqûqiyê bi dawî bikin
11:30 Mexdûrên erdhejê: Em hewceyî nanekî bûne
10:52 Neviyê Şêx Seîd: 3 tiştên dewletê hene; Îmha înkar û derew
10:13 2 milyon û 437 hezar xwendekar dikevin ezmûnên zanîngehê
10:04 Serokê Baroya Wanê Uçar: Tişta anîn serê me wêneyê zilma Tirkiyê ye
10:01 Li Lîbyayê wê Rûsya û Fransa bi hev re bixebitin
09:56 Di teqîna kargeheke tekstîlê de kesek mir û 10 kes jî birîndar bûn
09:08 Aborî xera dibe deyn zêde dibin
09:08 Delîl jê birin
09:07 Serokatiya Meclîsê pêşniyazpirsa der barê qeyûman de red kir
09:06 Berhemên dîrokî bê xwedî ne
09:05 ‘Delîlên lêpirsîna Gulîstan Dokû reşkirin'
09:02 ROJEVA 27'Ê HEZÎRANA 2020'AN
00:38 Bi hezaran şêniyên Kobanê li Barageha Rûsyayê Tirkiye şermezar kir
00:11 7 karkerên çandiniyê li Konyayê bûn qurbana qezayê
26/06/2020
23:23 Endama TJA'yê Rojbîn Çetîn hat binçavkirin
19:58 Rojnamevan Ayşe Kara hat binçavkirin