Qedexeya li Wanê di roja 1355'an de ye: Armanc bêdengkirina muxalifan e

img
 
WAN - Qedexeya çalakiyan a li Wanê 1355 roj in didome. Nûnerên partiyên siyasî û komeleyan qedexeya heyî nirxandin û gotin: "Bi vê qedexeya ku ji bo AKP'iyan derbas nabe, armanc tepisandina muxalifan e."  
 
Walîtiya Wanê, bi Rewşa Awarte ya piştî hewldana darbeya eskerî ya 15'ê Tîrmehê re li bajêr lidarxistina çalakiyan qedexe kir. Qedexeya li bajêr ji 21'ê Mijdara 2016'an ve 15 rojan carekê bi awayekî rêk û pêk tê dirjêkirin. Nûnerên partiyên siyasî û komeleyan qedexeya ku 1355 roj in didomin nirxandin. 
 
‘JI BO ME QEDEXE JI BO AKP'Ê SERBEST' 
 
Hevserokê HDP'a Wanê Okkeş Kava, bal kişand ser armanca qedexeyan û got: "Qedexe tê îlankirin. Ev ji bo her kesî tê îlankirin. Lê em şaşiya qedexeyê diyarkirin. Di warê hiqûqî de nabêjin ji bo vê partiyê qedexe heye, ji bo vê partiyê tuneye. Lê vê yekê di pratîkê de pêk tînin. Tiştên ji me re qedexe dikin, AKP bi xwe dike. Ev jî bêhiqûqîtiyê nîşan dide. Lê binêrin di dema pandemiyê de AKP'ê li her derî pankartên xwe daliqandin, lê walîtiyê tiştek jî negot. Çend roj berê AKP'ê standek vekir. Rêxistina me ya navçeyê ya Rêya Armûşê jî ji b standê veke serî li walîtiyê da. Lê walîtiyê red kir. Çima tu ji bo AKP'ê xwe li nedîtinê datînî? Gava em tiştekî bikin di cî de polîs mudaxile dikin. Tiştên ji me re qedexe ne, çima ji bo AKP'ê serbest in? A rast em dibînin bê ka bêhiqûqîtiyek çawa heye. Em careke din dibêjin; astengkirina xebatên partiyeke siyasî sûc e. Em ê nehêlin tu pêkanîneke kêfî mafê di qanûna bingehîn de hatiye diyarkirin bin pê bike. Em ê li her derî têkoşîna xwe bilind bikin." 
 
‘JI CIVAKÊ DITIRSIN' 
 
Endamê Desteya Rêvebir a Partiya Mirov û Azadiyê Parêzer Kenan Sarisaç jî destnîşan kir ku xwepêşandan û meş bingeha demokrasiyê ne û got, qedexekirina wan di asasê xwe de ji bo tepisandina muxalefetê ye. Sarisaç, bilêv kir ku qedexekirina xwepêşandan û meşan demokrasiyê ber bi dîktayê ve dibe û got: "Em qedexekirina vî mafê bingehînq ebûl nakin û dixwazin rojek berî rojekê bi dawî bibe." 
 
Endamê Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Wanê Parêzer Harûn Gur jî destnîşan kir ku mafê civîn û xwepêşandanê bi Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (PMME) û Qanûna Bingehîn hatiye mîsogerkirin û got: "Yek ji mueseseyên sereke yên civaka demokratîk jî azadiya fikr û ramanê ye û xwepêşandan û civîn jî awayekî bikaranîna vî mafî ye. 
 
‘PEYMAN TÊN BINPÊKIRIN' 
 
Gur, biryarên dadgehên herêmî jî bibîr anî û got: "Der barê qedexeyên hatine kirin biryarên dadgehên herêmî hene. Li gor van biryaran jî kifş e ku qedexeyên tên kirin kêfî ne. Der barê gelek kesan de cezayê pereyî hatiye birîn. Der barê gelek kesan de jî doz hatine kirin û piranî jê jî beraat kirine û cezayên pereyî jî hatine xerakirin. Lê dîsa jî walîtî xwe li nedîtinê datîne û bi pêkanînine kêfî Qanûna Bingehîn û peymanên mafên mirovan bin pê dike." 
 
Serokê Şaxa ÎHD'a Wanê Mûrat Melet jî destnîşan kir ku qedexee bi usûla kopîkirinê û guherandina dîrokê didomin û got: "Giştîname ji Wezareta Karên Navxweyî tên. Wezaret jî girêdayî îqtidarê ye. Li Wanê armanc bêdengkirina hemû muxalifan e. A rast walîtî divê werê bibêje; Em fealiyet û çalakiyên kesên îqtidarê rexne dikin hemûyan qedexe dikin. Em di van qedexeyan de standardeke dumendiyî dibînin. Çend roj berê nûnerê îqtidara siyasî li kolana herî qelebalix, li navçeya Rêya Armûşê stand vekir. Helbet partiyên siyasî dikiran xebatan bikin û hejmara endamên xwe zêde bikin. Lê belê destûrê didin AKP'ê, lê nadin partiya din. Waliyê ku bajêr bi rê ve dibe divê adil û wekhevîxwaz be." 
 
‘ASTENGÎ DIVÊ BÊN RAKIRIN' 
 
Serokê Komeleya Hawirdorê ya Wanê Alî Kalçik jî anî ziman ku daxuyaniyek dane, lê belê bi hinceta qedexe bûye cezayê pereyî li wan hatiye birîn û got, serî li dadgehê dane û dadgehê jî ew betal kiriye. Kalçik, bilêv kir kue w komeleyeke hawirdorê ne û ji bo hawirdorê û ekolojiyê têdikoşin û got: "Divê qedexeyên li ber têkoşîna me hemû bên rkirin. Em, divê pirsgirêkên der barê hawirdorê de bilêv bikin û raya giştî re parve bikin. Daxwaza me tenê; bila hewaya meî ava me û axa me neyê qirêjkirin. Vê yekê jî tamûl nakin û bi zext û zoriyan tên. Mirov, bi mafên xwe mirov e." 
 
MA/ Cemîl Ûgûr

Sernavên din

08/08/2020
09:00 ROJEVA 8'Ê TEBAXA 2020'AN
07/08/2020
22:47 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hejmara kesên ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane bû 3
21:22 Di 24 saetên dawî de hezar û 185 kes bi Covîd-19'ê ketine
20:15 Çalakiya greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Aksarayê bi ser ket
20:05 Encamnameya konferansa 'Êzidî pêşeroja xwe gotûbêj dikin'
18:27 Karkerê di bin maşîneya kar de ma mir
18:18 Li Çiyayê Gabarê agir bi daristanê ket
15:43 Balafirên TSK'ê dîsa Şarbajêr bombebaran kir
15:36 SES'ê îqtîdar hişyar kir: Şewb belav dibe û nexweş zêde dibin
14:50 Maşîna şaredariya ku Qeyûm tayînî wê kirine zarokek kuşt
14:43 Di bin cila suîkastên li Dêra Zorê de 'petrol' derket
14:17 154 kes di teqîna li Beyrûdê de mirin
14:07 HDP: Li dijî Covît-19 tedbîrên xwe bigirin
13:49 Êzidî li Êzidxanê Cejna Kombûnê pîroz dikin
13:46 SOHR: Tirkiyeyê noqteyên hêzên hikumeta Sûriyê topbaran kir
13:14 ‘Bi kepçeyan dikevin navenda baweriyê'
13:03 Malbatan ji bo çûyîna Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
13:00 Parêzera Komaleya Rosa îfade da
12:59 ÎHD'ê rapora Girtîgeha Mereşê aşkere kir: Girtî di tecrîda giran de ne
12:30 Malbat 600 hefte ne ji bo edaletê li ber xwe didin
12:03 Berdevka HDP'ê Gunay: Tirkiye kirin Îmralî
11:43 Parêzera Ocalan Turgut: Divê CPT rêbazek bi bandor pêş bixe
11:21 3 girtiyan li Girtîgeha Xarpêtê dest bi greva birçîbûnê kirin
10:20 Xebatkarên ODTU yên ketibûn grevê bi ser ketin
10:19 Ji bo Doku dîsa dest bi lêgerînê kirin
09:58 Maşîna karkerên zeviyê qulipî: 20 karker birîndar bûn
09:53 Cotkarên Mêrdîn ji ber DEDAŞ'ê garis neçandin
09:05 Ferhat Tepe tim 19 salî ye: Êş, heta hetayê ye
09:05 Banga Porspiyan: Guh bidin danezana 'hawariya' ji bo welêt
09:04 Şêniyên Mûnzûrê: Em ê nehêlin proje pêk bê
09:00 ROJEVA 7'Ê TEBAXA 2020'AN
08:06 13 endamên Meclîsa Ciwanên HDP'ê bi lêdanê binçav kirin
06/08/2020
21:24 Berteka Tirkiyeyê ya ji bo peymana behrê ya di navbera Yûnanîstan û Misirê de
20:49 14 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane
19:24 Îhmalkariya nexweşxane û qereqolê: Kesek mir, yek jî birîndar bû
16:15 Tecawîzkar ligel rapora nexweşxanê jî hat berdan
14:17 Li Cizîrê kurdî qedexe ye!
14:12 Rêxistina Efûyê: Girtî di şertên tirsnak de dimînin
14:01 Parêzeran ji bo Îmraliyê serlêdan kirin
13:46 Li cîhanê hejmara pêketiyên covid-19’ê 19 milyonî derbas kir
13:41 Buroya Hiqûqê ya Sedsalê: Rapora CPT têr nake divê îşkenceya li Îmraliyê bi dawî bike
13:34 AKP’ê îstîfaya serokên xwe yên navçeyên Amedê xwest
12:45 Dolar derket 7.17'an
12:29 Piştî jina li malê hat kuştin HDP kirin hedef
12:24 Demîrtaş: Binyadeke xwe di nava dewletê de birêxitsin kiriye, planên xwe bi cih tîne
11:40 Li Amedê tedawiya koronayê: Dema rewş xedar bû li 112 bigerin
11:01 Walî gelê Dersimê kir hedef
10:52 Ez 5 deqîqeyan dereng hatibûma dê hemû sewalên min şewitîbûna
10:10 Xebata lêgerîna Gulîstan Dokû wê sibe dîsa dest pê bike
10:00 Aborînas Ûlûsoy: Wê deynê derve bibe deynê civakî
09:36 Pektaş ê di greva birçîbûnê de: Ezê çalakiya xwe dewam bikim
09:34 Dr. Kiran: Unîteyên Venêrtina tijî bûne
09:03 RMM: Ji 2011'an heta niha 464 welatî bi guleyên eskerên Tirkiye hatin kuştin
09:03 Der barê nûçeya tecawizê de lêpirsîn
09:02 Bijîşkan hişyar kir: Ku tedbîran negirin dê bedêl giran be
09:02 Qedexeya li Wanê di roja 1355'an de ye: Armanc bêdengkirina muxalifan e
09:02 Yolerî: Dixwazin xespkirina mafan mayinde bikin
09:00 ROJEVA 6'Ê TEBAXA 2020'AN
08:15 Jinên li Îzmîrê hatibûn binçavkirin hatin berdan
05/08/2020
20:50 Hezar û 178 kesên din jî bi Covîd-19'ê ketine
16:33 Malbata Ozçalimli yê li eskeriyê mirî hat dîtin gilî kir
16:17 Endamên Grûp Yorûm di dema prova dikirin de hatin binçavkirin
16:10 Şaxa ÎHD'ê ya Îzmirê: Bila kuştina eskeran bê ronîkirin
15:58 TTB: Em ê dest ji Peymana Stenbolê bernedin
15:45 Maşînê Zirxî ketin kaniyên ava Munzurê
15:35 Koç ê ji doza Nisêbînê girtî ye, 7 rojin di grevê de ye
15:29 Hejmara nû ya Jineolojiyê derket
15:15 Qedexeya li Wanê hat dirêjkirin
15:14 DFG’ê rapora tîrmehê aşkere kir: Dozger li 3 rojnamegeran doz vekir
15:01 Li Heftanînê şer: 2 cerdevan hatin kuştin
14:41 Li Rihayê Komkujiya Şengalê hat şermezarkirin
14:36 Malbata Aksoy cenazeye keça xwe ya Rojnameger li Mêrdînê defin kirin
14:11 Li Amedê ji bo qeydên îmam hatîbê civîna veşarî hatiye lidarxistin
13:47 Xebatên lêgerîna Mîraç 6 rojin dewam dikin
13:22 Dîmenê keştiya bû gora 61 penaberan derket holê
13:13 Zilaman li Amedê 2 jin bi giranî birîndar kirin
12:20 3 mehin ambargoya avê ya Tirkiyeyê dewam dike
11:57 Roja 17 kes li Tirkiye bi Covît-19 mirin li Amedê 8 kes mirin
11:28 CPT'ê rapora 2019'an nû aşkere kir: Hefteyê 159 saetan di tecrîdê de ne
11:09 Bajaroka Pazarcixê xistin karantînayê
10:34 Biraziyê Baykara Walî derewand: Ji bo bimire eskeran ew kişand pişt komên gihayê
10:09 Endamê meclîsa şaredariyê yê HDP’î hat binçavkirin
09:57 Zilamê tundî li hevjîn û zarokên xwe kir hat berdan
09:30 Li Hewêlê 20 hektar erd şewitî
09:02 'Sedema şewata daristanan politîkaya ewlehiye ya AKP'ê ye'
09:02 Bihara jiyanê çava vedigere zivistanê?
09:01 DAD: Cihwarên pîroz divê wekî xwe bimînin
09:01 Hunera xwe li ser asasê dijî asîmlasiyonê îcra dikin
09:00 Piştgiriya ji bo danezana ‘101 Porspiyan'
09:00 ROJEVA 5'Ê TEBAXA 2020'AN
08:38 Di teqîna Beyrûdê de herî kêm 100 kes mirin
04/08/2020
21:03 Hezar û 83 kesên din jî bi şewba Covîd-19'ê ketine
19:02 Li Beyrudê teqînek mezin rûda
18:51 Heyeta KCD û HDP'ê malbata esker ziyaret kirin
17:46 Îdeaya Waliyê Wanê: Îranê Baykara kuşt
17:35 Dayikên Aştiyê: Daxwazên Tîmtîk û Unsal qebûl bikin
15:35 Parêzeran biryara dadgehê ya ji bo Tîmtîk û Unsal îtîraz kirin
15:27 Baykara yê eskeran kuşt hat definkirin
15:26 Li Amedê bijîşkek ji koronayê jiyana xwe ji dest da
14:57 Li gorî rapora pispor Dokû xwe neavêtiye avê